Şervanên YPG û YPJ ‘ ê ,Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û Sakine Cansiz ku yek ji damezrînerên PKKê ye, di pêncemîn salvegera şehadeta wan de bibîr anîn.
NAVENDA NÛÇEYAN – NÛÇE CIWAN
Fermandara YPJ’ ê Mahabad Koçer “Bîranîna Sarayan ji bo me sedemê têkoşînê ye. Em wek YPJ, her tim şopdariya van hevalan ji xwe re esas digirin û xwe li ser vê ava dikin” ani ser ziman
Daxûyanîya Ragihandin û çapemenîya YPG wisa ye :
Şervanên YPG û YPJê, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û Sakine Cansiz ku yek ji damezrînerên PKKê ye, di pêncemîn salvegera şehadeta wan de bibîr anîn.”Hersê jinên şoreşger ku 5 sal beriya niha ji alî saziyên îstîhbarata dewleta Tirk ve bi komployê hatibûn şehîd xistin, ji alî şervanan ve hatin bîranîn. Bi dehan şervanên YPG û YPJê yên Foca Şehîd Dogan ji bo bîranîna hersê şehîdan merasîmeke leşkerî lidar xistin. Di merasîmê de Fermandara YPJê Mahabad Koçer axivî û got: “Bîranîna Sarayan ji bo me sedemê têkoşînê ye. Em wek YPJ, her tim şopdariya van hevalan ji xwe re esas digirin û xwe li ser vê ava dikin. Em soza şopandina vê rêyê jî dubare dikin.”
Herwiha şervanên YPJê diyar kirin ku heya yek roj ji emrê wan bimîne, ewê bi sekn û têkoşeriya Sara, Rojbîn û Ronahî, xeta jina azad ji xwe re bikin bingeh.”
Merasîm bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” bidawî bû.