Kordînasyûna YCR bi daxûyanêyekî Sersala tevahî Gelan pîroz kir.
NAVENDA NÛÇEYAN – NÛÇE CIWAN
Daxûyanêya YCR wihaye :
Di serî de em bi navê Yekîtiya Ciwanên Rojava sersala her kesî bi dil û can pîroz dikin. Sala 2017’an ji bo gelê me û tevgera me salekê gellekî dîrokî û girîng bû. Têkoşînekê herî giranbuha, bi qîmet di vê salê de hate dayîn, û bi hezaran qehremanên vî gelî canê xwe ji bo jiyanekê azad feda kirin. Dijminên gelan di vê salê de bi hemu dijwarî hewldan ku îradeya me bişkînin û bi hemu hovîtiya xwe ve ji her alî ve êrîşî me kirin, lê em dibînin ku şoreşa me nesikinî û paşve gav neavêt. Tersê vê yekê şoreşa gelan a Suriyê ket qonaxekê nû û bi têkçûna DAÎŞ’ê, rizgarkirina Reqa û lidarxistina hilbijartinên Federaliya Bakurê Suriye me gavên herî mezin di meşa azadiyê de ber bi pêş ve avêtin. Ne tenê li Suriyê, gelê me li çar parçeyên Kurdistanê di nava têkoşînekê dijwar de ye, hem bi êrîşên pir tûnd ve, hem jî bi derfetên herî mezin ên serkeftinê ve rû bi rû ye. Li tevahî Rojhilata Navîn qeyran û aloziya mezin a sedsalî berdewam e û her ku diçe mezin dibe. Lê hêvîyên azadiyê jî zêde dibin. Xeta demokratîk a gelan di nava vî şerî de pêşdikeve û bi hêz dibe. Agira serhildanê li Rojhilata Navîn netafiya, na, carekê din geş dibe. Di vê çarçoveyê de em bi taybetî serhildanên ciwanan li Başûrê Kurdistanê û li Îranê pîroz dikin û em hezar silavên xwe ji wan re rê dikin. Her wiha em silavên xwe ji raperîna gelê Filistîn re dişînin.
Di çarçoveya hemleya xwe ya Serî Hilde! de em her kesî, her gelî, her netew û hemu ciwanên azadîxwaz vedixwînin ku tevlî vê raperîna mezin bibin, tevlî govenda azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn bibin. Dema wê hatiye ku em van rêjîmên dîktator, zilmkar û paşverû hilweşînin û êdî bi îradeya xwe ya azad rastî jiyanekê demokratîk avabikin.
Sala 2018’an wê bibe sala tekoşînekê hîn mezintir ji bo Kurdistanekê Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk. Wê bibe sala azadiya Rêber APO û destkeftiyên herî mezin di dîroka têkoşîna me de.
Li ser van esasan em bejna xwe beramberî tevahî şehîdên şoreşê ditewînin, em wan bi rêzdarî bibîrtînin û em soz didin hertim li ser şopa wan bin, rêka wan em ê bişopînin û heya serkeftinê li ser vê riyê bimeşin.
Em dûbare sersala nû li her kesî pîroz dikin! Şehîd namirin! Bijî Serok APO! Serî Hilde!
Kordînasyona YCR