Berê kêliyekê li bajarê Reqqa’ya azad di encama teqîna mayînekê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 13 kesên din jî birîndar bûn.
Nûçe Ciwan- Reqqa- Çavkaniyên ajansa me li herêmê ragihandin ku dema zarokên Reqqa li nava kolanên bajêr dilîstin, rastî mayînekê ku ji şopên çeteyên DA’IŞ mane hatine.
Zarok dema ku xwestine bi mayînê bilîzin, buye sedema teqandina mayînê.
Di encama vê teqînê de agahiyên destpêkê ku hatin ber destê me ew in, ku 14 sivîl birîndar bûn, yek ji wan sivîlan, tevî hemû hewldanan jî, nehat rizgarkirin û di encama birînên xwe de jiyana xwe ji dest da.
Agahiyên zêdetir dema bighêjin ber destê me emê bi we re parve bikin.