HPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wan zêdetirî 11 leşkeran kuştine.
Nûçe Ciwan- Navenda Nûçeyan- Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê diyar kir ku gerîllayan li girê Kordîne yê Çelê yê herêma Colemêrgê derbên giran li dijmin xistin.
Daxuyaniya HPG’ê got ku gerîllayan roja 12 Çile, di sa’et 13:30 li hember çeteyên artêşa Tirk ên li girê Kordîne çalakiyeke su’îqastê pêk anîn û di encamê de eskerek hat kuştin.
14 Çile di sa’et 10:30’an de li hember heman gir î, çalakî pêşxist. Di vê çalakiyê de mewzî û kerevanên leşkeran hedef hatin girtin. Di encama şewtinadina kerevanekê de 10 çeteyên artêşê mirin. Herwiha 3 kerevane û 2 mewzî hatin îmhakirin. Lê jimara kuştiyên dijmin zelal nebû.