Serhildana gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi pêşengtiya ciwanan berdewam dike û agahiyên kuştina pasdaran hene.
Nûçe Ciwan- Îran- Serhildana ciwanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li hember kiryarên qirêj ên dewleta faşîst a Îranê di roja xwe ya 5’an de dewam dike.
Ajansa Muhir a ku nêzî rejîma Îranê ye diyar kir ku li şaristanê Necef Abad yê Esfehanê polîsek hatiye kuştin û agahî ji kuştina du pasdarên Îranî di heman bajarî de hene.
Hinek ajansên din diyarkirin ku li şaristanê Qehderîcan yê Esfehan jî 5 ciwanên serhildêr şeîhd ketine, herwiha şehîd li Esfehan û Senendec jî hene.
Bi vê yekê jimara şehîdên Serhildana Îranê dighêje 14 ciwanan û jimara kuştiyên rejîma Îranê dibe 3 polîs û pasdar.