Yekîtiya Jinên Ciwan di derbarê berxwedana Efrînê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
NÛÇE CIWAN- NAVENDA NÛÇEYAN- Daxuyaniya YJC’ê got ku di Rojavayê Kurdistan û Bakurê Sûriyê de şoreşeke mezin pêk hatiye û nasnameya Parastina Rewa ya Jin rengê xwe diyar kiriye; Ev yek bala hemû cîhanê kişandiye.
YJC’ê diyar kir ku serkeftina îradeya jinê li hember çeteyên DAIŞ’ê dewleta Tirk ‘dîn’ kiriye; Lewma, dest bi êrîşkirina Efrîn û Minbicê kir û wiha berdewam kir: Yekemîn yê ku sekna xwe li hember DAIŞ’ê îlan kiriye, jina ku li hember DAIŞ’ê biserketiye.
Daxuyaniya jinên ciwan wiha dewam kir: Di destpêka şoreşa Rojava me perwerdekirina jinên ciwan û mezinkirina hêzên YPJ’ê ji xwe re esas girt. Li ser vî esasî em bibin topên ji agir û bi hemû hêza xwe ya ciwantî li hember dagirkeriya Tirk şer bikin.
Çawa ku dilê cîhanê bi Kobanê re lêxist, emê bihêlin dilê hemû zindiyan bi serkeftina Efrînê re lêbixe.
Daxuyaniya YJC’ê di dawiyê de destnîşan kir ku serkeftina Efrînê serkeftina mirovahiyê ye û bang li jinên ciwan kir hun jî dikarin cihê xwe di şerê serkeftinê de bigrin.
Hêjayî gotinê ye ku Yekîtiya Jinên Ciwan li Efrînê zêdetirî 150 jinên ciwan perwerde kiribû, ji bo amadekirina xweparastina ji gefên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê.