Partiya Kesk a Kurdistanê di derbarê êrîşên li ser Efrînê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ewê vê carê DAIŞ’a rast têk bibin.
NÛÇE CIWAN- NAVENDA NÛÇEYAN- Partiya Kesk a Kurdistan bi daxuyaniyekê diyar kir ewê li Efrînê dewleta Tirk têk bibin.
Daxuyaniya ku ajansa me Nûçe Ciwan kopyayek jê bidest xist bi vî rengî ye:
Careke din Erdogan û hikûmeta Tirk îsbat dikin ku parêzvanên rast ên DAIŞ’ê ne û Erdogan serokê DAIŞ’ê yê rast e. Vaye êrîşî herêma Efrînê ya aştîxwaz dike û bi hêzên YPG û YPJ ku terora DAIŞ û Cebhet El- Nusra re têk birin dikeve şer û bi vê dixwaze hevkarên xwe yên DAIŞ û Cebhet El- Nusra ji nüve bide jiyankirin.
Em teqez dikin ku weke ku me DAIŞ’a wekîl li Kobanê têk bir, emê DAIŞ’a rast, Erdogan û partiya wî li Efrînê têk bibin û evê bibe destpêka dawiya wî li ser destê YPG û YPJ.
Herwiha em helwesta Rûsya ya pasîv li hember destwerdana Tirk a li ser herêma Efrînê şermezar dikin. Em ji Rûsya re dibêjin ku emê ji niha û şûnde tevlî tu hewldaneke rûsî li Sûriyê nebin, piştî ku niyeta wan ya xirab, ku me berê ji gumanên xwe parve kiribûn, derket holê.
Em daxwaza ji Netewên Yekbuyî û Meclisa Ewlekariyê dikin ku bi berpirsyariyên xwe rabin di parastina aramî û aşîtiya Bakurê Sûriyê de û nehêle Tirkiye li herêmê aramiyê têk bibe.
Gelê me yê berxwedêr û hêzên wî yên şoreşger û tekoşer li Rojavayê Kurdsitan û Bakurê Sûriyê, weke ku em 7 salan biser dikevin û axê ji teror û paşverûtiyê rizgar dikin, bingeha pergaleke demokratîk ava dikin, em ji serkeftinê bawerin. Emê terora rast bi ruyê wê yê rast, dewleta Tirk, vê carê jî li herêma Efrînê têk bibin.
Serkeftin Ya Gelê me yî Berxwedêr e
Şeîhd Namirin
Bimire Îxanet