“Weke jineke ciwan a ereb ez dixwazim Rêber Apo bi çav bibinim” bi van gotinan Rewda bêrîkirina xwe ya ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocelan tîne ziman.
Nûçe Ciwan- Rimêlan- Sê sal derbas dibin û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocelan berdewam dike. Ev tecrîda derveyî mirovahiyê, yek ji Kiryarên herî qirêj di derheqê mirovahiyê de ye.
Li ser vî bingehî me xwest nerîna jineke ciwan ya ereb di derbarê tecrîdê de bigrin.
Jina ciwan a ereb Rewda dibêje ku dewleta Tirk dîktator e, xwest navbera Kurd û Ereb’an, Kurd û Tirk’an û Tirk û Ereb’an xera bike û azadiya gelan tune bike.
“Weke jineke ciwan a ereb Rêber Apo ji me re rêya azadiyê vekir; Me di bin sîstemke wisa de jiyan dikir ku jin girêda bû û jin nikarîbû xwe jê rizgar bike“.
Rewda wiha axaftina xwe berdewam kir: Bi hatina Rêber Apo, rê li pêş jinê vekir di her alî de; Me êdî nirxê xwe naskir. Jin bi rastî jî bû nîvê civakê. Ev yek bi saya Rêber Apo pêk hat ku jiyana xwe ji bo azadiya jinê feda kir; Herwiha ji bo ku wê bi cihêbûna wê ya bilind bide naskirin.
Rewda axaftina xwe wisa bi dawî kir: “Weke jineke ciwan a ereb ez dixwazim Rêber Apo bi çav bibinim, ne tenê li dengê wî guhdar bikim. Ez bi hêvî me ku zû azad bibe û em Rêber Apo di nav xwe de bibînin”
https://youtu.be/wfTxY3AtYls