Yekîtiya Ciwanên Rojava li taxên Rojhilatê yên rizgarkirî li Helebê dewreyeke perwerdê bi şahiyekê bi dawî kir.
Nûçe Ciwan- Heleb- Şahiya ku li pêş navenda şehîd Ferzende ya YCR pêk hat, bi sedan ciwan û şêniyên Helebê beşdar bûn.
Şahî destpêkê bi deqeyek rêzgirtin li ser rihê şehîdên azadiyê destpêkir, piştre li ser navê YCR’ê û TEV- DEM’ê axaftin hatin kirin.
Axaftinan bal kişandin li ser kiryarên dewleta faşîst a Tirk û tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelên Kurdistanî Abdullah Ocelan û diyarkirin ku bi saya fikir û ramanê Rêber Ocelan ew gihiştine vê astê.
Piştre koma şehîd Ezîz ya komîteya çand û hunerê ya Yekîtiya Ciwanên Rojava dîlanên floklorî pêşkêşkirin.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.