Serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildana azadî û demokrasiyê ye.
Nûçe Ciwan- Qamişlo-
Ev daxuyanî ji aliyê ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê yên bajarê Qamişlo, di derbarê serhildana ciwanan û gel a li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatin dayîn.
Endama ciwanên PYD’ê Awaz Umer destnîşan kir ku ev serhildan li hember rejîma dîktator ya Îranê û sîstema netewpereste û got “Gel li Îranê kirîzeke aborî dijî, di gelek bajaran de çalakî hatin lidarxsitin”.
Umer wisa berdewam kir: “Sîstema Îranê nijadperest û olperest e. Bi vê yekê ve girêdayî, jin kolekirin, mafê wê jî jidest girtin. ev rewş herwiha li ser ciwan û gelên Îranê jî pêkan bû”.
Di dawiya axaftina xwe de Umer got: Em bi hêvî ne ev şoreş bighêje armancên xwe. Emê heya dawî piştgirî bidin ciwan û gelên Îranê.
Ji aliyê xwe ve jina ciwan Sê’al Muhemed diyar kir ku Îran dixwaze kevana xe ya Şî’î mezin bike li Yemen, Sûriya û Iraq û destnîşan kir ku ev serhildan li hember paşverûtiya dewleta Îranê ye, li dijî yekserdestiyê ye.
Muhemed diyar kir ku gel mafê xwe dixwaze û got: Ez bi hêvî me ev serhildan bighêje armancên xwe. Bijî berxwedana gelan li Îranê.
Ciwanê PYD’ê yê bi navê Welat Sadûn serhildanên destpêka kirîza Sûriyê bibîrxist û ev serhildan weke encamê rabûna ciwanan û gel li hember heman zihniyeta kujer û îdamkirinê ya Netew – Dewlet nirxand.
Sadûn serhildan weke serhildana azadî û demokrasiyê binav kir û got ku: Ev serhildan rêya azadkirin û demokrasîkirina Îranê vekir. Gelê Îranê ji faşîzmê re got Êdî Bes e. Em jî çi ji me were xwestin emê bikin”.