Çalakiya konê Serî Hilde li Kobanê bi hemû hêza xwe dewam dike.
Nûçe Ciwan- Kobanê- Çalakiya ku di bin sîwana pêngava Serî Hilde ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Rojava û Yekîtiya Jinên Ciwan pêşket, ku ciwanan bi armanca azadiya Rêberê Gelên Kurdistanî Abdullah Ocelan, dan destpêkirin bi awayekî xurt di roja xwe ya sêyemîn de dewam kir.
Îro, roja Duşemê 15.01.2018 ciwanên Xeta Şerqî ya kantona Kobanê dewr wergirtin.
Di roja sêyemîn de serdana şandeyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Kobanê, Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk a herêma Firatê, Hêzên Asayîşê û Rabita Jina Azad çêbû.
Bi navê şandeyan axaftin hatin kirin û rola ciwanan ya di pêkanîn û pêşengtiya şoreşê de hat vegotin, endamê rêveberiya TEV- DEM’ê Ferhad Dêrik got: Emê ji 7 salî heya 70 salî serî hildin.
Piştre di derbarê berxwedana Kobanê de sinvizyon hate pêşandan,
Piştî wê jî Sinevizyona Ş.Andok Ozgur hate pêşkêşkirin û hate bibîranîn.
Herî dawî koma Delîla ya Şanoyan ya Yekîtiya Ciwanên Rojava li kantona Kobanê du şano di derbere Şerê Taybet de hatin lîstin.
Çalakî bi biryardariyeke xurt dewam dike.