Tevgera Xwendekarên Demokratîk li navçeya Meydankê ya kantona Efrînê meşek lidarxist.
Nûçe Ciwan- Efrîn- Meşa ku ji bo azadiya Rêberê Gelên Kurdistanî Abdullah Ocelan û Bersivdayîna Gefên Dewleta Tirk li ser Efrînê hat organîzekirin, bi sedan ciwan tevlî bûn.
Meş di bin sîwana çalakiyên pêngava Serî Hilde ya ciwanan hate kirin.
Ciwanan di meşê de al û posterên Rêber Ocelan rakirin, tevî alên Yekîtiya Ciwanên Rojava û Yekîtya Jinên Ciwan û Tevgera Xwendekarên Demokratîk; Tevî pankartên JI BO AZADIYA RÊBER APO SERÎ HILDE.
Meş bi coşeke mezin birêve çû û ciwanan sloganên Serî Hilde û Bijî Serok Apo avêtin.
Piştre meş veguherî mîtîngeke mezin û ciwanan peyva Serî Hilde bi agir vêxistin.