Ciwanên Herema Cizîr’ê li hember êrîşên dewleta Tirk nerazîbûna xwe nîşan dan û berê xwe dan Efrîn’ê.
QAMIŞLO – NÛÇE CIWAN
Ciwanên Herema Cizîr’ê êrîşên ku ji alî dewleta Tirk a dagirker li ser Efrîn’ê hatibû destpê kirin bi daxûyaniyek nerazîbûna xwe nîşan dan. Û berê xwe dan Efrîn’ê.
Daxûyanî wiha ye:
“Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane êrîşî gelê me li Efrînê dike. Bi teyareyên şer, top û tankan li gelê me dixin. Hikumeta Erdoğan a faşîst dixwaze vîna şoreşa me bişkîne, çi ji destê wî tê dike ji bo ku me bikuje, talanbike û tunebike. Sivîl be, şervan be ji bo wan ne muhîm e. Ji ber vê yekê bajar û gundan dane ber topan.
Efrîn dilê Rojava ye. Gelê Efrînê di çila salên zêdetir de gellek ked û xwîn di vê şoreşê de da. Gelê Efrînê cihekê xwe yê xuya di dîroka têkoşîna me de heye û niha jî bi berxwadana xwe ya herî pîroz navê xwe bi tîpên zêrîn di pelên dîrokê de daye nivîsandin. Ji 20’ê mehê ve ruxme ku dewleta Tirk a dagirker hemu derfetên xwe ji bo vî şerî seferber kiriye, bi hezaran leşkerên xwe û bi dehhezaran çeteyên xwe ji bo dagirkirina Efrînê anî ber sînor, di nava 7 rojan de nikaribûn gavekê jî ji axa Efrînê bigirin. Şervanên QSD, YPG û YPJ, gelê me yê qehreman ji her aliyê ve di bin êrîşa herî giran de ne, lê bi serfirazî û lêhengî gund û warên xwe diparêzin, her êrîşekî dagirkeran dişkînin. Çawa ku me li dijî DAÎŞ’ê berxweda û Bakurê Suriye ji wan re bû goristan, wê berxwedana gelê Efrînê jî ji Erdoğan û çeteyên wî re bibe goristan.
Em bizanin ku ev şer şerekî hebûn yan tunebûne ye. Di vî şerî de dagirkeran hebûna me carekê din wekî dema Kobanê de hedef dikin. Ji ber vê jî em ê wekî ciwanên herêma cizir berê xwe didin Efrînê, Li ser van esasan em bang li tevahî gelê xwe û ciwanên Bakurê Suriye dikin: Biherikin ser kolanan, mevziyên xwe bikolin û silah hildin ser milên xwe. Bi rihê Serî Hilde!“ dewleta faşîst a dagirker perçe bikin!”
Piştî daxûyaniyê, ciwanan sloganên, “Bijî Serok Apo”, “Serî Hilde” û “Bijî Berxwedana Efrîn’ê” avêtin û ber vî Efrîn’ê derketin rê.
Ciwanên Herema Cizîr’ê li hember êrîşên dewleta Tirk nerazîbûna xwe nîşan dan û berê xwe dan Efrîn’ê.
QAMIŞLO – NÛÇE CIWAN
Ciwanên Herema Cizîr’ê êrîşên ku ji alî dewleta Tirk a dagirker li ser Efrîn’ê hatibû destpê kirin bi daxûyaniyek nerazîbûna xwe nîşan dan. Û berê xwe dan Efrîn’ê. Daxuyaniyê endamê Yekîtiya Jinên Ciwan Barî Yusuf xwend.