Şervanên Pêngava Bagera Cizîrê li Dêra Zorê du êrîşên hemwext çeteyên DAIŞ’ê têk birin û 14 çete kuştin.
Nûçe Ciwan- Dêra Zorê- Pêngava Bagera Cizîrê ya ku Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo rizgarkirina gundewarên Bakurê Dêra Zorê û rojhilatê Firatê dabû destpêkirin, bi hemû hêza xwe berdewam dikin.
Çeteyên DA’IŞ’ê ku tengav bûne û roj bi roj têk diçin, xwestin bi du êrîşên hinek moral bigrin. Çeteyan êrîşî gundê Şel yê Dêra Zorê kirin; Lê di encama hişyarî û bersivdayîna şervanên QSD’ê de şer derket. Di encamê de 9 çete hatin kuştin, 3 erebeyên bombebarkirî hatin rûxandin; Herwiha şervanan dest danîn li ser gelek çek û cebilxaneyan û êrîş têk birin.
Çeteyan di heman demê de xwestin bikevin nuqteyên QSD’ê yên li Heqil El- Tenek, lê di encama şerê ku derket de, 5 çete hatin kuştin, erebeyeke leşkerî ya çeteyan hate rûxandin û şervanan erebeyeke din jî desteserkirin.-