2 tankên artêşa Tirk ku hewl didan navçeya Şêra ya Efrînê dagir bikin ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve hatin rûxandin.
EFRIN – NÛÇE CIWAN
Artêşa Tirk a dagirker hewl da bikeve gundê Dîkmetaş ê navçeya Şêra ya Efrînê. Şervanên YPG/YPJ’ê bersiv dan vê êrîşê û şer derket. Di vî şerî de 2 tankên artêşa Tirk hatin rûxandin.
Li navçeya Cindirêsê jî di encama şer de maşînên zirxî yên Tirk li pêşberî berxwedana YPG/YPJ’ê neçar man xwe vekişînin. Şervanên YPG/YPJ’ê jî leşkerên Tirk ên li herêmê man xistin bin kontrola xwe.
Wekî din, li navçeya Bilbilê jî artêşa Tirk top û hawanan diavêje gundên Kurdo û Baliya. Di navbera artêşa Tirk a dagirker û şervanên YPG/YPJ’ê de li vê herêmê şerekî dijwar diqewime.
Li gundê Sorkê yê navçeya Racoyê, beşek ji dîwarê beriya niha ji aliyê dewleta Tirk ve li ser sînor hate lêkirin, hat rakirin. Balafirên keşfê li ser herêmê digerin.