Yekîtiya Jinên Ciwan YJC’ê li Efrînê 150 jinên ciwan perwerde kir.
https://youtu.be/a3R4zfh4uKQ
NÛÇE CIWAN- Efrîn- Yekîtiya Jinên Ciwan li kantona Efrînê bi sedan jinên ciwan li ser vekirin, girtin û bikaranîna çekê perwerde kirin.
Ev hemleya YJC’ê dikeve bin sîwana pêngava Serî Hilde, ya ku Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan dabûn destpêkirin, bi armanca pêkanîna azadiya Rêber Apo û parçekirina dagirkerên Kurdistanê.
Hemle heya niha 150 jinên ciwan perwerde kirin e.
Endama Rêveberiya YJC’ê li herêma Efrînê Lîna Efrîn ji ajansa Nûçe Ciwan re axivî û diyar kir ku armanca wan ji hemlê zêdekirina têgihiştina leşkerî li cem jinên ciwan e.
“Efrîn” destnîşan kir ku ew dixwazin rastiya gelê şerker, bi pêşengtiya jinên ciwan ên şerker ava bikin û teqez kir ku ewê parastina axa Efrînê li hember hemû êrîşan bikin.
Ji bo gefên dewleta Tirk a dagirkerî li ser Efrînê Lîna Efrîn ev got: “Kî bi destê wan girtiye?! Bila werin û gorên xwe bi destê xwe bikolin. Kesên ku xeyal dikin ku wê Efrîn têk biçe, pêwîste ji xewnên xwe şiyar bibin. Efrîn bi pêşengtiya jinên ciwan wê derseke dîroî ku nayê jibîrkirin bide dewleta Tirk û çeteyên wê“.
Endama Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan wiha berdewa kir: “Efrîn li ber xwe da, li ber xwe dide û wê li ber xwe bide. Heya ku jineke ciwan li Efrînê heye, Efrîn wê neyê dagirkirin. Îradeya jinên ciwan wê gotina dawî di şer de bibêje“.
Hêjayî gotinê ye ku amadekariyên ciwanan û jinên ciwan zêde bûne li Efrînê piştî gefên dewleta Tirk a dagirker bi hewldana dagirkirina Efrînê.