Jinên Ciwan û Ciwanên Kobanê berê xwe didin Berxwedana Efrînê.
NÛÇE CIWAN- Ji bo xwedîderketina Efrînê ji heft heya heftê salî li ser piyan e.
Gelê Kobanê ku di sedsala 21.emîn de li kêleka şervanên YPG û YPJ cih girt û bi berxwedaniya xwe mohra xwe li dîrokê xist;
îro jî ciwanên Kobanê ji bo parastina nirxên şoreşê berê xwe didin nav refên YPG û YPJ’ê û ji bo şikandina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê berê xwe didin keleha berxwedanê.