Yanaya Berxwedan Spor ya Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê di civîneke xwe de binesaziya xwe ya rêveberiyê nû kir.
Nûçe Ciwan- Qamişlo- Civîna ku li navenda PYD’ê ya bajarê Qamişlo pêk hat, ji aliyê Meclisa yanayê û bi beşdarbûna hevserokên Yanayê Laleş Abdullah û Cemal Ebdulbaqî pêk hat.
Civînê di derbarê mekanîzma pêşxistina yanayê niqaşên berfireh meşandin û binesaziya rêveberiyê da guhertin.
Ajansa Nûçe Ciwan navê rêveberiyên nû yê yana Berxwedan bides xist û bi vî rengî ye:
Hevserokên Yanayê: Laleş Abdullah û Cemal Ebdulbaqî
Berpirsê Lîstokên Komî Efîf Esad
Berpirsên Lîstokên Ferdî Ebdulbaqî Cemal û Laleş Abdullah
Kotçê Tîma Fûtbolê ya Mezinan Şêxmûs Bêco û alîkar Efîf Esad
Kotçê Tîma Fûtbolê ya Ciwanan Mustefa Ehmed û alîkar Mihemed Hisên
Endamên Rêveberiya Fûtbolê Mezlûm Temê û Husam Abdullah
Ebdulsemed Hemo û Xesan Esad ji bo Rêveberiya Bîng Bong û Ebdulbaqî Cemal Kotç.
Endamên Ragihandina Yanayê Welat Sadûn û Muhened El-Ha’ib
Osman Yûsiv Rêveberiya Şitrenc û rêveberî Mihemed Gotî
Kotçê Haris’an Nûrî Ibrahîm
Kotçê Voleybolê Şikrî Wehîd
Kotçê Hêza Beden û Lîstokên Hêzê Besam Hacrî
Kotçê Têkwandû Hisên Hisên
Hêjayî gotinê ye ku yanya Berxwedan Spor di demên dawî de pir pêşket û bû yek ji yanayên herî xurt di ezmanê Federasyona Bakurê Sûriyê ya werzîşê de.