Karayilan: Dewleta Tirk li Efrînê têk çû

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê ku got: “Di berxwedana 6 rojan a Efrînê de dewleta Tirk têk çû”, diyar kir ku li Efrînê rûmeta mirovahiyê li hemberî dagirkirin û faşîzmê bi ser ketiye.

NÛÇE CIWAN- Navenda Nûçeyan

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Kerayilan tevlî bernameya Ronahî TV bû û êrîşên li Efrînê bi awayekî berfireh nirxand.

Nixandinên Karayilan a di bernameya televîzyona Ronahî TV de hatî weşandin wiha ye:

*Hûn êrîş û berxwedana 6 rojan a Efrînê çawa dinirxînin?

Niha di her tiştekî de destpê girînge, destpêk bingehê ava dike, ev mijar di şer de jî wisaye. Dema mirova êrîşên dagirkeriya Tirkiyê ya li ser Efrînê biner, di nava şeş rojan de berxwedana QSD, YPG, YPJ û gelê me bibîne, rastî rengê van şerî û van berxwedanî tê de xuya dike. Astekî pir bilind berxwedan tê meşandin. Berxwedanek li himber teknelojiya diniyê ya herî pêşketî tê meşandin.

Ev di şexsê gelê me yê Efrînê û di şexsê şervanên wan de tiştekî pir bilind û cihê kêfxweşiyê ye. Ji bo tevahî gelê kurd cihê serbilindiyê ye, ev 6 roj in dagirkeriya Tirkiyê tevlî teknolojiya xwe û êrîşên hewayî û bejahî nikarin encam bigire. Ev tiştekî pir girîng e û pir hêja ye. Ev ne ji bo Efrînê û gelê Kurdistanê tenê ye, lê belê ji bo hemû gelê azadîxwaz ê herêmê girînge. Niha li Efrînê li dijî teknîka serdemê berxwedana îradeya mirova bildibe. Ev ji bo tevahî mirovahiyê mesela rumetê ye.

Ev qehremanê ku îro vê berxwedanê pêş dixin, ez wan bi navê Tevgera me silav dikim. Li wir berxwedanake bi navê gelê kurd û navê hêzên demokrasîxwaz tê meşandin, ez wan silav dikim. Gelê Efrînê li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe da, em wan pir silav dikin. Em di tekoşîna wan a ji bo azadiyê de ji wan re serekftinê dixwazin.

Ev 6 rojên derbas bûye, berxwedana gel û şervanan di asta herî jor de biser ketiye. Di her demê de gava yekem girîng e,gelê Efrînê di gava yekem de biser ketiye. Dagirkeriya Tirkiyê binketiye. Pîlana dagirkeriya Tirkiyê ya destpêkê niha binketiye, ji xwe ji ber vê civîn çêkirine, li riyên dîplomatîk digerin. Digot ku ewê biserkevin, Erdogan got ku niha balafirên me lê dixin û ew direvin. Lê xuya bû ku gelê me li pêş hemû cîhanê bi sebir û xurûrek mezin li ber xwe da û liber xwe dide. Ev bû bingeh û bi vê bingehî wê biçin serekftina mezin.

Em hêza artêşa Tirk dizanin û beriya niha me aniye ziman. Zêde enerjiya wan ku fethan pêk bînin nîne, pir mezin dikin ema di rastiyê de ne wihane. Artêşa Tirk ne artêşa ku destê xwe bide kur, wir bigire, ew wiha nîne. Ên bi navê Artêşa azad jî bi wan re dibin hevkar, ew jî qeşmerin, çetene wê nikaribin tiştekî di şer de bikin. Yanî qebûl kirine ku bi dijminekî re êrîşî xaka Sûriyê bikin. Bi van gotinan nayê wê wateyê ku em dijim biçik dibîn in, Em dijminên xwe jî biçûk nebînin, lê rastiya wan ewe.

Taqeta wan nîne û nikarin raber bike, ew teknîkê bikar tînin. Ew li lihemer Gêrîla nikarin zêde liber xwe bidin. Ema piropganda wan pir zêde ye, gelek kes li pişt piropogana wan diçe û dibêjin ku ew hêza 2’an a di NATO’yê de ye. Xwe pir dinepixîn in, ema rastiya wan ne wisaye.

Berê jî dibêjin leşkerek Tirkek beranberî 7ê dinyayê ye, derewîn in ne heqsizin. Ragihandinên wan dibêjin ku ew biser ketine. em a di rastiyê de ne wisa ye, Lê YPG dibje ku bi sedan kuştiyên wan hene û cenazeyên wan ketine dest. Ev 6 roj in girê Borseyê yê Qestelê nikarin bigirin. Piropganda wan ne raste, feqet li beranberî vê çapemeniya kurd jî dibêje ku ew metroyekê pêş ve ne hatine. Em divê yekê vê bizane, di şer de pîvan ne ew e ku pêş ve hatiye, yan ne hatiye. Di şer de gerek mirova wan bîne nav xwe û wan biperçiqîne.

Li hin cihan QSD’ê wiha bike. Li gundê Hemamê û hin gundên din wiha jî bû, ev tektîk başe. Ji bo ev yek pêş bikeve divê em wan sînoran daneyîn in. Niha diparêzin, ew şêwazên wan raste, li gorî em dişopîn in. Gelê kurd û raya giştî bala baş bizane ku hatina wan a pêş de ne serkeftina wan e, heta ku hatin nêzî bajarê Efrîn jî neyê wê meneyê ku ew biserketin. Mane li Kobanê 290 gund ji aliyê DAIŞ’ê ve hate girtin. Heta 90 ji sedî ji bajarê kobanê jî girtin, lê herî dawî berxwedana Kobanê biserket. Em baş dizanin ku di nav DAIŞ’ê de leşkerên Tirk jî hebûn.

Li Efrînê jî gerek mirov sakin be, dibe ku hin baskên wan derbasî nava Efrînê bibin, ev tektîka şere. Di dawiyê de serkeftin diyar e. Jiber vê jî divê em ji pêşhatina wan netirse. Divê em biçin encama mezin. Li gorî şopandina min,fermandarên Çiyayê Kirmênc vê esas digrin û difkirin. Gelê me jî divê wiha sakin be, ji cihê xwe ne qeliqe. JI ber vê niha her kesê ku ji nêz ve dişopîne. Yanî fêm bû ku berxwedana ev 6 rojan diyar bû ku ev qehremana pîroz wê serkeve, di demên pêş de wê diyar bibe ku serkeftin a wan e.

Ev serkeftina wan wê ne tenê ji bo gelê Kurdistanê, lê belê ji bo hemû gelên azadîwaz û heta gelê Tirkiyê jî serkeftin e. Ji ber vê dive şervanên me yên li wir û gelê me di ferqa vê de bin. Ew niha dîrokî dinivîsin.

 

https://www.youtube.com/watch?v=1Qbzv6yR91Q

 

*Birêz Aldar Xelîl got ku di rewşa êrîşa Efrînê de ew ê neçin, civîna Socî ku dê ji bo rewşa Sûriyê were lidarxistin, hûn ne beşdarbûna kurdan hûn çawa dinirxînin?

Bê guman hemû hewldanên çareseriyê hêjan e, gelê Sûriyê gelek wêranî dîtiye. Hewldanên aştyane pîroz in û gerek mirov destek bike. Ew civîna ku bi pêşengtiya Rûsiya tê pîlankirin, bê guman hêjaye û dikare di çareseriyê de xwedan rol be. Lê ev êrîşên dewleta Tirk ku beriya civîna Swtçî, aramiya li herêmê piroveqesyon dike, heta şerê DAIŞ û civîna Swotçî proveqete dike. Lê ne beşdarbûna nûnerên Rêvberiya Rojava divê ne be, divê boykot neke, em bi hêvî ne ku beşdar bibin wê baştir be. Li diniyê nimûne hene, li hin aliyan şer hene û li hin aliyan hevdîtinên çareseriyê hene. Gelê Rojava dizane, lê her aliyek berjewndiyên xwe esas digrin. Ev dewlet ne ji bo tu kesî hatine, ew ji bo berjewendiyên xwe tevdigerin. Rayedarên Rojava jî divê li gorî berjewendiyên xwe tevbigerin.

Lê ya divê were gotin ku divê kurd yek bikin. Yanî divê nûnerên hemû aliyan here. Yanî heger TEV-DEM û rêveberiya kantona neçin û ENKS biçe ew ê ne baş be, divê herdû alî yan bi hev re herin yan jî divê bi hev re jî nerin. Herger ENKS’ê neçe û biryara hevbeş were girtin. Dibe ku ev bibe ku nakokiyên wan rabin.lê heger ENKS’ê bi tena xwe biçe wê demê tê wateya ku telîmatê Erdogan pêk anîne. Erdgoan kiye, Erdogan sedamê serdemêye. Kesên di ber TEV-DEM û kantona de biryar didin û kesên di ber ENKS’ê de biryar didin di vê mijarê de hesas bin. Va MHP û CHP çima bi hev re dibin yek. Heger aliyek di şer de ye û aliyê din jî bêje em ê herin ne başe, çima xelik dibin yek çima em ê nebin yek. Dewleta Tirk nijatperst û dijiminê kurd e. Heger ENKS’ê bi xwe biçe wê her aliyek tiştekî derheqê wan wan de tiştek bêjin.

Divê yekîtiyek hebe, heger tevgerê kurd neyîn gel hev jî, divê her aliyek ji ba xwe ve ji bo berjewndiyên gelê kurd xwedî biryar be.

*Daxuyaniyên Dewleta Tirk hevdû nagirin, êrîşa liser Efrînê li ser gelê kurde, ema dewleta Tirk dibêje ku êrîşa Efrînê ne li dijî gelê kurd lê tenê li dijî YPG/YPJ’ ye ,hûn vê yekê çawa dinirxîn in?

Dewleta Tirk nijatperst e dixwaze vê yekê veşêre. Ji bo wê jî pir zêde derewan dike, him di çapemeniya xwe de û rayedarên xwe de ew wisane, him serok û him serokwezîrê xwe derewan dikin. Di Sûriyê de li Efrînê şer ne hat jiyankirin. Zêdeyî milyonek kes lê jiyan dikin. Koçberên ji ber şerê Sûriyê revyane li wir jiyan dikin. Dewleta Tirk dibêje ku aramiya min di xeteriyê de ye. Ev derewe, ew dibêjin ku 300 caran sînorê wê rastî êrîşan hatiye, rayedarên Tirkiyê derewan dikin. Her kes dizane ku tu carî êrîş bi aliyê wan de ne çûye.

Topên hewanê li Reyhanê ketiye, ew der 17 kîlometreyan dûrî YPGê ye û hawan 12 kîlometir diçin,ev çawa çêbû. Bawer im rayedarekî CHP jî ev dêşifre kiriye. Li Kilisê jî welatî nimêj dikin topek hawanê avêtin mizgeftê çend kes birîndar bûn, yek du kesan jiyana xwe ji deest dan, topek din avêtine malekê. Dibêjin ku van YPG’ê avêtiye. Dixwazin li dunyayê bêjin ku ew parstina xwe dikin. Rayedarên YPG jî dibêje ku wan ne avêtiye, ya rast jî ev e. Beriya niha di civînekê de Mîtê de deng belav bû rayedarekî wan dibêje ku ew dikare çend kesan bişîne aliyê Sûriyê û ji wir topban bavêje aliyê Tirkiyê û ew mudaxele bikin. Wê demê li ser herêmên Sûriyê digot.Niha jî wisa sînaryo çêdikin, îdayên wan derew in, bi temamî derew in.

Dibêjin PKK’ê li wire, ev derewe gelê wir li wire. PKK’ê li wir nîne. Hin dewlet dibêjin em wate didin fikarê Tirkiyê. Ev çiye di bingehê Fikarê Tirkiyê tunekirina gelê kurd e, fikrên wê dijmitiya gelê kurd e. Dewleta Tirk ji tasek av furtenekê çêdike. Tu xeterî li er Tirkiyê tuneye. Dibêjin divê tu statuya kurdan çênebe. Niha dibêjin ku ew ne dijî gelê kurd in. Bin Elî Yildirim dibêje ku kesî wiha ne gotiye ku ew li dijî gelê kurd in û dibêje yên wiha gotibe ew alçeqe. Tu wiha serokê xwe Erdogan dike.

Tu xeterî li ser wan nîne, ev êrîşa wan li ser gelê Efrînê ye, ev êrîş li ser gelê kurd e. Berê jî leşkerên anîn ser sînorê Başûrê Kurdistanê û gotin ku divê referundama Başûrê Kurdistanê were rawestandin. Wiha jî kirin ku hikûmeta Îraqê êrîşî Kerkûkê bike û ji destê kurdan girtin

gotin em ê Efrînê jî bigirin û wiha em ê kurdan biaqlil bikin da ku behsa stato neke. Divê dewletên Derve vê hovîtiya Erdgoan û dewleta Tirk bibîne,ema li şûna wê dibêjin em wate didin fikarê dewleta Tirk. Mersele dixwazin di vê serdemê de îradeya kurd bişkînin û bi tu awayî behsa stato nekin. Mersele ev e.

Ji bo wê zora me diçe dema wiha dibêjin, divê hemû kurd jî aciz bibin. Em li ser vî esasî piştgiriyê dikin, ji ber êrîş li ser pêşeroja gelê kurd heye, ne tenê li ser gelê kurd, lê belê li ser hemû demokrasîxwazên Sûriyê, heger Efrînê bgirin wê nema ji Sûriyê derkeve. Rêjîm niha di erênayê de ye, difikirin ku Tirkiyê ket Efrînê wê nêzîkî Helebê bibin û wiha wê metirsîn li ser Rêjîmê jî bibe.

Nikarin têkevênê, ew dixwazin Efrînê hemû bigirin. Ev mijara wan a hatina 30 kîlometreyan feneke, heger ji her aliyekî ve 30 kîlometreî hatin wê Efrîn nemîne wê hemû bikev destê wan. Bin Elî Yildirim got ku Efrîn çaye û Minbciê jî şekirê bi ser deye, armanca wan ew e ku hemû herêmê dagir bikin.

Ema tiştê di berxwedana van 6 rojan de pêk hat, diyare ku berxwedêrên Efrînê wê rê nedin ku ew metrekê pêş ve werin. Ev cesaret û îrdeya ku raber kirine,kes nikare xaka wan dagir bike. Niha Tirk di bin re bin re ketine tevgerê, ji aliyê cîhanê rê zext li ser wan heye.Ev binkevtina wan diyar dike. Ev êrîş li ser civaka gelê kurd e, lewma behaneya ji xwe re çêdikin. Li Serêkaniyê, li Qamişlo û Amûdê avêtin gelê kurd. Ev dewlet belaye dixwaze xwe li ser gelê kurd feriz bike. Ema em qebûl nakin, gelê kurd vê yekê qebûl nakin.

Ciwanên Efrînê îro qebûl nake tu kes xaka wan dagir bike. Ciwanên Efrînê hinekan çek rakiriye û hinan jî xwe kiriye fedayî. Çawa ku civaka kurd li dijî êrîşa dewela Tirk bisekine, divê hemû raya giştî ya cîhanê jî li dijî wan derkeve.

*Niha ev êrîşên li ser Efrînê çawa destpê kir, gelê kurd û dostên gelê kurd daketin qadan. Hûn sekna gelê kurd û gelê Efrînê çawa dinirxînin, her wiha gelê kurd dikare ji bo Efrînê çi bikin?

Wekî min di pirsa we ya yekem de anî ziman, sekna gelê me ya Efrînê seknek bi nirx û pir bi wateye. Hger gelê me yê Efrînê sekna xwe û berxwedana xwe bidomîne, êrîş çibin bela bibin, serkeftin ya gelê me ye. Cîhan hemû jî dişopîne û temaşe dike. Tiştê li Sûriyê dibe şerê cîhanê yê sêyeme.

Divê gelê me yê Efrînê sekna xwe û berxwedana xwe bidomîne. Bela gelê me zêde netirse ew ê nikaribin komkujiyên wiha hovane pêk bîne, ji xwe qurbanî çêdibin, ji ber wê jî li ser dîmenên di çapemeniyê de derdikevin dixwaze ser bigre. Divê gelê me netirse, dewleta Tirk neheqe û wê nikaribe zêde biser de here. Divê gelê me di cihê xwe de be li gundê xwe bimînin. Divê xwîngermî nîn be, wekî niha divê xwîn sarî hebe. Ew nikarin tiştekî zêde bikin. Ya rast divê gelê me xwe baş birêxistin bike, xwe biparêzin. Şervan jî porfermansa raber kirine baştir pêş bixin. Em nizanin şervan niha di piratîkê de çi kêmasiyan hene, divê wan kêmsiyan rabike. Tirk nikare wiha Cindirêsê bide ber xwe. Divê gelê me li Cindirêsê, li Raco wekî şêrekî bin. Divê ciwanê me, jinên me wekî şêra bin xwe birêxistin bikin. Divê di nava hevbeşiyê de bin. Yanî wisaye, mumkine şer here bikeve navçeyê de, carde jî divê civak wisa be. Heger wisa ma wê Efrîn ji dagirkeriya Tirkiyê re bibe batax wê tê de bixeniqe. Heta niha helwesta civaka Efrînê pir hêjaye. Hêvî û baweriyê me heye ku wê gelê me ji van 6 rojên derbasbûyî wê hîn cesaretê bigre.

Bê guman şer ne tenê li ser Efrînê ye ,lê belê ev êrîş li dijî hemû Kurdistanê ye, li ser îradeya gelê azadîxwaze. Êrîş li ser gelê Sûriyê ye. Lewa hemû kesên ku dixwazin li Sûriyê azadiyê dixwazin li pişt berxwedana Efrînê bin.

Seferberî lazime were pêşxistin, lazime ciwanên kurd, ereb û suryanî her kes berê xwe bidin berxwedana Efrînê, yên nikarin li cihê xwe jî dikarin tekoşînê bidin meşandin.

Li Başûrê Kurdistanê ciwan dixwazin herin şer. LI Bakur jî wihaye. LI Bakurê hûn dibînin ku çawaye, yek li ser malpera xwe ya civakî tiştekî binivîse wan digirin, rayedarên HDP’ê daxuyaniyekê didin hûn dibînin çawa polîsyên Tirk çawa tên ser gelê me. LI Kobanê piştgirî hate kirin û li Efrînê jî wihaye, em dibînin. Lazime hemû kes xwe xwediyê Efrînê bibin. Ev mezin dibe, lê yê herî zêde niha berxwedanê nîşan dide divê gelê Efrînê bi xwe be, niha helwesta Cîhanê jî xuya kiriye. Dibe ku dewletên mezin ji bo berjewendiyên xwe tevdgierin, lê tiştê diyar dibe ku li ingîltere û li deverên din ên Ewropa jî dixwazin tevlî berxwedana Efrînê bibin. Gelê me yê Efrînê niha zehmetiyan dikşîne. Ne tenê şervanên me fedayîne, lê gelê me yên liwir jî fedayî ne., ev gelekî hêjaye.

Çiqasî piştgiriya Efrînê ji derve hate kirin wê sekeftin nêzîk bibe,rewş niha ber bi vê de jî diçe. Dibe ku ev şer dirêj bike, dibe kurt be jî dibe ku şer bikev bajaran,dibe mal bi mal jî şer derkeve. Lê serkeftin wê ya gelê Efrînê be, serekftin wê ya YPG YPJ be. Di dawî de jî em silav û rêzgên xwe ji gelê me yê Efrînê re pêşkêş dikin. Lewma divê ew vê serkeftinê pêk bînin û bidin jiyankirin.

 

Nivîsa Pêş