Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) got: “Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî bi têkoşîna jinan wê rejîma desthilat bi rûxe.Tola jin, ciwan û siyasetmedarên di girtîgehan de li ber benê darvekirinê ne, bê hildan”
NAVENDA NÛÇEYAN – NÛÇE CIWAN
Îro Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) têkildarî xwepêşandanên gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî belav kir.
Daxûyanî RJAK’ê wisaye :
Di daxuyaniya RJAK’ê de wiha hate ragihandin; “Em pêşengiya jinên Rojhilat û îranê silav dikin. Serhildana bi pêşengiya jinan wê bi gehe armanca xwe. Wê guhertinên demokratîk û pêşketinan çêbike. Bi destxistina azadî û hebûna jinan di refên pêş ên serhildanê de, wê bibe avabûna îradeyê dinava civakê de.”
RJAK’ê wiha dewam kir; “Di vê qonaxa dîrokî ya cîhanê de û bi taybetî li Rojhilata Navîn jinan rola xwe diyar kiriye. Weke mînak li Kobanê, Reqa û Şengalê. Bi pêşengiya jinan faşîzm û dîktatorî rûxa. Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî bi têkoşîna jinan wê rejîma desthilat bi rûxe. Tola jin, ciwan û siyasetmedarên di girtîgehan de li ber benê darvekirinê ne, bê hildan.”
Herî dawî jî RJAK’ê wiha ragihand; “Bi serhildanên gel li Îran û Rojhilatê Kurdistanê û bi pêşengiya jinan, weke jin me dest bi sala nû kir û cihê destê me di vê salê de diyar kir. Her bi vê boneyê em ruhê berxwedanê yê jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di têkoşîna xwe ya li Başûrê Kurdistanê de bingeh digirin. Têkoşîna we li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hêvî û îradeya me ji bo gihiştina azadiyê mezintir dike.”
Doğu Kürdistan Özgür Kadın Örgütü (KJAR) “Kadınların öncülüğünde faşizm ve diktatörlük yıkıldı. Rojhılatê Kürdistan ve İran’da da kadın mücadelesiyle rejim yıkılacaktır.” dedi