Ciwanên Kobanê li derdor konê çalakiyê kom dibin û serî hil didin.
Nûçe Ciwan- Kobanê- Rêveberiya Konê Serî Hilde ji ajansa me Nûçe Ciwan re diyar kir ku, roja duyemîn ya kon bi çalakiyên têr û tije derbas bû.
Rêveberiyê diyar kir ku îro Yekîtiya Jinên Ciwan ya kantona Kobanê tevlî çalakiyê bûn û ev yek hêzek da çalakiyê; Herwiha hinek komînên bajarê Kobanê serî li konê çalakiyê dan.
Destpêka çalakiyan bi civîneke di derbarê Pêngava Serî Hilde de ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Rojava YCR’ê ve hate lidarxsitin. Piştre şehîd Xebat Dêrik, di salvegera 6’emîn a şehadeta xwe de bhate bibîranîn. Bi vê boneyê sinevizyonek di derbarê jiyan û tekoşîna fermandar Xebat de hat pêşkêşkirin. Piştî vê yekê di derbarê şehîdên Yekîneyên Parastina Sivîlan – Jin ‘YPS- JIN’ sinvizyonek hate pêşkêşkirin.
Çalakî bi coş û moraleke mezin birêve diçe û ciwan govendê li ser dengê stranên şoreşgerî digrin û bi sloganên Ji bo Azadiya Rêber APO.. Serî Hilde diqîrin.
Hêjayî gotinê ye ku konê Serî Hilde dikeve nava çalakiyên pêngava Serî Hilde ya ku ciwanan li her derê daye destpêkirin ji bo azadiya Rêberê Gelên Kurdistanê Abdullah Ocelan.