.Ciwanên Amazîg û gelê wê piştgiriya xwe bi berxwedana Efrînê re ragihand
NÛÇE CIWAN- NAVENDA NÛÇEYAN- Piştgiriya ciwanên Rojhilata Navîn bi berxwedana Efrînê re her ku diçe berdewam dike.
Ciwanên Amazîg ên Rêxistina Izirvan li bajarê Merakiş ê Mexribê daxuyaniyek da raya giştî û piştgiriya xwe bi berxwedana Efrînê re ragihand.
Daxuyaniyê rejîma Tirk weke dîktator pênase kir û êrîşa wê ya zilmkar, li ser erdnîgariya gelê kurd û bajarên wê yên ewleî di hewldaneke binketî de, ji bo vegerandina dîrokê û n»jenkirina peymana Saykis – Bîko ya bêbext, ku hukima îdamê li ser gelê kurd û hebûna wî birî.
Daxuyanî berdewam kir: Em weke rêxistina Izirvan ya parastina mafên aborî, civakî û çandî ij raya giştî ya navnetewî re radgihînin:
– Em lihevkirina rejîmên dîktator li Rojhilata Navîn li ser mafên gelê kurd, bi taybet rejîmên Tirkî Îranî Sûriyê û Iraq protesto dikin.
Em piştgiriya xwe bi birayên xwe yên kurd re radighînin, ji bo bidestxistina mafên xwe yên dîrokî yên rewa li ser tevahî erdnîgariya wan, ku ji aliyê emperyalîstên rojavayî ve hatin parçekirin.
Em rêxistina navnetewî vedixwînin parastina gelê kurd, ji zilm û zordaiyê bikin.
Merakiş (Mexrib)- Bîroya Netewî ya Rêxistina Izirvan