YPS berxwedaneke pir mezin nîşan da.
https://www.youtube.com/watch?time_continue=17&v=PuSo7z7LIYY
Nûçe Ciwan- HPM- Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Duran Kalkan ji ajansa me Nûçe Ciwan bi boneya salvegera Yekîmeyên Parastina Sivîl’an YPS’ê di sala duyemîn, axivî û got: “2018 wê bibe sala serkeftinê û vejînê”ظ
Kalkan bang li ciwanên Bakurê Kurdistanê kir ji bo tevlî YPS bibin. Duran Kalkan diyar kir ku YPS di nav Kurdistanê de li pir bajar û navçeyan de bû vejîna dîrokê.
Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê destpêka axaftina xwe de şehîdên YPS’ê û tevahî şehîdên azadiyê di şexsê şehîd Çiyager, Axîn, Nûcan, Xebat, Zeryan û Islam destpekir; “Şehîdên rêveberiya xweser di xeta qehremantî ya Egîd û Zîlan’an de meşiyan. Berxwadana wan lehengan ji bo azadî û hebûna gelê Kurd bû. Şervanên YPS’ê di rewşeke zor û zehmet de hemberî pergala faşîst û dagirker jiyana xwe fedakirin ji bo parastina ziman, dîrok, çand, bajar û hebûna me”.
YPS’ê nîşaneya qehremantiya ciwanên kurd bû.
Di berdewamiya axaftina xwe de Kalkan got ku YPS’ê ji bo gelê Bakur tê wateya azadîbûn, rêxistinbûn û zanebûnê.û wiha berdewam kir: Ciwanan pêşengtî kir, YPS’ê nîşaneya qehremantiya ciwanên kurd bû.
“Ez bang li her kesî dikim ku şervanên YPS’ê bi dildarî bibîrbibin.”
Dûran Kalkan wiha berdewam kir: Sala 2018 sala ku faşîzma AKP û MHP hilweşînen. Ev berxwedan di hemû qadan de dimeşandin; Ji xwe herî zêde bi zanebûna parastina cewehrî divê rêxistinî bike. Dijmin jî, civak jî dizane ku gelê kurd şoresa rêverberiya cewherî destpêkir.
Bedelê vê çi dibe bila bibe, gelê kurd wê pêk bîne. Sala 2018 sala guhertinê ye. Bi vî rihî em tevdigerin. Em di wê baweriyê de ne ku gelê kurd taybet ciwan û jin jî vê dizanin û li vî erkî xwedî derketin.
Ez careke din Şehîdên YPS’ê bibîrtînim û hemû şervanên YPS’ê silav dikim. Serkeftina mezin ji bo wan dixwazim”.