Ciwanên Girê Sipî û Kobanê daketin kolanan û piştgiriya xwe bi Efrînê re ragihandin.
NÛÇE CIWAN- Girê Sipî- Piştî bombebarana balafirên çeteyên Tirk li ser kantona Efrînê, Bi sedan ciwanên bajarê Girê Sipî û Kobanê daketin kolanan.
https://www.youtube.com/watch?v=Az83hfkgVxo
Nûçegihanê ajansa me Nûçe Ciwan li Girê Sipî ragihand ku meşa ciwanan ji qada Alê destpêkir, li kolanên sereke yên bajêr geriya û li qada El- Beled sekinî.
Ciwanan sloganên Bi can bi xwîn Em bi te re ne Efrîn avêtin.
Li aliyekî din nûçegihanên me yên bajarê Kobanê ragihandin ku bi sedan ciwan daketine kolanan û sloganên Bijî Serok APO, Bi can bi xwîn em bi te re ne Efrîn diavêjin.