Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd bi serokên êlên herêmê re rêzecivînan pêk anî.
Nûçe Ciwan- Navenda Nûçeyan- Civînên ku bajarokê Til Koçer, Dêrik, Çilaxa, Girkêlegê û herêma Koçeratan pêk hatin de erk û berpirsiyartiya êlên herêmê hatin nîqaşkirin. Her wiha di civînan de biryardariya parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava û Bakûrê Suriyê hatin ser ziman.
Di civînan de şehîdên şoreşê hatin bibîranîn û pişt re jî berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd ji bo berxwedaniya şeş salan û cih girtina wan a di vê şoreşê de spasiyê xwe li êlên herêmê kir.
Berdevkê YPG’ê bal kişand ser berxwedana Kobanê û bibîrxist û wiha berdewam kir “Hevkariya gel û civakê li Kobanê mizgîniya serkeftinê ji me re anî û heya gihişt Reqqayê. Di encama vê berxwedaniyê de DAÎŞ hat têkbirin.”
Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd di derbarê qonaxa piştî rizgarkirina Reqqa de jî axivî û destnîşan kir ku divê em bi hev re dîktatoriyê birûxînin.
Di civînê de çareseriya siyasî û demoqratîkbûna herêmê ket rojevê û serokên êlên herêmê di civînê de bal kişandin ser jiyana hevbeş ya gelên herêmê û ji bo avakirina Sûriyekî demokratîk girîngiya pêşxistina meclîs û komînan anîn ser ziman.
Di dawiya civînê de Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd daxwaziya berdewamkirina van civînan anî ser ziman.