Yekîtiya Ciwanên Rojava li bajarê Helebê ji bo azadiya Rêber Ocelan meşek organîze kir.
Nûçe Ciwan- Heleb- Meşa ku di çarçoveya hemleya Serî Hilde ya ku ciwanan li her derê daye destpêkirin, bi armanca azadiya Rêberê Gelên Kurdistanê Abdullah Ocelan, bi sedan ciwanên ji pêkhateya kurd û ereb tevlî bûn.
Di meşê de al û posterên Rêberê Gelên Kurdistanê Abdullah Ocelan, tevî alên Yekîtiya Ciwanên Rojava û pankartên ku li ser nivîsandî Serî Hilde bi zimanên kurdî û erebî hatin hildan.
Meş ji qada şehîdan destpêkir û li taxên Şêx Meqsûd û rojhilatê Helebê geriya û heya navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava meşê berdewam kir.
Ciwanan di meşê de sloganên Ji bo Azadiya Rêber APO Serî Hilde, Bijî Serok APO, Bê Serok Jiyan Nabe qêriyan.
Meş li pêş navendê veguherî mîtîngeke mezin, têde bi navê ciwanên Helebê endamê rêveberiya Yekîtiya Ciwanên Rojava Ciwan Heleb axivî û destnîşan kir ku Ciwan fedayiyên Rêber APO ne.
Mîtîng bi vêxistina navê Serî Hilde bi zimanên kurdî û erebî bi agir û gerandina govendê li ser dengê stranên şoreşgerî bi dawî bû.