Kordînasyona Yekîtiya Jinên Ciwan, berxwedana Fedayî ya şervana YPJ’ê Avesta Xabûr silav kir û got ku em wek jinên kurd li Rojava heta dawî em ê girêdayê wan bin.
NAVENDA NÛÇEYAN – NÛÇE CIWAN
Kordînasyona Yekîtiya Jinên Ciwan, derbarê çalakiya fedayî ya şervana YPJ’ê Avesta Xabûr ku li dijî Artêşa Tirk a dagirker pêk anî daxuyaniyek da.
Daxuyaniya Kordînasyonê wihaye:
“Her derê Efrîn’ê berxwedaniya Avesta yan bigire…
Dewleta Tirk a dagirker bi şiklekî hovane êrîşê xwe yên Efrîn’ê didomîne. Li hember van êrîşan berxwedaniya gel û şervanên QSD, YPG û YPJ bi awayekî bi heybet û bi lehengtî derdikeve pêş. Li gel vî dewleta Tirk bi balafir, tank û topên xwe êrîşên xwe li ser gundiyan dimeşîne.
Dewleta Tirk a dagirker tiştekî bîra dike ku; Arîn Mîrkan a ku di sala 2014 an de li Miştenûrê li hember DAIŞ’ê çalakiya fedaî kiribû jî ji av, ax û ji gelê Efrîn’ê bû.
Dewleta Tirk a faşîst, dema ku bixwaze êrîşê gundên ku gel li ye hevrê yên Arîn an Avesta Xabûr bi berxwedaniya Arîn an çalakiya fedaî kirî û tevlî nava kervaniyên nemiran bûye.
Di her derê Efrîn’ê berxwedaniya Avesta yan bigire. Ji ax û berxwedaniya Arîn an di serî de wek Avesta Xabûr em Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) di riya hemû jinên me yê berxwedêr de bin. Em soza xwe ya di riya wan de ne û heta dawî em ê girêdayê wan bin disa em tînin ziman.”