Endamê Komîteya Rêveber PKK’ê Mûrat Karayilan “Devleta tirk polîtîqayên Başûrde bin ket”
NAVENDA NÛÇEYAN – NÛÇE CIWAN
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan ji radyoya Dengê Welat re axivî û daxuyaniyên girîng da.
Karayilan di destpêka axaftina xwe de sala nû, li Rêberê Gelê Kurd Abdullah, li tevahiya hevalan û xebatkarên şoreşê, tevahî gelên Kurdistanê û mirovatiyê pîroz kir.
Karayilan ev nirxandin kir:
“Di herêma Rojhilata Navîn de pirsgirêkên bingehîn hene. Pirsgirêkên azadiyê, demokrasiyê, wekheviyê û yê parvekirineke bi adîl heye. Ji hêlekê ve însan birçî, perîşan û muhacir in û xwîn diherike. Ji hêla din ve jî însan di kêf û zewqê de jiyan dikin. Yanî bi rastî rewşa herêmê rewşekê wisa ye ku ji bo mirovatiyê pir cidî ye. Lê ji bo ku xelkê herêmê ji vê rewşê derkeve, divê ku ev şert û mercê îro heyî bike bingehê têkoşîna îradebûnê, têkoşîna azadî û wekheviyê. Di vê derheqê de hewldanên cidî hene. Paradîgmaya Rêber APO ji bo gelên Rojhilata Navîn rêya derketinê raber dike.
Niha pirsgirêkên herêmê yên herî bingehîn yek jê jî pirsgirêka Kurdistan e. Dema pêvajoya şer li herêmê bi rê ket, dagirkeriya li ser Kurdistanê ketin tirs û xofê. Serpêşiya van jî dagirkeriya Tirkiyê dikşîne. Ew ditirsin ku xelkê Kurdistan jî ji vê serdemê îstîfade bike, bigihîje mafê xwe, bigîhê statuyê û xwe azad bike. Ji ber ku gelê Kurd bi rastî di vî şerî de derketin pêş. Îro serpêşiya şerê li dijî Daîşê, Kurd dikşînin. Paytexta Daîş Reqayê, Kurdan xist. Daîş, li hemberî tevahiya mirovatiyê xeteriyek mezin e. Şerê li dijî Daîş ne tenê şerê herêmê ye, şerê mirovatiyê ye. Yanî ev rol û mîsyona civaka Kurd pêş xist. Rol û mîsyona Têkoşîna Azadiya Kurdistan pêş xist. Îro dewletên di cîhanê de yên herî serekî ku ji wan re dibêjin “super”, dixwazin bi hêzên Kurd re hevbeşiyê bikin. Ew jî dixwaze, ev jî dixwaze, ev titşekî nû ye. Beriya vê tiştekê wisa tinebû, kesek li Kurdan nedinêrî. Yanî bi Kurdan re têkiliyên xwe bi dewletan re hebû, lê bi îstîxbaratên dewletan re hebû, ango bi awayê fermî tine bû. Lê niha di Rojava de pêşveçûnê çêbû ye. Di astekê de hem bi têkiliyan, hem jî hemû cîhan bala xwe li ser e. Niha Erdogan dibêje, “YPG-PYD em qebûl nakin, di lîsteya terorê de ye” lê hemû cîhan wan di şerê li dijî terora Daîşê de weke hêzên serekî dibînin û her kes dixwaze pê re hevbeşî bike. Yanî tirs û xofa Erdogan û faşîzmê li ser Kurdistanê ji vê bû û ji bo wê niha pir ditirsin. Yanî ditirsin ku, Kurdistana mezin ava bibe. Ji bo vê sala 2017’ê ji bo xwe kirin sala hemleya li dijî deskeftiyên Kurd, li dijî şoreşa azadiya Kurdistan. Hem dewletên dagirker di nav xwe de îtîfaq pêş xistin; Îran, Sûriye, Iraq û Tirkiyê û hem jî Tirkiyê di hundirê xwe de bi hêzên kûr MHP, AKP û Ergenekon re bûn yek ku hemleyeke li ser Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bikin, tesfiye bikin û derbe lê bixin. Ne tenê ji bo Bakur ji bo giştî Kurdistanê konsepteke wisa pêş xistin.
Yanî sala 2017 wisa li ser Têkoşîna Azadiya Kurdistan û li ser gelê Kurdistan dagirker ketin êrîşê. Ev sal wisa derbas bû, ji ber wê jî ne salek ji rêzê ye. Bi rastî saleke girîng e, saleke bi ceng derbas bû, bi berxwedan derbas bû û bi şerê dijwar derbas bû. Dewleta Tirk hîn beriya salê yanî di dawiya 2016’an de jixwe îlan kir ku, ev şer, ji bo Tirkiyê şerê hebûn û tinebûnê ye. Ma ne serfermandarê leşkerî û yê jenderme hatin Çelê di serdema operasyona Ertûşê de gotin, “ev şer, ji bo Tirkiyê şerê hebûn û tinebûnê ye.” Cardin Erdogan heya niha bi dehan caran gotiye, “ev şer, şerê rizgariya Tirkiyê ye” doh jî dubare kir, ji ber hevalbendên xwe yên kevin ji wî veqetiyan û ji bo wan tawanbar bike digot, “ev şerê niha em dimeşînin, şerê rizgariya Tirkiyê ye, evana ji me qetiyane!” Yanî di wateya ew kesana xirab in, de cardin got. Yanî ev ne tiştekî ji rêzê ye. Dijminê me dibêje ku, “ev şer, em li dijî PKK’ê dikin, ji bo Tirkiyê şerê hebûn û tinebûnê ye û şerê rizgariya Tirkiyê ye.” Aşkere ku mirov bibêje, hedefê wan ê esas PKK’ye. Çima? Ew dibêjin ku, “ Têkoşîna Azadiya Kurd di pêşengtiya PKK’ê de dimeşe, wê Kurdistan azad bike û wê di Tirkiyê de jî şoreşê çêbike. Bi van jî sînordar namîne, wê di Sûriyê de jî şoreşê çêbike û di herêmê de wê deriyê şoreşeke nû veke.” Ew vê dixwazin bi her kesî bidin nas kirin, ji bo wê ewqasa dîplomasî çêdikin, digerin, bang dikin, diqîrin, bertek raber dikin û dibêjin, “me fêm bikin xeterî heye” bi vî awayî niha ketine hewldanek wisa. Ev sala 2017’ê ji bo wê wek sala êrîşê bû.
Destpêkê li Îmraliyê sîstema tecrîd û îşkencê kûr kirin, têkilî qut kirin. Ma ev saleke bi Serokatî re têkilî heye? Hayê kesek jê heye? Na. Ji ber ev ji bo xwe wek stratejî dibînin. Ji bo ku dengê Serokatî negîhê şoreşê, negihê gel li Îmraliyê şerek heye. Yanî êrîş destpêkê li Îmraliyê dest pê kiriye. Dûvre li ser siyaseta Kurd, siyasetmedarên Kurd êrîşên dest pê bûne hewce nîne em yeko yeko rêz bikin. Niha parlementer di zindanê de ne, hevserokên HDP’ê di zindanê de ne, têne dadgeh kirin û şaredariyên ku dest hêzên welatparêz Kurd û demokratan de bûn bi qanûneke dest danîn ser hemûyan. Niha Tirkiye bi qanûnên asayî nayê rêvebirin, Tirkiyê di bin navê, Qanûna Rewşa Awarte (OHAL) de di rewşekê awarte de ye. Yanî wek 12’ê Îlonê, heta gelek tişt ji 12’ê îlonê hîn dijwartir in. Di 12’ê îlonê de Kenan Evren û ew generalên ku serpêşiya cûntayê dikşandin, dîsa ji bo xwe hinek qanûn û hiqûq destnîşan kiribûn. Niha tiştekê wisa nîne, her tişt di destê Erdogan de ye. Erdogan sibê radibe, çawa difikire wisa talîmat dide û ew dibe qanûn. Talîmat dide dadgeh û dozger dikevin tevgerê, walî dikevin tevgerê; her tişt di destê yek kesî de ye û ew yek kes berê hemû tiştî daye Têkoşîna Azadiya Kurdistanê.
ŞERÊ LI DIJÎ GERÎLA TÊ MEŞANDIN, 90 JI SEDÎ ŞERÊ EZMANÎ YE
Car caran behsa Fethullah dikin; endamên Fethullahî jixwe hemû memûr in û li cem wan in. Ji bo wan operasyoneke wisa pir cidî û dijwar ne hewce ye. Jixwe dema ku bang dikin, hemû diçin. Mudirên polîsan e, mudirên dibistana ne, di hundirê dewlet û artêşê de fermandar in, jixwe ev di bin kontrolê dewletê de ne. Meseleya wan ne ew in. Meseleya wan Têkoşîna Azadiya Kurdistan e, Gerîlayên Azadiya Kurdistan e, siyaseta Kurd e, Rêber APO ye. Ji bo vê yekê şereke dijwar di sala 2017’ê de meşiya.
Dagirkeriya Tirkiyê di şerê li dijî gerîla de li ser erdê encam negirt. Feqet AKP’ê hemû derfetên madî xistin holê, şer ji ser erdê birin ezmanan û kirin şerê ezmanî. Niha şerê li dijî gerîla dimeşe ji sedî 90 şerê ezmanî ye, êdî li ser erdê zêde şer nake. Ev, bê gûman bi madiyatek pir mezin dimeşînin. Ji bo wê jî bala xwe bidinê, aboriya Tirkiyê niha paş de diçe. Ji ber ku aborî hemû di şer de tê xerc kirin, ji ber ku dewlet dibêje, “ev şerê hebûn û tinebûnê ye.” Yanî bi vî awayî xwestin biçin encamê. Ew, di sala 2017’ê de hinek wext dan, behsa meha nîsanê kirin, behsa meha mijdarê kirin. Ez naxwazim dîsa wan derewên wan bibêjim, lê ew pê bawer dikirin. Bi rastî wan dixwest ku wisa biçin encamê, gerîla tesfiye bikin, gel teslîm bigirin, Serokatî gav paş de biavêje, wisa wekî 12’ê îlonê çawa di dema xwe de bêdengiyek ava kir, hakîmiyetek çêkir, Erdogan û Bahçelî jî niha dixwestin wisa biçin encamê. Bi vî awayî xwestin encam bigirin.
DEWLETA TIRK DI VÎ ŞERÎ DE LI BIN KET
Lê niha sal derbas bû, vaye em di 1’ê çileyê de ne. Encam çi ye? Encam, dewleta Tirk derda, bi ser nekeft. Şerên cidî çêbûn, berxwedanên cidî çêbûn; li zindanan, li kolanên Kurdistanê, li çiyayên Kurdistanê êrîşên bi şêwazên nû, bi teknîkên nû pir zêde bi pêş ketin. Bi rastî jî li hemberî van êrîşana hinek tengasî me jiyan kir. Ne ku hemû biste bû, rihet bû. Na. Niha hevalên me yên Bakur hîn baştir dizanin, heta di navbera Bakur û Başûr jî êdî pir cêwazî nema ye, yanî êrîşkeriya dijmin a bi şêwazê nû destpêkê hinek me jî tengav kir. Ji ber ku şêwazê me, şêwazê şerê li gorî bejahiyê û hewayî bû. Lê şer hemû bû hewayî. Diviyabû ku me vê zû fêm bikira û li gorî wê şêwazê xwe biguherta.
Bi rastî di destpêka salê de em ketin ferqê, lê di hevalên me de hinek bi elimandinên xwe ve girêdanî heye. Mixabin însanên me, em bi giştî wisa ne; tiştê em fêr dibin, zû dest jê bernadin. Yanî terzê tevgerîna kevin, zû dest jê berdan çênebû, ji bo wê windahiyên me çêbûn. Lê di hundirê salê de her hewldanên guhertinê çêbûn. Mirov dikare bibêje, sala 2017’ê ji bo gerîla li hêlekê şer, çalakî û hemle bû. Li aliyê din jî hewldanên guhertinê di hundirê hev de pêş ketin. Baweriya me ev e, niha gihîşt sîstemeke. Yanî jixwe êdî ji nîvê salê şûn ve gerîla hino hino terz girt û gihîşt astekê. Yanî niha fêm bû ku mirov çawa dikare dijmin vala derxe, ev êrîşê dijmin ê ku li ser esasê îstîxbarat û teknîk pêş dikevin mirov bi tevgeriyek çawa dikare vala derxe, divê bi çi awayî li hemberî vî dijminî wisa têkoşîn pêş bixe; di van xisûsan de encam zelal bûn. Ez bawerim hemû heval di vê de gihîştin qeneatên ku, terzên kevin û klasîk têrê nakin, terzên nû pêwîst in.
Ev heye; şerekî îradî çêbû. Yanî di endamên vê Tevgerê de fedaîtî heye, îrade heye. Seknekê bi rastî bi îrade û bi şeref pêş ket. Fedakariyên pir mezin çêbûn. Destanên qehremantiyê hatin ava kirin. Di şexsê hevrê Delalan, Berçeman, Xalitan, Salihan de destanên hatî ava kirin, di dîroka têkoşîna me de cihekê xwe yê girîng heye. Em bi vê wesîleyê di şexsê rêheval fermandar Delal de tevahiya şehîdên 2017’an bi bîr tînin. Bi rastî wana rûmet û şerefa Tevgera me, rûmet, şeref û dahatûya gelê me parastin. Li hemberî êrîşên neyarên dijwar rawestiyan û qehremanî kirin. Bi berxwedaniyên pêş xistine li hemberî dijmin bûne asteng û rê nedane ku dijmin biçe encamê û bi ser bikeve.
Sala derbasbûyî me şehîd dan, ev rast e. Lê li hemû eyaletan sîstema tevgerê li dar e. Li hemû herêman li dar e. Yanî dijmin nikarîbû sîstema gerîla valahî têde çêbikirana, wisa derbe lê bixistana. Nikarîbû vana bikirana. Lê belê wisa cih bi cih êrîşên ku li ser esasê îstîxbaratê hatîn pêş xistin, bûn sedemê şehadetan. Li her cihê ku terzê nû pêş ketî dijmin vala derketiye. Jixwe di salê de tiştê derketiye holê ev e; ger li ku derê terzê nû hatî pêş xistin; yanî hîn zêde dizîbûn, hîn zêde kûranî, hîn zêde dîsîplîn, hîn zêde bi taxim û tîmên guncav, li araziyên guncav dema ku tevgerîn çêbûye, dijmin encam negirtiye. Lê li cihên ku xwe xistine bin kontrolê, li wan derana derbe hatiye xwarin.
Niha em salê şîrove dikin. Ez bawerim niha heval li her herêmê ketine ew qonaxê şîrove kirinê, em jî şîrove dikin. Lê encamê em gihîştin ev e, cihên ku me lê windahî dane, ew ji kêmahiyên me çêbûne. Piraniya xwe wisa ye. Feqet êdî em ê çawa bikaribin bi kêm windahî biçin encamê, ew jî ji bo me êdî zelal bûye. Niha di vê derheqê de bi rastî di şexsê reheval Delal, Berçem, Gulnaz, Azê, di şexsên fermandarên YJA Star de xûya dibe ku, êrîşên dijmin li ser Tevgera Azadiya Jin jî hîn zêde heye. Jixwe di nav civakê de jî di gerîla de jî wisa ye, Tevgera Jin hedef e, Tevgera Ciwan hedef e. Lê van hevalana, bi taybet hevalên wek hevala Delal, hevala Berçem ne tenê di xebatên Fermandariya YJA Star de cih digirtin, ew xebatên Fermandariya Giştî dimeşandin.
Hevala Berçem bi rastî ev du salên dawiyê li Saheya Navîn wek dîreka navîn bû, xebat bêtir li ser keda wê dimeşiya. Hevala Delal mirov li vir bi çend hevokan nikare pênase bike, ji ber ku hevalekê di têkoşîna me de pir xwedan ked e, xwedan cih e, kedeke xwe yê mezin heye. Beriya hemû tiştî keda xwe li ser me hemûyan heye. Ji ber ku 6-7 salan di Biryargeha Navendî de berpirsyariya giştî meşandî ye, ewqasa heval perwerde kirine. Yanî hevalekê me yê Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê bû û bi salan Fermandariya Navendî kiriye, ji bo me helbet windahiyek e. Lê tiştê li ser me dikeve, em van rêhevalên wisa paqij, durist, qehreman û fedaî rast temsîl bikin. Em wek rêhevalên wan qehremanan, tiştê li ser me dikeve, em wana di pratîkê de rast temsîl bikin, doza wan bi ser xînin û bi rastî em di şopa wan de wek tê xwestin bimeşin. Peyamên wan dayî me, em rast fêm bikin. Peyamên wan ev e, em di erkê demê de, di serkeftinê de xwe kilît bikin û kêmahiyên ku ew pê şehîd ketine, em dubare nekin.
Bi kurtahî ev şehadetên wisa ku bi qehremanî pratîk pêş xistîn, li pêşiya dijmin bûn asteng û dijmin bi bin keft. Em niha wek hevalên jiyan dikin, em ji xwe re nabêjin, em pir serketî ne. Serketin aîdî şehîdên qehreman û sekna Rêber APO yê bi wate li Îmraliyê ye. Serketin a wan e. Em şopdarê wan in û divê em jî kêmahiya xwe hîn zêde bibînin, xwe rast bikin, di sala nû de xwe hîn zêde bi şêwazeke temam beşdarî pratîkê bikin. Ji bo ku em bikaribin deynê stûyê xwe bidin. Niha di Bakur de wisa ye; li Bakur dijmin negihîştiye encamê û dijmin binketî ye.
DI SIYASETA DIJÎ ROJAVA DE DEWLETA TIRK JI ALIYÊ DÎPLOMATÎK Û LEŞKERÎ VE LI BIN KET
Lê parçeyên din jî hene, ji ber ku konsepta dijmin ne tenê Bakur bû. Mesela Erdogan dixwest ku, li Rojava, YPG’ê, û PYD’ê bixe lîsteya terorê, operasyona Reqayê tevî çeteyên pê re ew bi xwe bike. Wisa ji Amerîka û Hêzên Koalîsyona Navdewletî re pêşniyar kir û hemû giraniya xwe da û çû gelek hevdîtin kir, ji bo ew bi xwe biçe Reqayê rizgar bike. Di vê de çi bû? Bi binkeft. Hem binkeftinek dîplomatîk girt, hem jî binketineke leşkerî. Dewleta Tirk siyaseta xwe ya li dijî Rojava bi temamî binkeftî ye. Di siyaseta xwe ya Sûrî de bi temamî binketî ye. Niha xwe xistiye bin qoltûxê Rûsya, bi alîkarî û bi îzna Rûsya hatiye Bab, an jî çûye Idlibê. Li ser vê dem bi dem Erdogan diaxive. Ev vala ye. Li wir sekna wan qet tişteke nanivîsîne. Wê niha di rojên pêş me de baş zelal bibe. Bi van dixwaze civakê bixapîne. Yanî bi hêza xwe neçû ye. Wisa Tirkiyê kiriye bazarê, li ser esasê wê bazarê îzîn dane ku biçe leşkerên xwe li wir cihekê dayne. Wisa ye, yanî ev ne çi serkeftin e, ew binkeftî ye.
DEWLETA TIRK XWEST LI BAŞÛR ŞEREKÎ NAVXWEYÎ DERXÎNE, LÊ NEKARÎ BIKE
Li Başûr jî bi esasî negihîşte encamê. Rast e, ji encama siyaseta Başûr a ku dem rast nexwend û şaş meşiya, hinek destketiyên gelê me ji dest çûn. Lê belê armanca dewleta Tirk tenê ne ev bû, armancê dewleta Tirk, şerekê navxweyî çêbike, destketiyên Başûr jî hemû têk bibe bû. Ev hîn beriya sala 2017’ê me, bi siyasetmedarên Başûr re par ve kir. Bi esasî me siyaseta wan rast xwend, lê hinekan guhê xwe hemberî van gotinên me girtin. Lê bes niha derket holê ku niyeta wan, deskeftiyên gelê Kurd li hemû beşan ji holê rakin. Wan dixwest şerê navxweyî çêbikin, ew jî ji encamê wî şerî werin di hemû derê Başûr de bi cih bibin, wisa federasyon bibin çîrok û tiştekê wisa li holê nemîne. Niha belkî hinek mewzî hatin winda kirin, feqet kêm-zêde astekî diyar jî heye. Ka, ewqasa dixwest biçe Şengalê û filan derê, niha wana pêk hatin? Na. Yanî di Başûr de jî plana dewleta Tirk encam negirtiye û binketî ye.
SALA 2017’AN JI BO DEWLETA TIRK BÛ SALEKE BINKETÎ
Bi kurtahî em sala 2017’ê ji bo dewleta Tirk, wek saleke binketî dibînin. Ji bo wê jî jixwe krîza hundirîn a aborî, siyasî pêş ketiye û Tirkiye di cîhanê de tenê maye, di tengasiyê de ye. Belkî jî di dîroka xwe de dagirkeriya Tirkiyê di serdema xwe ya herî lewaz de ye. Ev ji encamê ev hemleyê ku li hemberî me 2017’an de pêş xist û neçû encamê, binkeft, ji wê pêk tê.
Me jî weke Şoreşa Kurd li hemû parçeyan li hemû deran mewziyên xwe parastine, me bernedaye û me li gelek cih mewziyên xwe fireh kirine, pêş xistine. Wisa em namzetin, ji bo sala pêş me bikin sala serkeftinê. Ji ber ku rast e, şer giran bû, tengasî cih bi cih jiyan bûn, lê di encamê de îro astekê me heye.
Niha dijmin li ser Rojava, li ser Efrînê gotegotên xwe hene. Feqet ev, encex bi destûra hêzên derve pêk bê û wê encam negire. Eger destûr bidin jî, ev nayê wateya ku dewleta Tirk hema wê here û encam bigire. Na, wê şerekî berfireh çêbibe û em îdîa dikin ku wê bi bin bikeve.
ÇALAKIYÊN SERKETÎ YÊN GERÎLA
Niha rêveberiya me destnîşan kir ku, hinek endamên MÎT’ê di sala 2017’ê de bi operasyoneke şoreşgerî hatine girtin. Ji xwe di sala 2017’ê de gelek çalakiyên serketî hene. Ez niha hemûyan bihejmêr im, belkî ez nikaribim hemûyan temam bikim, ne hewce ye jî. Lê hîn di meha Nîsanê de bi çalakiya Baglar dest pê kir, bi çalakiya hevala Têkoşîn a fedaîtiyê bi rê ket, dûvre jî bi Berxwedana Zapê, Botanê, herî dawî bi ya Serhedê re gihîşt lûtkeyê. Di Serhedê, Zagrosê, Botanê, Amedê, Dersimê de, heta di Derya Reş de wisa li her derekê bi rastî çalakiyên pir dijwar û serketî çêbûn. Piraniya vana hatin pîrozkirin. Lê ji nav vana yek çalakiya herî serkeftî jî, cardin operasyona gerîlayên azadiya Kurdistanê li hemberî MÎT’ê kiriye. Elbet saziyên taybet ev operasyon kirin, lê ev operasyon jî pir feydeya xwe li Tevgera me bû. Ji ber ku em niha her du aliyên perdeyê jî dibînin. Yanî dijmin bi çi şêwazî veşartî li hemberî me şer dike û li ser kîjan hîmî vî şerî dimeşîne, em niha êdî dizanin. Tabî pir zêde feydeya vê li me bûye. Ez bawer im hinek tişt di rojên pêş me de wê ji çapemeniyê re jî bên parvekirin. Xuya bû ku, MÎT kar û îşê xwe ev e: Kî bi PKK’ê re di têkiliyê de ye, ew jî here bi dizî pê re têkiliyê çêbike. Şêwaz çawa dimeşîne? Ne wekî berê bi awayê polîsiye here û bigire, na. Berê taqîp dike, telefona wî/ê guhdar dike, heta dinêre ka çi zeîfiyên xwe yên malbatê, yê wî/ê kesî hene; mesela, deyndar e, yan jî pirsgirêka xwe ya malbatî heye, yan jî li hemberî hevalan berteka xwe heye, van hemûyan tespît dikin, heta hemûyan qeyd dikin, dûvre banî dikin û li lokantayekê yan jî qehwexaneyekê pê re diaxivin û dibêjin, “Ev mesele bi te re heye, tu dixebitî jî. Were bi me re jî bixebite, bi PKK’ê re jî bixebite. Ha, ku tu nexebitî, va ye belge di destê me de ye; em ê te biavêjin zîndanê û herî kêm tê 24 salan di zîndanê de bimînî!” Yanî însanan wisa dixin tengasiyê. Ê însanên zeîf bin, dinêre ku belge di destê wana de heye; ku qebûl neke, bi rastî wê karê wî xira bibe. Mala wî heye, zarokên wî hene û hwd. Lewma tu dinêrî hinek vê qebûl dikin. Yanî kesên dualî dixebitin ji xwe re çêdike. Rêbazeke xwe wisa heye, rêbazeke xwe jî heya kadroyan; mesela, kadroyên di qada civakî de dixebitin, kêmasiyên wana tespît dike, wana qeyd dike, dûvre dibêjin “ka werin em li ser pêvajoyê nîqaş bikin.” Banî dike û dibêje, “were, bi esasî me dixwest em çareseriyê bi pêş bixin, Serokê we jî hewldana xwe hebû, lê çima bi ser neket? Em vê nîqaş bikin.” Yanî wisa destpêkê bi nîqaş, dûvre jî bi dawet dike, ka were bi me re bixebite! Lazim e ti şoreşgerek bi dijmin re nîqaşên wisa nekin! Tabî ev ji bo xebatkarên di nav civakê de derbasdar e. Tê çi nîqaşê bi dijmin re bikî! Divê bi dijmin re nîqaş neyê kirin. Divê heta nîqaşkirin jî wek îxanetê bê hesibandin. Û xebatkar, milîs pêwîst e li hemberî van lîstokên dijmin hişyar bin.
PÎVANA ME YA SERKETINÊ AZADIYA RÊBER APO YE
Îdîayê me heye û îdîayê me xurt e ku em ê bikaribin vê faşîzmê bişkînin, em dixwazin di vê de kûr bibin û wisa em biçin encamê. Bi vî awayî em li hemberî şehîdên qehreman, li hemberî Rêber APO li erka xwe xwedî derkevin. Li hemberî hemû hevalên girtî, em wek rêhevalên wan bi berpirsyariyên xwe xwedî derkevin. Yanî di vê xisûsê de em di serî de xwe berpirsyar dibînin. Lê bes îdîaya me yê hemû hevalan xurt e. Ruhê Apogerî ya fedaî îro ji her demekî bêtir xurt e. Dijmin êrîşên pir berfireh meşand, bi teknolojiya serdemê ya herî bilind. Lê şerekî îradî hat meşandin û dijmin encam negirt. Em ji vir û wiha dixwazin êdî encamê bigirin. Dor êdî hat me, êdî em hemle birêxînin.
Bi vî awayî em dixwazin sîstema îşkencê parçe bikin. Hedefa me ev e. Yanî pîvana me ya serketinê ev e, ger Rêber APO azad bibe, wê çaxê em ji xwe re dikarin bibêjin, em serketîne. Heya ku Rêber APO û bi hezaran hevalên me di zindanên dagirkeriyê de bin, ew ji xwe nikarin bibêjin ku, em serkeftîne. Di vê xisûsê de tiştên serekî ez bibêjim ev in.
XUYA YE SALA 2018’AN WÊ JI BO ZINDANAN BIBE SALEKE BERXWEDANA MEZIN
A din wisa dixûyê ku sala 2018’ê wê ji bo zindanan jî bibe salekê berxwedanên mezin. Çima? Ji ber ku dijmin biryarê “cilê yek tîp” girtiye; hevalên di hundirê zindanê de jî aşkere kirin ku, ev yek qet û qet qebûl nakin. Yanî heval bi xwe biryara xwe didin, gelek aliyan jî di van derheqan de daxûyanî dan. Ji ber faşîzm, bi cilê yek tîp dixwaze îradeyê teslîm bigire. Ev berê di sala 84’an de jî xwestin bikin. Di Tirkiyê giştî de û bi taybet di zindana Amedê de ew berxwedaniya dîrokî li hemberî vê pêş ketin, dijmin wê çaxê nikarîbû pêk bianiya û gav paş de avêt. Niha jî dixûyê wê pêvajoyek wisa bi rê bikeve.
Di vir de tiştê girîng ev e; berî hemû tiştî hevalên di hundirê zindanê de rewşa wan bê gûman ne wek berê ye. Berê heval piranî di yek koxuşê de bûn, dikarîbûn rêxistinên xwe xurt bikirina. Niha ev sîstema nû ya tîpa E, pirek xwe hucrene, yan jî 3-4 kes in, yanî heval ji hev qut in. Ji bo wê her yekîne divê xwe di hundirê xwe de birêxistin bike. Çawa ku em niha dibêjin, “gerîla tîmê xwe 3-4 kes in, divê xwe bikin hêzekî rêxistinkirî, profesyonel û bi înîsiyatîf” heman tişt ji bo hevalên di zindanan de jî derbas dibe. Yanî her hucre, her koxuş divê berî her tiştî xwe pir birêxistin bike. Di nav xwe de rêxistinî xurt bike. Ji ber dixûyê ku wisa serdemeke çetin li pêş wan heye. Di vê derheqê de ger ku heval xwe çiqas birêxistin bikin û wisa bi biryar nêz bibin, em bawerin wê hîn zêde bikaribin helwesta pêwîst pêş bixin.
GIRÎNG E BERXWEDANA LI ZINDANAN BIBE BERXWEDANA TEVAHIYA CIVAKÊ
Feqet a girîng ew e ku, berxwedanê zindanan tenê bi zindanan ve sînordar nemîne, bibe berxwedana civakê giştî. Yanî berxwedana zindanan, di hundirê kolanan, malan û saziyan de belav bibe, bibe berxwedaneke giştî. Dijmin qurnaziyê dike. Niha zivistane, gerîla nikare tevbigere, dixwaze di vê zivistanê de ev cilê yek tîp bide pêş, lê divê gel bikeve dewrê. Yanî divê ku gelê me yê welatparêz, hevalên zindanan de bi tenê nehêlînin. Rêheval Mazlûm Doxan sala 81’ê nameyek şandibû, wê çaxê em li Lubnanê bûn name hat xwendin, me li wir gohdar kir. Çawa ku rêheval Mazlûm Doxan di nameyê de wiha digot, “hûn li wir amadekariyên xwe baş bikin, hingê vegerin. Lez nekin. Niha em ê bar rakin, lê divê hûn deng û bahsê me bigihînin cîhanê, li cîhanê belav bikin.” Niha jî pêwîste gelê me dengê berxwedanê zindanan bi tenê nehêlîne. Berxwedanê bike berxwedana kolanan û yê civakî. Ev girîng e. Eger wisa bibe wê biçe encamê.
2018 WÊ BIBE SERDEMEKE NÛ
Di vê derheqê de lazime gelê me jî êdî di nav xwe de rêxistinbûnê pêş bixe, êdî bizanibe ku sala pêş me, sala 2018’ê wek demekê nû ye, serdemek nû ye.
Êrîşa dijmin a li ser Goristana Şehîdan êdî di dijminatiyê de lûtkeya dawiyê ye. Niha dibe tu şer bikî û dijmin hebin. Lê şer jî hiqûqek xwe heye, exlaqek xwe heye. Di hundirê dîrokê de di hemû şerên pêk hatî de maf hatiye hiştin ku, her kes xwedî li miriyê xwe derkeve. Heta ji bo vê şer sekinandine, navber dane ku, ji bo her kes miriyê xwe rake, veşêre. Miriyek jî heqek xwe heye. Lê bi rastî ev faşîzma Daîşê û faşîzma AKP’ê vê exlaqa û vê hiqûqa pê re tine ye. Yanî miriyan jî dike hedef. Ew ji şehîdên me jî ditirse, ji goristanên me yên şehîdan jî ditirse û goristanan şehîdan dike hedef.
Êrîşa li ser Goristana Şehîdan a Garzanê yê herî dawiyê, êrîşek ne tenê li ser îradeya gelê Kurd e, li ser pêşeroja gelê Kurd e. Yanî bê hiqûqî ye, bê exlaqî ye, ev rast e. Lê esas dixwaze vî gelî ji kok ve, ji binî de rake ku qet eserek xwe tine be. Goristana şehîdan xirabe bike û heta şehîdan rake û bibe cihekê din; yanî ji bo civakê wisa bê dîrok bike, bê berhem bike û ji holê rake; ev qirkirinek e. Yanî êrîşên li ser Goristanên Şehîdan, kûr kirina siyaseta qirkirinê ye, hovîtî ye. Yek ne hov be, wisa nêzî Goristana Şehîdan nabe. Lê di dagirkeriya Tirkiyê de hovîtî, faşîzm pir kûr bûye. Di dijitiya gelê Kurd de êdî gihîştiye lûtkeya herî bilind. Ev kirinên wan tê vê wateyê. Peyamên ku didin; hûn tine ne, berhemeke we nîne, yê heyî jî wisa em ê ji holê rakin. Bi kurtahî ev heqaretek mezin e.
Ev li her Kurdekê/î heqaret e, li her kesên ku dibêjin “ez mirov im” heqaret e. Ev îşkenceyê niha di zindanan de dike, îşkenceyê li ser Serokatî, ev êrîşê li ser Goristana Şehîdan, ne tenê ji bo gelê Kurd heqaret û êrîş e, ji bo demokrasiya Tirkiyê jî, ji bo hêzên demokratîk ên Tirkiyê jî, ji bo her kesên aşitiyê dixwazin, ji bo her kesên yekîtiyê dixwazin jî êrîşek e. Ji ber wê heya ev êrîşa hebe, ne yekîtî çêdibe, ne aşitî çêdibe û ne jî demokrasî çêdibe. Her diçe hovîtî û faşîzm pêş dikeve. Ji bo wê her kesên ji xwe re dibejin, “ez demokrat, ez mirov” divê li hemberî vê derkevin, li Kurdistanê jî û li Tirkiyê jî. Ev wisa êrîşeke dijwar e.
Di tiştên me heya niha anîn ziman de wê sala pêş me çawa be, bi esasî xûya dibe. Ev sala, heman demê sala 40. a partiya me PKK’ê ye. Soz û peymana me heye ku, em sala 40. bikin salek mezin. Tişt, tenê bi xwestekên mirov nabin, divê bingehek xwe hebe, amadekariyek xwe hebe. Wisa wê mirov bikaribe bike. Niha bi rastî ji bo ku sala 2018 di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bibe saleke mezin, bibe saleke serkeftî li Kurdistanê bingehek heye. Têkoşîna 2017’an astê avakirî bingehê herî girîng e. Li hemberî hemû êrîşên dijmin, gelê me li hemû beşên Kurdistanê di seknekê de ye, zinde ye û şerê li herêmê jî pêşiya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê re vekirî ye. Ji bo wê em dibêjin, pêşeroj a me ye. Bingeh heye, em dikarin di her deverê de pêngaveke nû birêxînin.
Pêwîste hemû heval, hogir, dilxwazên me, gelê me vê heqîqetê bibînin û ew jî li gorî vê heqîqetê tevbigerin. Yanî saleke wisa tije û girîng li pêş me heye. Ev sala 2018’ê ji bo qedera gelê me, wê saleke stratejîk be. Ji bo pêşeroja Rêbertiya me, ji bo pêşeroja Tevgera me, wê saleke pir girîng be. Ji bo wê jî em dixwazin di vê salê de hîn zêde kûranî çêbikin, wisa tenê bi slogan û daxwazî nabe. Li ser bingehê heyî; li Bakurê Kurdistan, li Başûrê Kurdistan, li Rojavayê Kurdistan û Rojhilatê Kurdistan û herêma Rojhilata Navîn li ser hîmê vê bingehî em dixwazin Şoreşa Azadiya Kurdistan û Şoreşa Gelên Herêmê berepêş bibin, hemleyeke cidî bi rê bixin.
Sal, wê bibe sala hêzên azadîxwaz, demokratîkxwaz û hêzên şoreşger. Zemîn ji bo vê guncav e, lê divê her kes di vê salê de bi rastî li erkên xwe xwedî derkeve. Ger wisa bibe wê serketin bibe ya me.”