Komela Ciwanên Welatparêz û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer bi armanca piştgiriya bi xwepêşandanên Îranê re û şermezar kirina êrîşên ser gorên şehîdan li Bakurê Kurdistanê daxuyaniyeke çapemeniyê dan û di daxuyaniyê de piştgiriya xwe ya bi xwepêşdanen gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê re anîn ziman.
Bi armanca piştgirî dayîna xwepeşandanên welatiyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ya li dijî desthilatiya siyasî, leşkerî û aborî, îro di saet 15:00’an de Komela Ciwanên Welatparêz û Rêxistina Jinên Ciwanên yên Têkoşar di çarçoveya pêngava ‘Serî Hilde’ de daxuyaniyeke çapemeniyê li parka Nalî ya bajarê Silêmaniyê dan. Di çalakiyê de daxuyaniyeke çapemeniyê ji aliyê endama Rêxistina Jinên Ciwan yên Têkoşer Şinyar Kerîm ve hate xwendin û di daxuyaniyê de piştgiriya xwe ya ji bo xwepêşdanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê anîn ziman û gotin: “Em daxwazên wan rewa dibînin û êerîşkirina ser xwepêşandanan şermezar dikin.”
Di daxuyaniyê de herdu rêxistin piştgirî dan xwepêşandan û nerazîbûnên gelê Başûrê Kurdistanê.
Di beşeke din a daxuyaniya ciwanan de îşaret bi ew êrîşên li Bakurê Kurdistanê ser goristanên şehîdan hate kirin û van êrîşên li ser gorên şehîdan weke xeta sor hate binav kirin û hate gotin ku wê bê bersiv nemîne.
Kürdistan Yurtsever Gençlik Hareketi ve Devrimci Genç Kadınlar, İran ve Rojhilat’taki eylemlere destek vermek amacıyla basın açıklaması yaptı.