Meclisa Ciwanên Tebqa ku di bin sîwana Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk li Cirniyê ya girêdayî Tebqa turnuvaya fûtbolê birêxistinkirin.
Nûçe Ciwan- Tebqa- Turnuva di bin banê pêngava Serî Hilde de hat birêxistinkirin, bi beşdarbûna 10 tîman îro li herêma Cirniyê destpêkir.
Turnuva bi navê Şehîd Ebû Nasir hate pêşxistin û di destpêkê de daxuyaniyek ji bo çapemeniyê hate xwendin.
Daxuyaniyê diyar kir ku ev yek pêngava duyemîne ji hemleya Ji Bo Vejîkirina Sporê Li Tebqa.. Serî Hildin ku yek ji çalakiyên pêngava Serî Hilde ya ciwanane.
Endamê rêveberiya Meclisa Ciwanên Tebqa Elî Hesen ji ajansa me Nûçe Ciwan re diyar kir ku armanca vê turnuvayê pêşxistina rihê sporê di nava ciwanên herêma Tebqa de ye, piştî ku çeteyên DAIŞ’ê hewl dida vî rihî bikuje di nava ciwanan de.
Piştre matça yekem ya turnuvayê hat destpêkirin.
Matça ku di navbera tîma El- Tinêra û El- Miwêlih pêk hat, bi encama 1 – 1 bi dawî bû.