Rêveberên payebilind ên MÎT’ê Erhan Pekçetîn û Aydin Gunel têkildarî komkujiya Parîsê agahiyên berfireh dan û behsa wê kirin ku komkujî ji layê kê ve û çawa hatiye pêkanîn kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – NÛÇE CIWAN
Destpêka sala 2013’an, dewleta Tirk a bi rêveberiya Tayyîp Erdogan ku ji her alî ve tengav bûbû ji bo bêhnek bistîne bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re li Girava Îmraliyê dest bi hevdîtinan kirin. Ocalan ku ji şer raweste û siyaseta demokratîk li Kurdistan û seranserê Tirkiyê serwer bibe û çareseriyeke demokratîk pêşbikeve ji bo van hevdîtinan gelek hewldanên mezin da lê, dewlet dîsa bi dek û dolaban nêzî pêvajoya hevdîtinan bû.
Rêberê PKK ji aliyekî ve bi heyeta dewletê re, li aliyê din bi Heyeta Îmraliyê ya ji rêveberên HDP û KCD’ê rûdinişt. Bala tevahiya cîhanê li ser peyamên ji Îmraliyê bû. Ji ber ku hevdîtinên li Osloyê ji ber nêzîkatî û polîtîkayên dewletê bi ser neketibûn.
‘Komkujiya Parîsê bi fermana Erdogan pêk hat’
Ocalan dixwest, hevdîtinên pê re tê kirin veguherîne zemîneke çareseriyê ji bo pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê.
3’ê Çileya 2013’an yekemcar heyeteke sivîl diçû Îmraliyê. Lê belê 6 roj piştî vê hevdîtinê li Parîsê 9’ê Çileya 2013’an êrîşeke hovane hate kirin. Ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez bi sê fîşekên li serê wan ketî, hatin kuştin.
Heman piştî komkujiyê, di hevdîtinên Îmraliyê de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gotinên giran ji heyeta dewletê û MÎT’ê re kir û got, “Ev komkujî divê were ronîkirin.”
Tetîkêş Omer Guney demeke kin piştî komkujiyê hate girtin, lê belê hêzên rasteqîn ên li pişt tetîkêş nehate eşkerekirin.
Guney kujer bû, fermana jê re hate dayin jî ji Enqereyê hat. Rêveberên PKK û PAJK’ê weke berpirsyarên li pişt komkujiyê Tayyîp Erdogan û MÎT a Tirk nîşan didan û bi gotinên tund destnîşan dikirin ku tola ê komkujiyê wê were hilanîn.
Di belgeyeke ku 14’ê Çileya 2014’an hate weşandin de eşkere dibû ku fermana înfazê ji aliyê çar rayedarên MÎT’ê ve hatiye dayin. Di belgeyeke 18’ê Mijdara 2012’an de îmzeyên rayedarên MÎT’ê O. Yuret, Û.K. Ayik. S. Asal û H. Ozcan hebûn.
Heman wextê qeyda dengekî hate weşandin û tê de dihat bihîstin ku Omer Guney bi rayedarên MÎT’ê re plana cînayetê dike.
Çend roj beriya destpêkirina doza komkujiyê, Omer Guney li girtîgeheke Fransayê mir. Bi mirina Guney re xwestin dozê binixumînin. Lê belê gel û jinên kurd bi salan bi dirûşma “Tolhildan û edalet” daketin qadan û xwestin hêzên li pişt komkujiyê werin darizandin.
Piştî destpêkirina konsepta şerê topyekûn ê dewleta Tirk ku 24’ê Tîrmeha 2015’an dest pê kir, li Bakurê Kurdistanê berxwedana xwerêveberiyê ya bi heybet dest pê kir û li qadên gerîla jî çalakiyên berfireh pêk hatin. Di vê demê de, Berxwedêrên Xwerêveberiyê 2 rêveberên MÎT’ê zevt kirin.
‘Erdogan fermana tasfiyekirina rêveberên PKK Û KCK’Ê da’
Tayyîp Erdogan jî fermanên taybet dabû MÎT’ê û mîna 9’ê Çileya 2013’an Komkujiya Parîsê, xwestibû ku rêveberên payebilind ên PKK û MÎT’ê werin tasfiyekirin.
MÎT’ê jî bi pereyekî zêde û tîmên taybet giranî da ser operasyonên îstîxbaratê. Hedef, payebilindên PKK û KCK’ê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Erdogan û tîma wî digotin, “Heta Nîsana 2017’an wê PKK biqede û di nava salê de wê kes navê PKK’ê nikaribe hilîne”. Bi vê gotinê girîngiya vê konseptê nîşand didan.
PKK’ê ev konsepta Erdogan weke dewma Komkujiya Parîsê nirxand. PKK’ê Tebaxa 2017’an dest bi operasyona dijber a îstîxbaratê ya şoreşgerî kir.
Li dijî van planên MÎT’ê, Operasyona Tolhildanê ya Şoreşgerî ya şehîd Sakîne Cansiz ji aliyê tîmên taybet ên gerîlayên HPG’ê ve hate destpêkirin û di encamê de 2 rêveberên payebilind ên MÎT’ê hatin girtin. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê 3’ê Çileya 2017’an detayên vê operasyonê bi berfirehî ji raya giştî re eşkere kir.
‘Yên ku bi Omer Guney re axivîn rêveberên payebilind ê MÎT’ê bûn’
Ji îfadeyên rêveberên payebilind ên MÎT’ê yên hatin girtin, agahiyên li ser Komkujiya Parîsê û hêzên komkujî kirine, zelal bûn.
Destpêkê, sala 2014’an qeyda deng hate weşandin. Di vê qeydê de dihate bihîstin ku Omer Guney tevî sê ajanên Tirk plana komkujiyê dikin. Ev qeyd ji aliyê polîsên pispor ên Fransayê ve hate piştrastkirin.
Rayedarên payebilind ên MÎT’ê yên ji aliyê HPG’ê ve hatin girtin, ev axaftin piştrast kirin.
Îtirafên Rêveberê MÎT’ê Erhan Pekçetîn ên li ser komkujiya Parîsê
Rêveberê MÎT’ê yê hate girtin Erhan Pekçetîn li ser vê qeyda deng wiha dibêje:
Ûgûr Kaan Ayik: EBF (Serokê Daîreya Karên Cihêkariya Etnîkî ya Derveyî Welat)
Midûrê Şûbeya Operasyonê: Ogûz Yuret
Personelê Şûbeya Operasyonê: Ayhan Oran
Wekî din qeyda deng heye ku li înternetê hate weşandin. Dema ku min li wî dengî guhdarî kir, min fêhm kir ku operasyon ji aliyê sê personelên me; serokê daîreya EBF a derveyî welat Ûgûr Kaan Ayik, midûrê şûbeya operasyonê ya wê daîreyê Ogûz Yuret û personelê wê şûbeyê Ayhan oran ve hatiye plankirin û bi cih hatiye anîn. Ji ber ku min ji dengê wan ew nas kir.
‘Sûcê komkujiyê yê MÎT’ê bi belgeyan piştrast bû’
Ev daxuyaniyên rêveberê MÎT’ê Erhan Pekçetîn bi rengekî vekirî nîşan da ku 9’ê Çileya 2013’an komkujiya li dijî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji aliyê MÎT a dewleta Tirk a bi rêveberiya Tayyîp Erdodan ve hatiye kirin.
Rêveberê MÎT’ê Erhan Pekçetîn her wiha ragihand ku Omer Guney personelê MÎT’ê ye:
“Bi personelekî agahîgirtinê yê bi navê Omer Guney, li oteleke li Enqereyê hevdîtin hatiye kirin. Qeyda deng a li otelê hatiye girtin.”
Îtirafên girîng ên rêveberê MÎT’ê yê hate girtin
14’ê Çileya 2014’an belgeya fermana sûîqestê ya ji bo tetîkêş Omer Guney hate şandin, derketibû holê. Rêveberên MÎT’ê bi vê gotinê piştrast kir ku ev belge rast e.:
“Bêguman sûîqestên bi vî rengî hesas in. Mijareke ku divê di asta herî bilind de biryar bê dayin. Haya kêm kadroyan ji vê heye.”
Erhan Pekçetîn piştrast dike ku belgeya MÎT’ê ya li medyayê hate weşandin rast e. Û li ser cihê vê belgeya bi sernavê ‘Daxwazname’yê li nava MÎT’ê bi van gotinan anî ziman:
“Nota daxwaznameyê divê bigihêje heta musteşar. Musteşar jî ji Serokkomar dipirse. Ne bawerim ku bi tena serê xwe biryarê bide. Ji ber ku mijarên welê ne ku dikare rê li ber pirsgirêkên navneteweyî veke. Di demekê de ku hevdîtinên aştiyê dihate kirin. Ne Ayhan Oran, dibe ku midûrê şûbeyê ew daxwazname amade kiribe. Ûgûr Kaan Ayik serokê daîreyê ye, digihêje heta wî. Yê ji Ûgûr Kaan Ayik jî payebilindtir, alîkarê serok Sabahattîn Asal e. Digihêje heta Sabahattîn Asal. Ne şaş bim Sabahattîn Asal wê demê tevî Mûhammed Dervîşoglû tevlî hevdîtinên aştiyê dibe. Piştî Sabahattîn Asal, wê demê serokê GÎB’ê Halûk Ozcan hebû. Serokê GÎB’ê jî dişîne ji alîkarê musteşar re. Alîkarê musteşar jî dide musteşar. Belgeya daxwaznameyê bi vî rengî digere. Ev ne kareke ku Alîkarê Musteşarê Serokê GÎB’ê karibe bike. Divê bigihêje musteşar û ew erê bike.”
Navên di belgeya MÎT’ê ya 18’ê Mijdara 2012’an hate nivîsandin cih digirin, yên kî ne?
Li binê belgeya 18’ê Mijdara 2012’an, îmzeyên rêveberên MÎT’ê hebûn.
Li binê belgeyê navê Midûrê Şûbeyê O. Yuret, Serokê Daîreyê Û. K. Ayik, Wekîlê Alîkarê Serok S. Asal, Serok H. Ozcan hebûn.
Rêveberên MÎT’ê yên bi operasyona HPG’ê hatin girtin, van kesan nas dikin û van agahiyan didin:
“Îmzeya bi O. Yuret cih digire, ya Ogûz Yuret e. Ogûz Yuret niha serokê daîreya Wanê ye. Wê wextê midûrê şûbeya operasyonê bû.
Û. K. jî Ûgûr Kaan Ayik e. Niha Serokê Karên Taybet e. Wê wextê serokê daîreya EBF bû (Karên Cihêkariya Etnîkî).
S. Asal jî Sabahattîn Asal e. Niha Alîkarê Musteşarê Îstîxbarata Stratejîk e. Wê demê Alîkarê Serokê Daîreya Karên Cihêkariya Etnîkî bû.Îmzeyên di nota daxwaznameyê de cih digirtin, ên van e.”
Sabahattîn Asal kesê herî stratejîk ê Erdogan e!
Navê wekîlê alîkarê serok Sabahattîn Asal ê navê wî li binê belgeyê heye, balê dikişîne. Ji ber ku Sabahattîn Asal di hevdîtinên ÎmraliYê de di nava heyeta Dewletê de li gel Musteşarê Ewlekariya Cemaweriyê Mûhammed Dervîşoglû bi navê MÎT’ê cih digire.
Derket holê ku Sabahattîn Asal li lojmanên MÎT’ê yên li Enqereyê bi Omer Guney re hevdîtin kiriye.
Du rayedarên MÎT’ê yên ji aliyê HPG’ê ve hatin girtin eşkere kirin ku plana komkujiya Parîsê li Lojmanên MÎT’ê yên li Enqereyê hatiye plankirin û bilêta balafirê ya Omer Guney jî ji acentaya ger û geştê ya li Lojmanên MÎT’ê hatiye kirîn.
Reveberê MÎT’ê Erhan Pekçetîn di îfadeya xwe de li ser vê mijarê wiha dibêje:
Omer Guney personelê MÎT’ê ye
“Bi personelekî agahîgirtinê yê bi navê Omer Guney re li oteleke Enqereyê hevdîtin hate kirin. Qeyda deng a li otelê hatiye girtin.“
‘Bilêta Omer Guney a vegera li Parîsê ji aliyê MÎT’Ê ve tê peydakirin’
Di îfadeya rêveberên MÎT’ê yên hatin girtin de li ser şêweyê birêxistinkirina Komkujiya Parîsê û bilêta balafirê ya Omer Guney ev agahiyên balkêş dan:
“Di asta sûîqestê de dema ku di çapemeniyê de eşkere bû ku hatiye Enqereyê û bilêta vegera Parîsê kirî ye, dema ku hat fêhmkirin Omer Guney e, servîsa Fransayê nivîsek ji me re nivîsand. Der barê mijarê de agahî xwestin û bi qasî zanim, bersiv jê re nehat dayin. Bawerim Emniyeta Fransayê jî nivîsek ji Emniyeta Tirk re şandiye. Emniyet jî li ser xebitiye û bilêta Omer Guney a ji Enqereyê ber bi Parîsê ve ji nûmaraya PNN’ê şopandiye. Xwe digihîne acentaya ku bilêt jê kiriye, acentaya Rêyên Hewayî ya Tirk. Ev acenta li lojmanên rojava yê Yenîmahalleyê ye ku personelên rêxistinê biletên xwe yên fermî ji vir peyda dikin. Min cihê wê nedît. Em tenê telefonê jê re vedikin û ew jî bilêtê ji me re peyda dike. Nûmaraya PNN dike. Bilêt ji wir hatiye kirîn, ji acentaya li nava lojmanên rojava. Ne li nava rêxistinê, lê li lojmanan bilêta vegera Omer Guney ji bo Parîsê hatiye kirîn.”
‘Tayyîp Erdogan plansazên komkujiya Parîsê bi bilindkirina payeya wan pîroz dike’
Rêveberên MÎT’ê yên di destê HPG’ê de ne destnîşan kirin ku personelên MÎT’ê yên cihê xwe di Komkujiya Parîsê de girtine payeya wan ji aliyê Erdogan ve hatiye bilindkirin. Erhan Pekçetîn di vê der barê de wiha dibêje:
“Ew sê kes, piştî wextekê Ûgûr Kaan Ayik weke nûnerê Doha çû. Ogûz Yuret jî ji bo serokatiya daîreya ETÎ hate tayinkirin. Ayhan Oran jî piştî wextekê ji Atîna re legal hate hilbijartin. Sal û nîvekê ma. Ogûz Yuret ji bo serokatiya herêma Wanê, Ûgûr Kaan Ayik jî ji bo serokatiya karên taybet payeya wan hate bilindkirin. Payeya wan bi lez hate bilindkirin. Ayhan Oran jî ji nava rêxistinê hate avêtin.”
Bi îtiraf û belgeyan îspat bû ku MÎT’ê komkujiya Parîsê plan kiriye û bi cih aniye.
Cemîl Bayik: endamên mît’ê yên ku hatibûn ku rêveberên pkk’ê tasfiye bikin derbeke giran xwarin
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di daxuyaniyên xwe de, yên piştî komkujiya 9’ê Çile ya 2013’an bi çend rojan bal kişandibû ser wê ku komkujî ji hêla MÎT’ê ve hatiye rêxistin, 4’ê Çile ya 2018’an jî li Stêrk Tv, di bernameyekê de bal kişandibû ser girîngiya vê operasyonê û gotibû, ‘’ev operasyon xwedî taybetmendiyeke dîrokî ye.’’
KCK li ser endamên MÎT’ê ku di Komkujiya Parîsê de bi risteke girîng rabûne agahiyên girîng dan.
Ugur Kaaan Ayik hem plana komkujiya Parîsê girêdaye û hem jî pêk aniye. Di komkujiya Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de di bin banê Xebatên Dabeşker ên Etnîk de, ya bi ser Seroktiya Îstîxbarî û Ewlehî ya MÎT’ê de, Serokê Daîreya Xebatên Dabeşkeriya Etnîk a Derveyî Welat bû (EBF). Piştî komkujiyê 2014’an ew kirin nûnerê fermî yê MÎT’ê yê paytexta Qatarê, Dohayê.
Oguz Yuret, 2012’an Midûrê Şûbeya Operasyonê ya Daîreya PKK’ê ya li Derveyî Welat, ya Xebatên Dabeşkeriya Etnîk a Seroktiya Îstîxbarat û Ewlehiyê bû. Piştî komkujiyê bi demeke kurt anîn ser Seroktiya Daîreya Analîzê ya Seroktiya Îstîxbarata Elektronîk û Teknîk a MÎT’ê.
Navekî dî jî Sabahattîn Asal e, ku di belgeya MÎT’ê de ya bi fermana Komkujiya Parîsê, navê wî derbas dibe.
Sabahattîn Asal: Di Komkujiya Parîsê de ev şexs, li Seroktiya Îstîxbarat Ewlehiyê de Alîkarê Serok e.
Bi dorê Oguz Yuret girêdayî Ugur Kaan Ayik e.
Ugur Kaan Ayik jî girêdayî Sabahattîn Asal e. Wê demê Sabahattîn Aslan di
hevdînên Imraliyê de bi Muhammed Dervîşogl re tevlî hevditinan dibe.
Belê, PKK, bi operasyona Tolhildana şoreşger a şehîd Sakîne Cansiz bi belgeyan aktorê sereke yê Komkujiya Parîsê, MÎT’a dewleta Tirk derdixîne holê û navên girîng ê saziya MÎT’ê ku komkujî pêk aniye digire.
MİT üst düzey yöneticileri Erhan Pekçetin ve Aydın Günel, 9 Ocak 2013’te gerçekleştirilen Paris katliamının kimler tarafından ve nasıl planlandığını itiraf etti.
HABER MERKEZİ – NÛÇE CIWAN
ANF’nin Leyla Fidan imzasıyla yayınladığı haberde, MİT üst düzey yöneticileri Erhan Pekçetin ve Aydın Günel, 9 Ocak 2013’te gerçekleştirilen Paris katliamının kimler tarafından ve nasıl planlandığını itiraf etti. ANF’nin haberinde Paris katliam öncesi, sonrası MİT’in itiraflarıyla derlendi. PKK’nin tutukladığı MİT yöneticileri Aydın Günel ve Erhan Pekçetin’in itirafları kendi ses ve görüntü kayıtlarıyla yayınlandı.
ANF’nin geçtiği haber şöyle:
2013 yılının başlarıydı. 2012 yılında HPG gerillalarının yıl boyunca sürdürdüğü devrimci operasyonlarla Bakurê Kürdistan’da alan hakimiyeti kurulmuş, Türk ordusu arazide adım atamaz hale gelmişti.
Zindanlar’daki Açlık Grevi Direnişi’ne binlerce kişi katılmış, direniş 2012 yılının sonuna doğru doruğa çıkmıştı.
Kürdistan, Türkiye ve Sürgündeki Kürdistanlılar ve dostları serhildanlarla direnişteki yerini almıştı. Bütün alanlarda sıkışan Tayyip Erdoğan yönetimindeki Türk devleti, İmralı’da ağır tecrit altında tutulan Kürt Halk Önderi Abdullah Öcalan ile görüşmelere başlamıştı.
Daha önce Oslo Görüşmelerinde PKK yöneticileri ile görüşen devlet heyeti 2012 yılının sonlarında ise İmralı’da Kürt Halk Önderi Abdullah Öcalan ile görüşmeler başlatmıştı.
Kürt Halk Önderi Abdullah Öcalan, bir yandan devlet heyeti diğer yandan da HDP ve DTK yöneticilerinden oluşan bir İmralı Heyeti ile görüşmeleri sürdürüyordu. Bütün dünyanın gözü İmralı’daki görüşmelerden gelen mesajlardaydı. Çünkü daha önceki Oslo müzakereleri devletin uyguladığı politikalar ve yaklaşımları nedeniyle çözüm getirmemişti.
Tayip Erdoğan’ın talimatıyla Paris Katliamı yapıldı
Kürt Halk Önderi Abdullah Öcalan ise kendisi ile yapılan görüşmeleri Türk devletinin demokratikleştirilmesi ve Kürt Sorunun çözümü için bir zemine çevirmek istiyordu.
3 Ocak 2013’te ilk kez sivil bir heyet İmralı’ya gidiyordu. Ama bu görüşmeden sadece altı gün sonra, Paris’te 9 Ocak 2013’te kanlı bir saldırı gerçekleşti. PKK kurucularından Sakine Cansız, KNK Paris temsilcisi Fidan Doğan ve gençlik hareketi üyesi Leyla Şaylemez, başlarına sıkılan üçer kurşunla katledildiler.
Katliamdan hemen sonra İmralı’da yapılan görüşmede Kürt Halk Önderi Abdullah Öcalan, devlet heyetine ve MİT’e sert sözlerle yönelmiş, “Bu katliamın aydınlatılması gerektiğini” ifade etmişti.
Öcalan, Paris Katliamı’nı 2. Uluslararası komplo ve Dersim Katliamı olarak değerlendirmişti. Bu katliamın aydınlatılması için ne gerekiyorsa yapılmasını istemişti. Paris’teki katliamı Ömer Güney isimli tetikçi yapmıştı. Ömer Güney Türk MİT’i tarafından eğitilmiş ve Avrupa’daki Kürt örgütlenmeleri içerisine sızdırılmıştı.
Fransız yetkililer katliam yerine gelerek bu kirli olayın aydınlatılacağının sözünü veriyordu.
Ömer Güney, katliamdan kısa bir süre sonra tutuklandı. Ancak tetikçinin ardındaki gerçek güçler ortaya çıkarılmamıştı.
Tetikçi Ömer Güney talimatı Ankara’da MİT’ten aldı
Ömer Güney, tetikçiydi, emri verenler ise Ankara’daydı.
PKK’li ve PAJK’lı yöneticiler ve yetkililer de katliamın ardında Tayyip Erdoğan ve Türk devletinin Milli İstihbarat Teşkilatının olduğuna dikkat çekiyor ve bunun intikamının alınacağını sert sözlerle açıklıyorlardı. PKK Yürütme Komite Üyesi Cemil Bayık, katliamdan hemen sonra yaptığı açıklamada Paris Katliamı’nda Türk devletinin ve MİT’in rolüne dikkat çekiyordu. Bayık, “Bu katliamdan MİT’in, özellikle de MİT müsteşarı Hakan Fidan’ın kesinlikle haberdar olduğunu ve katliamın Ankara’da planlandığını” vurguluyordu.
Fransız savcı tarafından yürütülen soruşturmada, tüm izler Ankara’ya götürüyordu. Soruşturma boyunca birçok bilgi ortaya çıktı.
14 Ocak 2014’te basına sızan bir belgede infaz emrinin Türk istihbarat teşkilatına mensup dört yetkili tarafından verildiği anlaşılıyordu. 18 Kasım 2012 tarihli belgede MİT yetkilileri O. Yüret, U.K. Ayık, S. Asal ve H. Özcan’ın imzası vardı.
Aynı dönemde basına sızan bir ses kaydında, Ömer Güney, kimliği belirsiz MİT üyeleriyle cinayet planları yapıyordu. Hedefte Sakine Cansız dahil birçok Kürt temsilci vardı.
Bu bilgilerin sızdığı sırada katil zanlısı cezaevinden kaçış planları yapıyordu. Suç ortağı Ruhi S. isimli biriydi. Almanya’dan gelerek cezaevini ziyaret etmişti. Bir ziyaret öncesi, savcının talimatıyla görüşme kabinine ses alıcıları yerleştirilmişti. Güney, isim vermeden, şifreli ifadelerle muhatabından Ankara’daki MİT binasına gitmesini istiyordu.
Ocak 2014’te Ruhi S.’nin Almanya’daki evine yapılan baskında ifadesi alınmıştı. Evdeki aramalarda 9 Ocak 2014 tarihli üç fotoğraf ve el yazması belgeler bulundu. Bunlar özellikle bir kaçış planı içeriyordu. Paris’teki Salpêtrière hastanesine kaldırıldığı bir sırada, silah kullanarak kaçmayı planlıyordu. Yıllar sonra ölüm haberinin geldiği yer de yine aynı hastaneydi.
PKK için Paris Davası’nın intikam operasyonu ile sürdürdü
Dava Fransa’da Ömer Güney’in ölümü ile fiilen kapatılmak istenmişti. Ama üç devrimcinin ailelerinin avukatları, Kürt halkı ve PKK için dava bitmemişti. Çünkü sorun katliamı yapan tetikçi ve onun ölümü ile sonuçlanacak bir dava değildi.
Kadınlar ve tüm Kürt halkı “İntikam ve Adalet” sloganları ile kesintisiz eylemlerini yıllarca sürdürdüler. PKK ve Kürt Özgür Kadın Hareketi, adaletin ortaya çıkması ve katliamın arkasındaki güçlerin cezalandırılması gerektiğini belirtiyordu.
PKK, katliamı yaptıranların izini sürdürdü.
Türk devleti ise İmralı’da Kürt Halk Önderi Abdullah Öcalan’ın çözüm çabalarını boşa çıkarmış, Öcalan üzerinde ağır tecriti başlatarak, 30 Ekim 2014 tarihli MGK toplantısındaki “ÇÖKTÜRME PLANI”nı hayata geçirmişti.
2012 yılında askeri olarak yenilen Tayyip Erdoğan yönetimindeki Türk devleti, 7 Haziran 2015’te seçimlerinde de AKP yenilmişti. Erdoğan darbe ile 7 Haziran seçimlerinin sonuçlarını geçersiz kılmış, 24 Temmuz’da ise topyekün savaş konseptini Medya Savunma Alanlarında onlarca uçağın katıldığı, yüzlerce bombardıman ile başlatmıştı.
PKK ise direnişi geliştirmiş, halk Bakur’da görkemli özyönetim direnişini başlatmış, gerilla her alanda eylemlerini yaygınlaştırmıştı. Ve tam da bu süreçte Özyönetim Direnişçileri Cizre’de 2 MİT yöneticisini ele geçirmişlerdi.
Erdoğan’ın MİT’e özel talimat: PKK ve KCK’li yöneticileri tasfiye edin!..
Tayyip Erdoğan ise MİT’e özel talimatlar çıkarmış, 9 Ocak 2013’teki Paris Katliamı’daki gibi PKK, KCK üst düzey yöneticilerini tasfiyesini istemişti.
MİT de harekete geçmiş, büyük paralar aktarılarak çok özel ekipler kurdurmuş istihbarat operasyonların yoğunlaştırmıştı. Hedef, Medya Savunma Alanları’ndaki PKK ve KCK’li üst düzey yöneticileriydi. Erdoğan ve ekibinin “2017 yılının Nisan ayında PKK bitecek ve yıl boyunca PKK’nin artık esamesi okunmayacak” sözleri de bu konsepte verilen önemi gösteriyordu.
PKK, Erdoğan’ın bu konseptinin Paris Katliamı’nın devamı olarak ele almıştı. Operasyon timlerini gözlemlemeye başlamış ve operasyonu planlayan ve yöneten grubu ele geçirmenin planlarını yapmıştı. PKK’nin devrimci karşı istihbarat operasyonu ise Ağustos 2017 yılında gerçekleştirildi.
Paris katliamcılarına Şehit Sakine Cansız İntikam Operasyonu
HPG gerillalarına bağlı özel birimler, Güney Kürdistan’da Medya Savunma Alanları’na yakın bir yerleşim yerinde Türk MİT’inin üst düzey yetkililerine yönelik ŞEHİT SAKİNE CANSIZ DEVRİMCİ İNTİKAM OPERASYONU’nu gerçekleştirdi. Operasyonda MİT’in PKK’li yöneticilerine yönelik operasyonunu planlayan ve yöneten iki üst düzey yöneticisi yakanlandı. KCK Yürütme Konseyi Eşbaşkanlığı, 3 Ocak 2017’deki açıklamada bu tarihi operasyonunun detaylarını kamuoyu ile paylaştı. Açıklamadaki bilgiler tarihi önemdeydi:
“Aylardır hazırlık yapan 2 üst düzey MİT yöneticisi tam saldırıya geçeceklerken HPG’nin özel bir birimiyle ŞEHİT SAKİNE CANSIZ DEVRİMCİ İNTİKAM OPERASYONU’nu başlatmış ve bu üst düzey yöneticileri ele geçirmiştir.”
KCK: Tarihin en büyük devrimci karşı operasyonu MİT’e yapıldı
“Tarihin gördüğü en büyük devrimci karşı istihbarat operasyonuyla ele geçirilen 2 MİT yöneticisinin Özgürlük Hareketimize karşı Tayyip Erdoğan’ın talimatıyla Hakan Fidan’la birlikte doğrudan çalışan daire başkanları olması bu operasyonun büyüklüğünü ortaya koymaktadır” denilen açıklamada, MİT yöneticileri ile ilgili ise şu bilgiler verildi:
“Ele geçirilen MİT üst düzey yöneticileri 20 yıldır Türkiye ve Kürdistan’ın çeşitli yerlerinde önemli görevler yapan ve daha sonra MİT merkezinde görevlendirilen Erhan Pekçetin ve Aydın Günel’dir. Erhan Pekçetin, MİT’in en stratejik dairesi olan etnik bölücü faaliyetler Daire Başkanı, Aydın Günel ise içeride ve dışarıda MİT İnsan Kaynakları Yöneticisidir. Bunlar MİT merkezinde çalıştıkları ve önemli sorumluluk üstlendikleri için ve diğer dairelerle sıkı ilişki içinde olduklarından MİT’in bütün çalışmalarından ve yaptığı operasyonlardan doğrudan ya da dolaylı bilgi sahibidirler.”
Açıklamada gündemi sarsacak çok önemli bilgiler vardı. MİT’in kurumsal yapısını çökerten bilgiye sahip olunduğu, çok sayıda MİT yöneticisi, üyesi, istihbarat elamanı, sorgu evlerinin deşifre edildi, bir bölümünün ise tutuklandığı belirtiliyordu.
Paris Katliamı’nın birincil dereceden sorumlusu Erdoğan ve MİT
Operasyonun ŞEHİT SAKİNE CANSIZ DEVRİMCİ İNTİKAM OPERASYONU adını alması da ayrıca dikkat çekiciydi. Çünkü Paris Katliamı’nın planlamasının kimler tarafından, nasıl yapıldığı, tetikçinin nasıl görevlendirildiği de açığa çıkartılıyordu.
Tayyip Erdoğan yönetimindeki AKP iktidarının çatışmasızlık ortamında ve İmralı’da görüşmeler sürerken imha siyasetini yürüttüğüne vurgu yapılan o açıklamada şu bilgiler dikkat çekiyordu:
“İmralı görüşmelerine devlet heyeti adına Muhammed Dervişoğlu’yla birlikte katılan Sabahattin Asal’ın bir MİT yöneticisi olarak 9 Ocak 2013’te gerçekleşen Paris Katliamı’nın planlayıcılarından olması, AKP iktidarının ve MİT’in komplocu karakterinin kanıtı olmaktadır. Şu bir daha görülmüştür ki, Türk devleti ve onun kirli işlerini yapan MİT için Kürtleri yok etmede her yol mubahtır.”
Ömer Güney ile konuşanlar MİT’in üst düzey yöneticisi
Yakalanan iki MİT üst düzey yöneticisinin ifadelerinde Paris Katliamı ile ilgili bilgiler, Paris Katliamını yapan güçlerin kimler olduğunu da netleştiriyor. Paris Katliamından bir yıl sonra Ocak 2014’de de peşpeşe yeni kanıtlar ortaya çıkmıştı.
Önce 2014 yılında bir ses kaydı yayınlandı. Kayıtta Ömer Güney, üç Türk ajanla cinayet planları yapıyordu. Bu ses kaydının gerçekliği Fransız uzman polisleri tarafından doğrulandı.
HPG’nin operasyonla tutukladığı MİT üst düzey yetkilileri de bu konuşmayı teyit etti.
HPG’nin tutukladığı MİT’çi Erhan Pekçetin’den Paris itirafları
Erhan PEKÇETİN’in bu ses kayıtları ile ilgili konuşmasında şunları şöylüyor:
Uğur Kaan Ayık: EBF (Yurtdışı Etnik Bölücü Faaliyetler Daire Başkanı)
Operasyon Şube Müdürü: Oğuz Yüret
Operasyon Şube Elemanı: Ayhan Oran
Yine internete düşen ses kayıtları var. Onları dinlediğimde o zaman suikastin yurtdışı EBF daire başkanı olan o dairedeki Uğur Kaan Ayık o dairedeki operasyon şube müdürü Oğuz Yüret ve o şubedeki Ayhan Oran memur üç personelimiz tarafından planlandığı ve hayata geçirildiğini anladım. Çünkü ses kayıtlarından mensupları tanıdım.
MİT’in katliam suçu belgelendi
MİT Yöneticisi Erhan Pekçetin’in bu açıklamaları, 9 Ocak 2013’te Sakine Cansız, Fidan Doğan ve Leyla Şaylemez’in Tayyip Erdoğan yönetimindeki Türk devleti’nin MİT’i tarafından yapıldığını net bir şekilde ortaya koyuyor.
MİT Yöneticisi Erhan Pekçetin’in Ömer Güney’in MİT elemanı olduğunu açıklaması da dikkat çekici:
“Ömer Güney diye bir haber elemanıyla Ankara’da bir otelde görüşülmüş. Oteldeki Ses kayıtları alınmış.”
HPG’nin tutukladığı MİT yöneticisinden önemli itiraflar
14 Ocak 2014’te ise Ömer Güney adlı tetikçiye suikast için verilen talimatın belgesi ortaya çıkmıştı. MİT yöneticileri bu belgenin de gerçek olduğunu şu sözlerle teyit ediyor:
“Bu tür suikastler hassas tabi. Çok üst düzeyde bir karar verilmesi gereken bir konu çok dar bir kadro bilir.”
Erhan Pekçetin’in medyaya sızdırılan MİT belgesinin de doğru olduğunu teyit ediyor ve ARZ NOTU başlıklı bu belgenin MİT’in işleyişi içindeki yerini de şu sözlerle açıklıyor:
“Arz notunun müsteşara kadar çıkması gerekir. Hatta müsteşar cumhurbaşkanına sorar, tek başına karar vereceğini düşünmüyorum. Çünkü uluslararası sıkıntı yaratabilecek konular. Barış görüşmelerinin devam ettiği bir dönem. O arz notu Ayhan Oran değil, muhtemelen şube müdürü yapmıştır. Sıra silsilesi Uğur Kaan Ayık daire başkanı ona çıkar. Uğur Kaan Ayık’ın bir üstü başkan yardımcısı Sabahattin Asal‘dır. Sabahattin Asal’a gider ki Sabahattin Asal o dönem bildiğim kadarıyla Muhammed Dervişoğlu ile birlikte barış görüşmelerine giden bir isim. Sabahattin Asal’dan sonra o dönem GİB başkanı Haluk Özcan diye hatırlıyorum. GİB başkanı da müsteşar yardımcısına gönderir. Müsteşar yardımcısı da müsteşara gönderir. Arz notunun silsilesi böyledir. Bunu bir GİB Başkanı Müsteşar Yardımcı’sının yapacağı bir faaliyet değil. Müsteşara kadar çıkar ve orada onaylaması gerekir.”
18 Kasım 2012’deki yazılan MİT belgesindeki isimler kimler?
18 Kasım 2012 tarihli belgede Türk istihbarat teşkilatı MİT yöneticilerinin imzaları bulunuyordu.
Belgenin altında Şube Müdürü O. YÜRET, Daire Başkanı U. K. AYIK, Başkan Yardımcı Vekili S. ASAL, Başkan H. ÖZCAN isimleri yer alıyor.
HPG’nin operasyonla tutukladığı MİT Yöneticileri bu belgenin altındaki isimleri tanıyor ve şu bilgileri veriyor:
“O.Yüret olarak yer alan imza Oğuz Yüret’e aittir. Oğuz Yüret şu anda Van bölge daire başkanı. O dönem operasyonu şube müdürüymüş.
U. K. Ayık, Uğur Kaan ayıktır. Şu anda özel faaliyetler başkanı O dönemde yurtdışı EBF (Etnik Bölücü Faaliyetler) daire başkanıydı.
S. Asal ise Sabahattin Asal’dır. Şu anda Stratejik İstihbarat Müsteşar Yardımcısıdır. O dönem Etnik Bölücü Faaliyetler’de Başkan Yardımcılığındaydı.
Arz notunda yer alan imzalar bunlara aitti.”
MİT’çi Sabahattin Asal, Erdoğan’ın en stratejik adamı!
Belgenin altındaki BAŞKAN YARDIMCISI VEKİLİ SABAHATTİN ASAL ismi ise dikkat çekici. Çünkü SABAHATTİN ASAL, İmralı’daki görüşmelerde Devlet Heyeti içinde Kamu Güvenliği Müsteşarı Muhammed DERVİŞOĞLU ile birlikte MİT adına yer alıyor.
Ve SABAHATİN ASAL’ın tetikçi Ömer Güney ile Ankara’da MİT Lojmanlarında görüşmeler yaptığı da ortaya çıkıyor…
HPG’nin tutukladığı iki MİT üst Düzey yöneticileri Paris Katliamı’nın Ankara’da MİT Lojmanlarında planlandığını hatta, Ömer Güney’e alınan uçak biletinin de MİT Lojmanlardaki seyahat acentasından alındığını açıklıyorlar.
MİT yöneticisi Erhan Pekçetin ifadesinde bu konu ile ilgili şunları söylüyor:
Ömer Güney’in MİT elemanı
“Ömer Güney diye bir haber elemanıyla Ankara’da bir otelde görüşülmüş. Oteldeki Ses kayıtları alınmış.”
ÖMER GÜNEY’İN PARİS’E DÖNÜŞ BİLETİNİ MİT TEMİN EDİYOR.
HPG’nin tutukladığı üst düzey MİT’çilerin ifadesinde Paris Katliamı’nın Ankara’da MİT’te nasıl örgütlendirildiğini ve Ömer Güney için uçak biletinin nereden nasıl alındığını anlatması ayrıca dikkat çekici:
“Suikast aşamasında Ankara’ya gelip Paris’e geri dönüş uçak bileti basına yansıyınca, Ömer Güney’in olduğu anlaşılınca, Fransız servisinin bize yazı yazdığını duydum. Konu hakkında bilgi talep edildiğini ve cevap verilmediğini biliyorum. Herhalde Fransız emniyeti de Türk emniyetine bir yazı yazmış. Emniyette çalışma yürütmüş Ankara Emniyeti Ömer Güney’in Ankara’dan Paris’e dönüş biletini PNN numarasından veya izini takip ederek. Satın alındığı agentayı Türk Hava Yolları agentasına ulaşıyor. Bu agenta Yenimahalle batı lojmanları içerisinde bizim teşkilat mensuplarına resmi görevlerde bilet temin eden bir agenta var. Yerini görmedim. Biz sadece telefon açıp söylüyoruz, o bize bileti temin ediyor. PNN numarasını veriyor. Oradan alınmış batı lojmanları içerisinden ki bizim agentadan. Teşkilatın içinde değil ama lojmanların içinde Ömer Güney Paris’e geri dönüş bileti alınmış.”
Tayyip Erdoğan, Paris Katliamı’nı yapanları terfi ile ödüllendirdi
HPG’nin tutukladığı MİT üst düzey yöneticileri Paris Katliamında yer alan MİT’çilerin Tayyip Erdoğan tarafından terfi ile ödüllendirildiğinin bilgisini Erhan Pekçetin veriyor:
“O üç kişi bir süre sonra Uğur Kaan Ayık Doha’ya temsilci olarak gitti. Oğuz Yüret de ETİ başkanlığına daire başkanı olarak atandı. Ayhan Oran da Atina’ya legal seçildi bir süre sonra. Bir bir buçuk sene kaldılar. Onlar şu an Oğuz Yüret Van bölge başkanı, Uğur Kaan Ayık özel faaliyetler başkanlığına terfi ettiler. Hızlı terfi ettiler. Ayhan Oran da teşkilattan atıldı.”
Paris Katliamı’nı MİT’in planlayıp yaptığı bu itiraflar ve belgelerle ispatlanmış oluyor.
Cemil Bayık: PKK’li yöneticileri tasfiyeye gelen MİT’çiler büyük darbe yedi
9 Ocak 2013’teki katliamdan birkaç gün sonraki açıklamalarında katliamın MİT tarafından örgütlendirildiğine dikkat çeken KCK Yürütme Konseyi Eşbaşkanı Cemil Bayık, 4 Ocak 2018’de Stêrk Tv’deki programda yapılan bu operasyonun önemine dikkat çekmiş; “bu operasyonun tarihi bir özellikte olduğunu” ifade etmişti.
KCK Paris Katliamı’nda temel rol alan MİT’çiler hakkında da önemli bilgileri açıklamış oluyor.
Uğur Kaan Ayık Paris katliamı planlayıcısı ve uygulayıcısıdır. SAKİNE CANSIZ, FİDAN DOĞAN VE LEYLA ŞAYLEMEZ katliamında MİT Güvenlik İstihbarat Başkanlığı’na bağlı Etnik Bölücü Faaliyetler bünyesinde Yurtdışı Etnik Bölücü Faaliyetler (EBF) Dairesi Başkanıydı. Katliam sonrası 2014 yılında Katar’ın başkenti Doha’ya resmi MİT temsilcisi olarak atandı.
Oğuz Yüret 2012 yılında Güvenlik İstihbarat Başkanlığı’na bağı Etnik Bölücü Faaliyetler bünyesinde Yurtdışı PKK Dairesinde Operasyon Şube Müdürü olarak görevliydi. Katliamdan belli bir süre sonra şahıs MİT Elektronik Teknik İstihbarat (ETİ) Başkanlığına bağlı Analiz Daire Başkanı olarak tayin edildi.
Paris Katliamı’nın talimatlandırıldığı MİT belgesinin altında adı olan isim ise Sabahattin Asal.
Sabahattin Asal: Paris Katliamında bu şahıs Güvenlik İstihbarat Başkanlığında Başkan Yardımcısıdır.
Sıralı olarak Oğuz Yüret, Uğur Kaan Ayık’a bağlıdır.
Uğur Kaan Ayık ise Sabahattin Asal’a bağlıydı. O süreçte Sabahattin Asal İmralı Görüşmelerine Muhammed Dervişoğlu ile birlikte katılan şahıstır.
Evet, PKK, ŞEHİT SAKİNE CANSIZ DEVRİMCİ İNTİKAM OPERASYONU ile Paris Katliamının gerçekleştiren temel aktörü olan Türk devletinin MİT’i olduğunu belgeleriyle ortaya çıkarıyor ve katliamı yapan MİT kurumunun çok önemli isimlerini de tutukluyor.
Besê Hozat: Kadın hareketi intikam için mücadelesini hiç durdurmadı
KCK Yürütme Konseyi Eşbaşkanı Besê Hozat, ‘Şehit Sakine Cansız Devrimci İntikam Operasyonunu’ değerlendiriyor. Hozat, özellikle Kürt Özgür Kadın Hareketinin mücadelesine de dikkat çekiyor.