Jinên Ciwan û Ciwanên Mexmûr: ‘JI BO EFRÎNÊ SERÎ HILDE’

Ciwanên Mexmûrê ji bo Efrînê ku li dijî dagirkeriyê li ber xwe dide bang kirin û gotin, “Efrîn ne bi tenê ye, em ê di nava berxwedana Efrînê de cih bigirin.”

NÛÇE CIWAN- NAVENDA NÛÇEYAN- Endamên Tevgera Ciwanên Mexmûr û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûr (TCM/TJCM) di çarçoveya pêngava ‘Serî Hilde’ de  banga serhildanê di serî de li ciwanên Mexmûr û tevahî ciwanan kir ku li dorî Efrînê bibin yek û li dijî faşîzmê serî hildin.

Ciwanan ji ANF’ê re ev tişt anîn ziman:

‘JI BO EFRÎNÊ SERÎ HILDE’

DILXWAZ YUKSEK: Ez weke ciwanekî Mexmûrê û endamê Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) di serî de vê faşîzma dewleta Tirk a dij mirovahiyê şermezar dikim û banga berxwedanê li tevahî ciwanan dikin. Em jî di çarçoveya pêngava Komelên Ciwan û banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Kobanê kirî û di heman demê de banga Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Murat Karayilan a banga Rêbertî ya ji bo Kobanê dayî ji bo Efrînê jî derbasdar e, em jî xwe tevlî vê pêngavê dikin û dibêjin Efrîn ne tenê ye û wê dagiker li Efrînê têk biçe. Ji bo Efrînê serî hilde, ji bo Rojava serî hilde.

‘EFRÎN NE BI TENÊ YE’

CÎHAT GUNGEN: Weke endamekî ciwanên Mexmur em êrîşên hovane yên dewleta Tirk û hevkarên wê yên li ser Efrîn û tevahî Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin. Em carekî din didin diyarkirin ku wê dewleta Tirk a faşîst li Efrînê têk biçe û wê têkçûna Erdogan û faşîsta wê li Efrînê be. Di vê çarçoveyê de em jî li ser banga seferberiyê ya tevgera me dayîn piştgiriya xwe ji bo Efrînê tînin ziman û dibêjin Efrîn warê Kurdan e û wê ne ti hêz û ne jî ti dagirker bikare xwe nêzî Efrînê bike. Gelê Efrîn ne bi tenê ye. Em ê cihê xwe di vê berxwedanê de bigirin.

‘WÊ EFRÎN BIBE GORA FAŞÎZMÊ’

BÊRÎVAN TÛNÇ: Ez jî weke endameke Tevgera Jinên Ciwan a Mexmur (TJCM) di serî de soza me dayî şervan û şehîdên azadiyê nû dikim û bang li hemu jinên ciwan dikin ku di çarçoveya pêngava serî hilde de tevlî berxwedana Efrînê bibe. Bila hemû hêzên dagirker baş bizanibe ku çawa hêzên dagirker û faşîst di serî de li Kobanê û hemû Rojava têkçûn wê Erdogan û hevkariya wê ya şirîk li Efrînê bibin nefesa wan ya dawî. Ji bo wê em carekî din bang li hemu jinên ciwan,ciwanên Kurd û demokrat dikin û Efrînê tenê nehêlin û çawa ku Koban bi tenê nehiştin wê Efrîn jî tenê nehêlin û faşîzmê li Efrînê bin ax bikin. Wê Efrîn bibe gora faşîzmê.

‘BI RUHÊ BERXWEDANA KOBANÊ Û ŞENGALÊ EM XWEDÎ LI EFRÎNÊ DERKEVIN’

NÛDEM YEMAN: Bila hemû hêzên faşîst û dagirker baş bizanibe ku Efrîn ne bi  tenê ye û wê tenê jî nemîne. Di vê çarçoveyê de em weke jinên ciwan em piştgiriya xwe ya ji bo Efrînê didin diyarkirin û dibêjin Efrîn ne bi tenê ye û wê her jineke ciwan berê xwe bide çeperên azadiyê û şer bike. Çawa di pêşengtiya hemû ciwanan de Koban hate rizgarkirin wê îro jî Efrîn di pêşengtiya jinên ciwan û ciwanên çar parçeyên Kurdistanê de ji faşîzmê bê azadkirin. Em bang li ciwanên Mexmûrê dikin ku Efrînê bi tenê nehêle û cihê xwe di berxwedana Efrînê de jî cih bigirin. Weke ciwan em dibêjin dest û çavên dirêjî xaka Efrînê bibe wê bê şikandin û korkirin. Bi ruhê ku em xwedî li Kobanê, Şengalê derketin em ê îro jî li Efrînê jî derkevin.

‘HETA DAWIYÊ EM Ê LI BER XWE BIDIN

MERCAN KABÛL: Di serî de êrîş faşîst a dewleta Tirk a li ser Efrînê şermezar dikim. Çiqas êrîş li ser gelê Kurd û Efrînê bê kirin wê gelê Kurd têk neçe û berovajî wê bê bi hêz bibe û bi ser bikeve. Çawan ku li Koban, Şengal û deverên Rojava me li ber xwe dan em ê bi heman hêzê li Efrîn jî li ber xwe bidin û dijmin têk bibin. Dewleta Tirk ne bi tank top û balafirên xwe êrîş bikin bi hemu hêz û hovîtiya xwe êrîş bike, em weke ciwan rê nadin ku Tirkiye bikeve xaka Efrînê û Rojavayê Kurdistanê. Heta dawiyê em ê li ber xwe bidin.

Nivîsa Pêş