Soza me soza Tolhildan û bilindkirina Tekoşînê ye.
NÛÇE CIWAN- Navenda Nûçeyan- Fermandariya Giştî ya YPJ’ê di derbarê Berxwedana Serdemê ya Efrînê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniyê bal kişand li ser berxwedana dîrokî ya şervanên YPJ’ê û gelê Efrînê û diyar kir ku bi vîneke mezin û baweriya serkeftinê li ber xwe didin. Emê Efrînê bikin goristana dagirkerên Tirk û wê poşman bibin.
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku: Tevî hemû êrîşa hovane lê şervan û gelê Efrînê li ber xwe didin.
YPJ’ê got ku heya niha gelek çete hatine kuştin û dezgehên ragihandina şerê Taybet vê rastiyê vedişêrin.
YPJ’ê derewên dewleta Tirk ên bikaranîna sivîlan weke mertalên zindî û şehîdxistina gelek şervanan eşkere kir û wiha berdewam kir: Weke ku YPJ’ê pêşengtiya berxwedanê li Kobanê kir, wê li Efrînê jî vê berxwedan û pêşengtiyê bike.
YPJ’ê di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku ‘soza me soza tolhildana û bilindkirina tekoşînê ye’.