Bi hezaran ciwan û şêniyên kampa şehîd Rustem Cûdî ji bo Efrînê meşiyan. Pêşmergeyên PDK’ê jî rê nade bikevin bajêr.
NÛÇE CIWAN- Mexmûr- Tengera Ciwanên Mexmûr bi armanca piştgiriya berxwedana Efrînê meşeke girseyî lidar xist.
Meşa ku heya Hewlêrê diçe, ji aliyê pêşmergeuên PDK’ê ve hatiye atrengkirin.
Nûçegihanê ajansa me ya NÛÇE CIWAN li Mexmûrê ragihand ku xwepêşandan heya niha li ber xwe dide û bi îsrareke mezin dixwazin derbasî Hewlêrê bibin.
Di xwepêşandanê de al û posterên Rêberê Gelên Kurdistanî Abdullah Ocelan, Partiya Karkerên Kurdistan û YPG û YPJ hatine hildan û sloganên Bijî Berxwedana Rojava tên qêrîn.
https://youtu.be/1YhdggyDwkE