Malazgîrt: Armanca me ya sala 2018’an ew e ku dagirkeriya dewleta Tirk û dagirkeriya li hemû parçeyan têk bibin û destketiyên li her çar parçeyan biparêzin. Û azadkirina Rêber Apo û gelê Kurd e.
ZAGROS – NÛÇE CIWAN
Yek ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Amed Malazgîrt bersiv da pirsên nûçegihanê Stêrk TV Kûrtay Serhat û şerê sala 2017’an nirxand.
Malazgîrt di destpêka axaftina xwe de sala nû li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû malbatên şehîdan, gelên Kurdistanê û dostên Kurdan pîroz kir.
Malazgîrt diyar kir ku wan saleke dijwar li pey xwe hiştin û got, “2017 bû saleke ku bi şer bihurî. Ev şerê dijwar li Bakurê Kurdistanê û hemû parçeyên din ên Kurdistanê qewimî. Li Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk a dagirker armancek danîbû ber xwe. Bi gotina, ‘Em ê PKK’ê bi qedînin’, ‘Em ê nehêlin ku çalakiyan li dar bixin’, ‘Lidarxistina çalakiyan li aliyekî, em ê bikin ku kes nikaribe navê PKK’ê hilîne’, xwe amade kiribûn û li gorî vê yekê ketin nava liv û tevgerê. Di çarçoveya plansaziya xwe de wê bi ser herêmê, bi taybetî bi ser civakê ve biçûna. Îradeya civakê bişikanda. Piştre jî ciwan bê tesîr bikira. Yên ku karîbûn pê wê bigirta û bixista zindanê, ku jê bihata wê komkujî li hinekan bikira. Piştî ku bi vê yekê îradeya ciavkê û ciwanan şikandin wê bi hêza xwe ya teknîkê di asta herî bilind de êrîşî gerîla bikira. Ev plana xwe gav bi gav xistin meriyetê. Bi taybetî zexteke giran li saziyên qanûnî yên Kurdistaniyan kirin. Êrîşî siyasetmedaran kirin.”
Malazgîrt bi bîr xist ku ji hin aliyan ve derdor tirsandin û êrîşî nirxên manewî yên Kurdistaniyan kirin û wiha dewam kir: “Êrîşî cenazeyên gerîla kirin. Êrîşî şehîdgehan kirin. Nerazîbûna civakê jî hesibandin û li gorî vê rojevek afirandin. Êrîşên hewayî kirin û operasyon pêk anîn. Tevî vê yekê jî dijmin nekarî pêşî li çalakiyên gerîla bigire. Gerîla li Serhedê, Botanê, Dersimê û Amedê, li Derya Reş û metropolan çalakiyên bi bandor kirin. Hin çalakiyên bi bandor di çapemeniyê de jî hatin weşandin. Hinek ji wan jî me weşand. Tevî ku dijmin nexwest ev çalakî bibin rojev jî, nekarî çalakiyan binixumînin. Bi vî rengî planên wan bê encam man.”
SALA 2017’AN ME ÎRADEYA DEWLETA TIRK ŞIKAND
Malazgîrt bi bîr xist ku armanca dewleta Tirk ew bû ku sala 2017’an pêşî li çalakiyên gerîla bigire û tasfiye bike û got, “Pêşîgirtina li çalakiyên gerîla û tasfiyekirin li aliyekî, çalakiyên gerîla ji salên bihurî bêhtir hatin kirin. Şer giran bû. Dijmin di nava salê de ragihand ku wê gerîla biqedîne. Ev plana wan neçû serî. Me hê bi xurtî sal qedand. Me bi çalakiyên xwe yên bi bandor gotinên wan pûç kir. Her roj bi sedan hevalan çalakî li dar xistin û timî di nava tevgerê de bûn.
Yanî armanca dewleta Tirk a têkbirina me, tinekirina me pûç bû. Weke gerîla me sala 2017’an îradeya dewleta Tirk şikand. Rastî ev e. Ev yek jî bi pratîkê li pêş çavan e. Leşkerên dewleta Tirk salên 1990’î hinekî bi rûmet bûn, li hin cihan sîng bi sîng li dijî me şer dikirin. Lê bi taybetî di nava 2 salên dawî de nikarin bi me re şer bikin, bi me re şer nakin. Her tim dixwazin bi teknîkê tiştekî bikin. Dixwazin vê yekê jî weke serketinekê nîşan bidin.”
DIXWAZIN AXA BAŞÛR DAGIR BIKIN’
Fermandar Amed Malazgîrt bal kişand ser hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê dike û got, “Dewleta Tirk ji hin valahiyan sûd wergirt. Bi taybetî valahiya li Başûr û Iraqê weke firsendekê dixwaze bi kar bîne. tevî vê yekê dixwaze li hin cihên stratejîk ên Başûr bi cih bibe. Girê Sîro yê li Xakurkê yanî Geliyê Reş gelekî dûrî sînor e, lê dewleta Tirk niha hatiye ev cih dagir kiriye. Wekî din li xeta Barzan, Çiyayê Botî ti eleqeya xwe bi Bakur re nîne. Axa Başûr e, lê hatine li wir bi cih bûne. Bi heman rengî li aliyê Çelê herêma Xeregolê axa Bakur nîne, ew jî axa Başûr e. Bêguman vê yekê di çarçoveya planekê de dikin. Dixwazin gav bi gav axa Başûr dagir bikin.
Plansaziya wan ji bo demeke dirêj e, hesabên demkin nîne. Ji xwe li hin bajarên Başûr baregehên wan hebûn. Lê li çiyê û qadên bejahî tine bûn. Niha li qada bejahî jî bi cih bûne. Li gorî texmîna me, di mehên biharê de eger valahiyê bibînin wê hewl bidin hin cihên din jî bigirin. Di vir de armanca esasî, bicihbûna li axa Başûr e. Xuya ye eger şer bi vî rengî dijwar bidome, şer çawa li Bakur giran diqewime, wê bi biharê re li Başûr jî gelekî giran be. Dewleta Tirk dixwaze şerê li dijî PKK’ê ne li Bakur, lê li Başûr bidomîne. Armanc ev e. Em nizanin bê hikumeta Başûr û hikumeta Iraqê vê rastiyê bibînin, yan jî rast şîrove bikin ya na. Hikumeta AKP’ê di çarçoveya vê planê de dixebite.”
Malazgîrt destnîşan kir ku tenê gerîla li dijî vê dagirkeriyê têdikoşe û got, “Bi dîtina me, eger dewleta Tirk di vê polîtîkaya xwe de israr bike, wê li ser sînor gelek kuştiyan bide. Yanî li ser sînor leşker hene, lê nikarin bi bandor bin. Di rewşeke welê de ne ku nikarin xwe biparêzin. Her roj balafirên bê mirov neçar dimînin ku bên wan biparêzin. Ya jî bi balafirên şer parastina wan dikin. Bi rêya van derfetan dikarin li vir bimînin. Bêguman hevalên me car carna çalakiyên bi bandor dikin. Bi dîtina me, wê nikaribin demeke dirêj li vir bimînin. Ji xwe dema ku hevalan li hin cihan li wan dan, dest ji wir berdan û çûn.”
Malazgîrt da xuyakirin ku dewleta Tirk dixwaze sala 2018’an şer bi giranî li ser axa Başûrê Kurdistanê bimeşîne û işaret bi amadekariyên di vî warî de kir.
Amed Malazgîrt got, “Bêguman nîqaşên me jî li ser vê mijarê hene, em jî dişopînin. Ji bo têkbirina dagirkerya li Başûrê Kurdistanê em jî di nava xwe de nîqaşan dikin. Amadekariyên me jî hene.”
BÎLANÇOYÊN KU JI ALIYÊ HIKUMETA AKP’Ê VE TÊN WEŞANDIN, NE RAST IN
Di dewama axaftina xwe de fermandar Amed Malazgîrt bal kişand ser şerê taybet ê hikumeta AKP’ê û got, “Hikumeta AKP’ê heftane û mehane bîlançoyan diweşîne. Dema ku mrov bîlançoyên wan ên 2 salên dawî weşandine bînin cem hev û hesab bikin, wê were dîtin ku li gorî hesabên dewleta Tirk zêdeyî 50 hezar şehîdên me çêbûne. Eger ewqas şehîdên me hebûya diviyabû em niha ‘tine’ bibûna. Eger em hîn hene, wê demê bîlançoyên ew diweşînin ne rast in. Di nava 2 salên dawî de giranî dan ser êrîşên hewayî. Sala 2017’an êrîşên hewayî zêde kirin. Lê belê her êrîşeke hewayî nayê wê wateyê ku windahiyên me çêbûne. Gelek caran êrîşên giran ên hewayî dikin, lê tiliya hevalekî me jî xwîn nabe.”
Malazgîrt got, “Em dixwazin gelê me bi vê zanibe; windahiyên di her nûçeyên wan de tên eşkerekirin, rast nînin. Rast naxivin. Bi zanebûn hejmareke zêde didin. Ji bo ji raya xwe ya giştî re bêjin, ‘Ev hikumet serketî ye’ bi vî rengî tevdigerin. Lewma hejmareke zêde diweşînin. Ne tenê di vê mijarê de, AKP di gelek mijaran vê yekê dike.”
HILWEŞÎNA HIKUMETA AKP’Ê WÊ JI DESTÊ PKK Û GELÊ KURD BE
Fermandar Amed Malazgîrt destnîşan kir ku hilweşîna hikumeta AKP’ê wê ji destê PKK û gelê Kurd be û got, “Ji ber ku yên din hemû bê bandor kirin. Dengekî qels û nerazîbûneke kêm hebe jî, bê bandor kirin. Hikumeta AKP’ê vê yekê bi xurtî dike. Bala xwe bidinê, bi xurtî êrîşî PKK û Kurdan dike. Ji ber ku di wir de xeteriyê dibîne. AKP wê bi destê Kurdan biqede. Rastî ev e.”
2018 WÊ BIBE SALA SERKETINÊ YA PKK’Ê
Malazgîrt di dawiya axaftina xwe de işaret bi armanca xwe ya sala 2018’an kir û got, “Armanca me têkbirina dagirkeriya dewleta Tirk û dagirkeriya li hemû parçeyên din e. parastina hemû destketiyên li çar parçeyan e. Û azadkirina Rêber Apo û gelê Kurd e. Eger serketinek hebe ku divê bê bidestxistin, wê gelê Kurd teqez bi dest bixe. Em pê piştrast in ku ciwanên Kurd jî wê li dijî dagirkeriya li hemû parçeyan tevlî nava refên gerîla bibin û li dijî dagirkeriya li Kurdistanê têbikoşin. Êrîş çiqasî tên kirin bila bên kirin, em zanin ku ciwanên Kurd bi rûmet in. Wê bê tirs li dijî van êrîşan bi me re têbikoşin û tevlî nava refên me bibin. Em ê bi vî rengî dagirkeriyê têk bibin. 2018 wê bibe sala serketinê ya PKK’ê. Kurd wê bi ser bikevin.”
Malazgirt: AKP hükümetinin düşüşü, PKK ve Kürt halkının elinden olacaktır.
ZAGROS – NÛÇE CIWAN
Stêrk TV’den gazeteci Kurtay Serhat’ın sorularını yanıtlayan Halk Savunma Merkez Karargah komutanlarından Amed Malazgirt 2017 yılı savaşını değerlendirdi. Türk devletinin gerillayı bitirme sözlerine karşılık, hareket olarak 2017 yılında daha güçlü çıktıklarına dikkat çeken Malazgirt, 2018 yılının PKK ve Kürtlerin zafer yılı olacağını belirtti.
Malazgirt’in konuşmasında öne çıkan başlıklar şu şekildedir:
2017 yılı zorlu bir yıl oldu. Özellikle zorlu bir savaş dönemi olarak geçti. Geçmiş pratik vesilesiyle öncelikle Rêber Apo’nun ve şehit ailelerinin 2018 yeni yıllarını kutluyoruz. Yine Kürdistanlı halkların, Kürt dostlarının yeni yıllarını kutluyoruz.
Zorlu bir yılı geride bıraktık. 2017 savaş ile geçen bir yıl oldu. Bu zorlu savaş Kuzey Kürdistan ve Kürdistan’ın tüm parçalarında zorluklar içerisinde geçti. Kuzey Kürdistan’da işgalci Türk devleti önüne bir hedef koymuştu; “PKK’yi bitireceğiz”, “eylem yapmalarını engelleyeceğiz”, “eylem yapmalarını bırakalım, bölgede PKK isminin bile telaffuz edilmesine izin vermeyeceğiz” diyerek, kendilerini bu düzeyde hazırlamışlardı ve buna göre bir hamle başlattılar. Tabi bu hamleleri planlayarak tanzim etmişlerdi. Öncelikle bölge üzerine, özellikle de toplum üzerine gidecekti. Toplumun iradesini kıracaktı. Sonrasında gençliği etkisiz kılacaktı.
Gücünün yettiğini yakalayıp zindanlara atacak, yapabilirse de bazılarını da katliamlardan geçirecek bir planı vardı. Bunlarla toplum ve gençliğin iradesini kırıp ardı sıra, teknik gücünü kullanarak da en üst düzeyde saldırı gücünü kullanarak gerilla üzerinde bir hamle başlattı. Bunları kademeli olarak adım adım uyguladılar. Özellikle en başta Kürdistanlıların kurumlarını, yasal olan kurumlarını baskı altına alarak saldırdı.
Siyasetçilere saldırılar. Onları kendine göre etkisiz kılmak, sonrasında toplum içinde Türkiye siyasetine karşı çıkan, bunu kabul etmeyen kesimleri etkisiz kılmak ve en sonunda da Kürt gençliğinin üzerine giderek, Kürdistan’da bir korku atmosferi oluşturmaya çalıştılar. Bunları yaparak PKK için hiçbir serhildan ve destek eylemlerinin olmaması yönünde adımlar attılar. Kendi açısından bakılırsa birazda başarı elde etti. Korku yaydılar. Kürdistanlıların değerlerine manevi yönden saldırdılar. Gerilla cenazelerine saldırdılar. Şehitliklere saldırdılar. Toplumun tepkisini de hesapladılar. Buna göre de gündemlerini farklı oluşturdular. Hava saldırıları ve zaman zaman operasyonlar düzenlemek esasına göre hesabını yapmıştı. Tabi düşman bu süreçte gerillanın eylemlerini engelleyemedi. Gerilla Serhad’da, Botan’da, Dersim ve Amed’te hatta Karadeniz ve metropollerde etkili eylemler yaptı. Etkili olan bazı eylemler basına da yansıdı. Bazılarını da biz basına yansıttık. Düşman her ne kadar bu eylemleri gündemleştirmek istemese de bu etkili eylemlerin üzerini örtemedi. Doğal olarak önüne koyduğu planlama sonuçsuz kaldı.
GERİLLA EYLEMLERİ 2017’NİN KIŞ AYLARINDA BAŞLADI
Buna bağlı olarak 2017 yılı savaşı baharda başlamadı, en zorlu kış aylarında gerilla etkili eylemler yaparak bu sürece hazır olduğunu gösterdi. Bahar başlarında başlayan zorlu bir savaşın da işaretlerini böylelikle vermiş oldu. Bahardan sonra ise bütün Kürdistan’da çok zorlu bir savaş yürütüldü. Bu zorlu savaşta çok değerli bazı arkadaşlarımız da şehit düştüler. Şehit olan bu arkadaşlar yıllarca Türk devletine karşı kahramanca bir mücadele yürüttüler. Son dönemlerde Botan’da Delal arkadaş bir grup arkadaşla birlikte şehit düştü. Bu değerli arkadaşlarla birlikte onlarca kahraman şehitlerimiz oldu. Böyle bir düzeyde yaşanılan bir savaş elbette bedelsiz olmuyor. Ama Türk devletinin dillendirdiği gibi “biz onların iradesini kırdık”, “artık eylem yapamıyorlar” gibi söylemler de gerçek değildir. Doğrudur, bazı ağır şehadetler oldu, ancak gerilla eylemlerini en üst düzeyde, etkili bir biçimde gerçekleştirdi.
Türk devletinin siyaset ve politikasını sonuçsuz kıldı. Hatta daha açık söylemek gerekirse, 2017 yılında yürütülen savaşın sonucu olarak AKP hükümetinin yaşadığı kriz gösterilebilir. Bu düzeyle AKP hükümeti önümüzdeki yılı geçiremez. Bu düzeyde teknik de kullanamaz. Artık görülüyor ki ekonomisi de buna izin vermiyor. Türkiye devleti gibi bir devletin teknik gücünü uzun zaman en yüksek düzeyde kullanabilmesi zordur. Zaten biraz teknik gücüne güvenmektedir. Biz de bu teknik gücünü biraz etkisiz kılmışız. Buna göre gerilla bazı eylemler yaptı. Zırhlı araçlara karşı gerilla eylem yapamaz, diyorlardı. Biz buna karşı bazı imkanlar oluşturduk ve bunun sonucunda birçok zırhlı araçlarını ve tanklarını da imha ettik. Biz de biraz takip ediyoruz. Bazı imkanlar oluşturmuşuz. Biz kendimiz de yapıyoruz. Bundan sonra helikopterlerine karşı da etkili eylemler yapabiliyoruz. Onların hava hareketliliğini de etkisiz kıldık. Zaten biraz teknik güçlerine dayanarak hareket ediyorlar. Eğer bu teknik güçlerini de tümden etkisiz kılarsak, Türk devleti karada istediği gibi hareket edemeyecektir. Önümüzdeki yıllarda bahsettiğimiz bu hareketliliği ve tekniğini daha fazla etkisiz kılacağız.
TÜRK DEVLETİ KAYIPLARINI GİZLİYOR
Biz savaşın böyle zorlu olacağını tahmin ediyorduk. Türk devletinin saldırılarının da fazlalaşacağını biliyorduk. Özellikle düşmanın kış saldırılarıyla, bahar aylarında bu savaşın daha üst bir seviyeye ulaşacağını biliyorduk. Biz de Zagros sahasında Türk devletinin saldırılarına karşı kış aylarında etkili eylemler yaptık. Özellikle Çelê dolaylarında bu eylemler gerçekleşti. Biz bu eylemlerin bazılarını genel kamuoyuna da yansıttık. Gerilla için de yeni bir tarz gibiydi. Biz eskiden bahar aylarından sonra sonbaharın sonlarına kadar da eylemler gerçekleştiriyorduk. Kış ayları da eğitim ve bahar aylarına hazırlık olarak geçiyordu. Fakat 2017’nin kış aylarında biz de bir yenilik yaptık. Çok fazla karın yerde olduğu süreçlerde, gerilla için koşullar biraz zahmetliydi. Buna rağmen çok etkili eylemler yaptık. Bunların bir kısmı kamuoyuna da yansıdı. Hem bizim için hem de Türk devleti için bunların hepsi pratik olarak bahar aylarına hazırlık dönemi oluyordu. Zaten biz biliyorduk ki düşman bahar aylarında saldırılarını yoğunlaştıracaktı. Hatta sınır hattını biraz sağlamlaştırmak, bazı yerlerde de güney topraklarına girmek isteyecekti. Biz bunları kendi aramızda tartışarak takip ediyorduk.
Tabi bahar başlarında birkaç operasyon oldu. Ancak esas operasyon Çele hattından Güney Kürdistan topraklarına girdiği zaman, Şamkê ve Qela Bedewê etraflarında içeride ilerlemek istediklerinde, 23-24 gün çok zorlu bir savaş yürütüldü. Gerilla bu operasyonun ilerlemesine izin vermedi. Her gün düşmanın onlarca kaybı oluyordu. Düşman gördü ki sonuç alamayacak, operasyonunu geri çekmek zorunda kaldı. Tabi bundan sonra savaş biraz Çelê, Gewer, Şemzinan ve Colemerg etrafında yoğunlaştı.
Düşman da bu bahsettiğimiz hatlarda bazı operasyonlar gerçekleştirdi. Örneğin Colemerg tarafında Colemerg-Çelê yolu üzerinde onlarca etkili eylem yapıldı. Askeri operasyonlar için yapılan sevkiyatların birçoğuna karşı arkadaşlar eylem düzenlediler. Bunların bazıları yansıdı. Birçok böyle eylemin de üzerini örttüler. Bu bölgedeki halkımız bu eylemlerin hepsini gördü. Aynı düzeyde Esendere’de birçok sabotaj eylemi etkili bir biçimde gerçekleştirildi.
Düşman bu eylemlerin birinde 16 askerini yaralı olarak veriyordu ancak gerçekte 3 asker kurtulmuş, 16 asker de ölmüştü. Kayıplarını gizliyorlardı. Yine aynı düzeyde Şemzinan’da çıkan her operasyona karşı gerilla yeni taktiklerle ve kayıpsız olarak onlarca defa operasyon kollarına ağır darbeler vurdu. Düşmanın birçok kaybı oldu. Ve gerilla da özellikle Şemzinan dolaylarında kayıp vermedi. Buna bağlı olarak gerilla orta çapta diyebileceğimiz saldırı eylemleri gerçekleştirdi. Örneğin Şemzinan’da gerçekleştirilen Çeman eyleminde 15’ten fazla düşmanın kaybı oldu. Nizamiye gibi kullandıkları bir yere arkadaşlar girerek hepsini yakarak imha ettiler. Yine geçtiğimiz günlerde Güney topraklarına girerek Geliyê Reş dediğimiz alanda Sîro tepesinde arkadaşlar eylem yaptı ve sonucunda 15’ten fazla asker öldürüldü. Yine aynı düzeyde bir operasyon yaparak güney topraklarına girmek istediler. Bizim Xeregol diye adlandırdığımız bir tepede -bir grup arkadaş, 11-12 arkadaştı, hazırlıklarını yapmışlardı, bu arkadaşlar 6 gün boyunca göğüs göğüse savaşarak, düşmanın o tepeyi tutmasına izin vermedi.
Düşman da ne kadar imkanı varsa, tekniğini, savaş uçaklarını, insansız hava araçlarını kullandı. Fakat oradaki 12 arkadaş kahramanca direnerek 40’tan fazla asker öldürdüler. Sonrasında kendi inisiyatifimizi kullanarak biz o tepeyi bıraktık. Aynı düzeyde Adilbeg hattında da düşman geldi. Bizim Tepê Xwedê dediğimiz, güney halkımızın da Çiyayê Botî dediği yere gelerek orayı tuttular. Aslında o arazi Kuzey sınırları değil, Güney sınırları içerisinde kalan bir yerdir. Arkadaşlar orada 3-4 defa eylem düzenlediler, hatta silah bile kaldırdılar. Düşman bazı kayıplarını kaza olarak gösteriyor. Ama aslında arkadaşlar eylem yapıyor. Bizim koordine dediğimiz bir tepede arkadaşlar eylem yaptı. Kamera ile kayıt yapmışlar, birçok asker ölmüş. Demek ki bir ölü verme ihtiyacı duydular ki birini verdiler. Arkadaşlar roketle vuruyorlar, görüntüler var ama onlar diyor “askerimiz uçurumdan düştü.” Biz bu eylemi biraz kamuoyuna yansıttığımızda halk biraz gerçeğe ulaştı. Yani böyle onlarca eylemimiz var. Yine bundan 2 gün önce Xeregol, Koordine ve Petrot tepelerine yönelik arkadaşlar saldırı eylemi düzenledi, 16 asker öldürüldü. Bir helikopter de darbe yedi. Düşman 6 yaralı olarak kendi basınında veriyor. Ama bu eylemlerin görüntüleri bizim elimizdedir. Önümüzdeki günlerde yansıması olacaktır. Nasıl ve kaç asker öldürülmüş gözler önündedir.
Yani burada 2017 yılında Türk devletinin amacı, gerilla eylemlerini engellemek ve tasfiye etmekti. Bırakalım eylemleri engellemek ve tasfiye etmeyi, gerillanın eylemleri geçen yıllara göre çok daha fazla sayıda gerçekleşti. Savaş daha yoğundu. Düşmanın da dile getirdiği gibi ve planladığı gibi yıl içerisinde gerillayı bitirme söylemleri gerçekleşmedi. Hatta biz daha güçlü çıktık. Hem etkili eylemlerimizle hem de onların dile getirdiği gibi “üç gerilla yan yana yürüyemez duruma gelmiş” gibi söylemler tamamıyla boşa çıkarılmıştır. Her gün yüzlerce arkadaş eylem düzenleyerek hep hareket halindedirler.
Yani Türk devletinin bizi yenme amacı, bizi yok etme amacı hepsi boşa çıktı. Biz gerilla olarak 2017 yılında Türk devletinin iradesini kırdık. Gerçek budur. Bunlar da pratik olarak gözler önündedir. Türk devletinin askeri 90’lı yıllarda biraz gururluydu, bazı yerlerde bizimle göğüs göğse savaşıyorlardı. Ama özellikle bu son 2 yılda asker bizimle savaşamıyor, savaşmıyor. Hep teknikle bir şeyler yapmak istiyorlar. Bunu da bir başarı olarak göstermek istiyorlar.
GÜNEY TOPRAKLARINI İŞGAL ETMEK İSTİYORLAR
Aslında Türk devleti bazı boşluklardan faydalandı. Özellikle Güney ve Irak’taki boşluğu bir fırsat olarak kullanmak istiyor. Bununla Güney’de bazı stratejik yerlerde kendini yerleşik hale getirmek istiyor. Xakurkê’de Sîro tepesi dediğimiz yer yani Geliyê Reş sınır hattından oldukça uzaktır ama Türk devleti şimdiki durumda gelip, orayı tutmuş, orayı işgal etmiş durumda. Yine aynı düzeyde Barzan hattında Çiyayê Botî dediğimiz yerin kuzeyle ilgisi yoktur. Güney topraklarıdır ama gelip oraya yerleşmişler. Yine aynı düzeyde Çelê tarafında Xeregol dediğimiz yer aslında kuzey toprakları değildir, güney topraklarıdır. Tabi bunlar kendilerini bir planlama üzerinden tanzim ediyorlar. Adım adım Güney topraklarını da işgal etmek istiyorlar.
Planlamaları uzun bir süreci kapsıyor, kısa süreli hesaplar değil bunlar. Zaten Güney şehirlerinde bazı üs alanları vardı. Dağlarda ve kırsalda üslenmeleri yoktu. Şimdi kırsalda üslenmiş durumdadırlar. Bizim tahminimiz bahar aylarından sonra da boşluk bulurlarsa bazı yerleri tutmaları yönündedir. Burada esas amaç savaşı Güney topraklarına yönlendirmedir. Öyle görülüyor ki savaş böyle ağır devam ederse, kuzeyde savaş nasıl ağır geçiyorduysa, bahar aylarında Güney’de de savaş ağır bir şekilde devam edecektir. Türk devletinin amacı PKK ile olan savaşı kuzeyde değil, Güney’de devam ettirmektir. Amacı budur. Tabi Güney hükümeti ve Irak hükümeti bu gerçekleri ne kadar doğru görür ve yorumlar bilemiyoruz. AKP hükümeti bu planı devreye koymaya çalışıyor. Yine kendini kırsalda da yerleştirmek istiyor. Biz buna ucuz zafer diyoruz. Boşluklardan faydalanıyor. Erdoğan bu boşlukları takip ediyor ve kendini buralara yerleştirerek işgal ediyor. Nasıl Suriye savaşında kendisi hiç yer almadı ve bir boşluk bulduğunda oraya yerleşti, burada da aynı şeyi yapmak istiyor. Buna karşı ciddi bir tepki de yok.
Şimdi bu işgalciliğe karşı sadece gerilla bir mücadele yürütüyor. Kanaatimize göre Türk devleti bu politikasında ısrar ederse sınır hattında çok fazla kayıp verecektir. Yani sınır hattında asker oradadır, çok etkilidir diye bir şey yok. Kendini koruyamaz bir durumdadır. Her gün insansız hava araçları gelip onların savunmasını yapmak zorunda kalıyor. Ya da savaş uçakları ile bu savunmayı yapmaya çalışıyorlar. Bu imkanları ile buralarda kalabiliyorlar. Tabi arkadaşlarımız da yer yer buralar üzerinde etkili eylemler yapıyor. Kanaatimize göre uzun bir süre buralarda kalacaklarını sanmıyoruz.
Zaten arkadaşlar bazı yerlerde vurduklarında oraları bıraktılar. Örneğin Qela Bedewê gibi yerleri bıraktılar. Yine Koordine tepesinde bazı yerleri tutmuşlardı, arkadaşlar buralara birkaç eylem yapınca oraları da bırakarak tek bir merkezde toplandılar. Yine Şemzinan hattında da Adilbeg dediğimiz yerde duruyorlar. Bazı yerleri bıraktılar ama Botî tepesi dediğimiz yerde hala varlıklarını sürdürmeye çalışıyorlar.
Xakurkê’de Sîro tepesi dediğimiz yerde biraz hareketlilikleri var. Tabi bunları gözetleme üs bölgeleri olarak adlandırıyorlar fakat gerçek böyle değil. Kendilerini yavaş yavaş Güney topraklarında konumlandırmaya ve buraları işgal etmeye çalışıyorlar. Amaçları böyledir. Bu yüzden 2018 yılında savaşın Güney topraklarında daha yoğun bir şekilde girme ihtimali var. Bu yönde bazı hazırlıkları da var. Tabi bizim de bu yönlü tartışmalarımız var, takip ediyoruz. Güney işgalini nasıl sonlandırabiliriz çerçevesinde bizim de iç tartışmalarımız sürüyor. Hazırlıklarımız var.
ŞEHİT BEDRAN CUDÎ, ŞEHİT NALİN MUŞ HAMLESİ BAŞARILI BİR HAMLEYDİ
Şehid Bedran Cudî ve Şehid Nalin Mûş hamlesine başladığımızda ilanını yaptık. Yani kanaatlerimize göre bu hamle başarılı bir hamleydi. İşgalciliğin planlarını boşa çıkarttık. Biz bu hamleyi Gever, Şemzinan, Çelê ve sınır hatlarını kapsayacak şekilde planlamıştık. Küçüklü büyüklü birçok etkili eylemi iç içe ve sürekli bir şekilde her gün gerçekleştirdik. Bizim planladığımız hedefe ulaşan bir hamle oldu. Bu hamle ile Türk işgalci devletinin siyasetini boşa çıkarttık. Düşman “biz onları yok ettik” diyordu fakat bu hamle askeri açıdan her gün etkili bir şekilde devam ediyordu. Her gün eylemler gerçekleşiyordu, böylelikle Türk devletinin siyaseti de boşa çıkarılıyordu. Bu yönüyle biz hamleyi kendi açımızdan başarılı olarak değerlendirdik ve Çeman eylemiyle de bu hamleyi sonlandırdık.
Biz önümüze bir hedef koymuştuk. Bizim planlamamız ve önümüze koyduğumuz hedefe göre bu hamleyi başarılı görerek bu hamleyi sonlandırdık. Bilançosuyla birlikte bu hamlenin sonuçlarını da değerlendirerek kamuoyuyla paylaştık. Tabi biz gerilla olarak zaman zaman böyle büyük hamleler gerçekleştiriyoruz. Bazı yerlerde taktik hamleler, bazı yerlerde de önümüze hedefler koyarak bu tür hamleler gerçekleştiriyoruz. Eylemlerimizde de az kayıpla büyük sonuçlar almanın tarzını oluşturarak yeni bir tarz oluşturduk. Bu hamleyi de bu şekliyle başarılı olarak değerlendirdik.
AKP HÜKÜMETİNİN VERDİĞİ BİLANÇOLAR GERÇEĞİ YANSITMAMAKTADIR
AKP hükümeti haftalık ve aylık olmak üzere bilançolar yayınlıyor. 2 yıldır yürütülen bu savaşın bilançosunu yan yana getirip hesapladığımızda Türk devletinin hesaplarına göre 50 binin üzerinde bizim kayıp yaşadığımız görülüyor. Eğer bu kadar kaybımız oluyor ve her gün bu bilançoları veriyorsa bu hesaplara göre normalde bizim artık ‘yok’ olmamız gerekiyor. Eğer biz hala var isek demek ki verilen bilançolar doğru değildir. Son 2 yıldır hava saldırılarını yoğunlaştırdılar. Bu yoğunluk 2017 yılında daha da arttı.
Fakat bu yapılan her hava saldırısında bizim kayıp yaşadığımız anlamına gelmiyor. Birçok defa yoğun bir şekilde hava saldırısı gerçekleştirildi fakat arkadaşlarımızın parmağı bile kanamadı. Fakat biz takip ettiğimizde bu hava saldırılarında bir yerde 7, bir yerde 17 şeklinde büyük rakamlar veriyordu. Fakat bunlar temelsiz boş iddialardır. Çünkü gerilla da bazı tedbirlerini almıştır. İmkanları var ve bu imkanlarını kullanmışlardır. Biz her hava saldırısında kayıp vermiyoruz. Eğer vermiş oldukları kayıplar olsaydı, biraz önce özetini verdiğimiz eylemleri kim yaptı? Biz “hiç kayıp yaşamadık” dersek bu da doğru olmaz.
Biraz bizim eksikliğimizden ve yanlış hareket tarzımızdan kaynaklanan bazı kayıplarımız oldu. Biz de bunları kendi içimizde değerlendiriyoruz. Nerede yanlış yaptık? Sebep olan şeyler nelerdir? Doğru hareket tarzı nasıl olmalı? Şeklinde değerlendirmelerimiz ve iç tartışmalarımız devam ediyor. Yaşanan az sayıdaki kaybımızı da sıfıra indirmek için değerlendirmelerimiz oluyor, bu yönlü tedbirlerimiz de var. Hatta biz şimdi düşmanın tekniğini de nasıl etkisiz kılarız üzerinde düşünüyoruz. Bu yönlü çalışmalarımız var. Bazı imkanlarımız da oluşmuş durumdadır. Biz düşmanın bu teknik gücünü de yüzde seksen oranında etkisizleştireceğiz. Halkımız şunu bilmelidir; verilen her saldırı haberinin arkasındaki kayıplar doğru değildir. Doğru konuşmuyorlar. Bilerek büyük rakamlar veriyorlar. Kendi iç kamuoyunda işte “bu hükümet başarılıdır” havasını oluşturmaya çalışıyor. Bu yüzden bu rakamlar böyle fazla fazla veriliyor. Sadece bu konuda değil, birçok konuda AKP hükümeti bunu yapıyor.
Örneğin AKP hükümeti şimdi toplumu öyle bir düzeye getirmiş ki, AKP ne derse o doğrudur algısını yaratmış durumdadır. Aslında herkes de biliyor bu doğru değildir ama böyle bir gündem oluşturarak toplum üzerinde bir algı operasyonu yapıyor. Öyle bir düzeye getiriyor ki olmayan bir şeyi olmuş gibi gösteriyor. Zaten yüzleri kalmamış. Mesela bir insan yalan konuştuğunda yüzü kızarır fakat bunların yüzü kızarmıyor. Şimdiye kadar yürüttükleri propaganda ile sanki bu hükümet çok iyi işler yapıyor, çok başarılıdır gibi bir algı yaratılıyor fakat gerçek böyle değildir. Cumhuriyetin kuruluşundan bu yana AKP hükümeti cumhuriyetin en zayıf dönemini yaşamaktadır. Bu yüzden her yerde saldırı içindedirler. Bu saldırılar herkesi kapsamaktadır. Eğer çok başarılı bir hükümet olsaydı gidip cenazelerle oynar mıydı? Gidip savunmasız insanlara işkence yapar mıydı? Gençleri katleder miydi? Zayıflıkları tepki olarak dışa yansıyor ve bu yüzden gidip savunmasız insanlara saldırıyor. Sadece Erdoğan değil, Erdoğan’ın ekibinin tamamı diktatörleşmiştir. Biri eleştirince “hakaret ediyor” diyorlar fakat kendileri küfür derecesine varacak şekilde her türlü şeyi söyleme gücünü kendilerinde görüyorlar. Aslında bu bir devlet adamı için büyük bir zayıflık göstergesidir. Zaten içlerinde devlet adamı olacak kimsede kalmamış durumdadırlar. Yani bunu daha ne kadar sürdürebilirler, bu zordur.
AKP HÜKÜMETİNİN DÜŞÜŞÜ PKK VE KÜRT HALKININ ELİNDEN OLACAKTIR
AKP hükümetinin düşüşü, PKK ve Kürt halkının elinden olacaktır. Çünkü diğerlerinin hepsi etkisizleştirilmiştir. Bazı cılız sesler ve tepkiler olsa da etkisizdirler. AKP hükümeti de bunu çok iyi bilmektedir. Dikkat edilirse PKK ve Kürtlere yoğun bir biçimde saldırmaktadır. Çünkü tehlikeyi oradan görüyor. Sonu da Kürtlerin elinden olacaktır. Gerçek budur.
2018 PKK’NİN ZAFER YILI OLACAKTIR
2018 hedefimiz başta Türk devleti işgalciliğini ve tüm parçalardaki işgalleri yenmek ve dört parçada da elde edilen kazanımların korunmasına yöneliktir. Ve bu gelişmeleri kaydetmemizi sağlayan Rêber Apo’yu özgürleştirmek ve Kürt halkının özgürlüğüne kavuşturmaktır. Eğer elde edilecek bir başarı var ise bunu Kürt halkı kesin bir şekilde elde edecektir. Kürt gençliğine de inanıyoruz ki tüm parçalardaki işgalciliğe karşı bir olup gerilla saflarına katılım sağlayarak Kürdistan’daki işgalciliğe karşı mücadele edeceklerdir. Ne kadar saldırı olursa olsun biz Kürt gençlerinin gururlu olduğunu biliyoruz. Bu saldırılar karşısında korkmadan büyük bir cesaretle bizimle birlikte, bize katılarak mücadele edeceklerine inanıyoruz. Böylelikle işgalciliği yeneceğiz. 2018 yılı PKK’nin zafer yılı olacaktır. Kürtler başaracaktır.