Ciwanên Rojhilat û Başûr, hatin Rojava’yê Kurdistan’ê û biçin Efrîn’ê. Berê ku biçin daxûyaniyek dan.
QAMIŞLO – NÛÇE CIWAN
Ciwanên Rojhilat û Başûr’ê Kurdistan’ê berê xwe dan Rojava’yê û berî ku biçin Efrîn’ê daxûyanî dan. Di daxûyaniyê de hemû ciwanên Kurdistan’ê vexwendin Efrîn’ê ku li hember dagirkeran şer bikin.
Daxûyani wiha ye:
“Em wek ciwanên Rojhilat û Başûr’ê Kurdistan di çarçoveya hamleya Serî Hilde de li Efrîn’ê şerê hezar salan û tola hezar salan a ku dagirkeriyê radikin. Wekî nifşên nû yên şehîdan di dîrok de axa xwe diparêzin. Bi fikr û ramanên Rêber Apo jiyanekî azad jib o gelê xwe misoger dikin. Wek hûn dizanin dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wî êrîş dike li ser Efrîn ê. Vî êrîşê tenê ser ne parçeyek Kurdistan’ê nine. Ev êrîşa li ser axa hemû Kurdisan’ê ye. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşê Kobanê kirin tevahî ciwanên parçeyên din ên Kurdistan’ê berê xwe dan Kobanê. Em ji dijmin re dibijên ku yek gav jî ji axa Kurdistan’ê nadin we. Em xwe feda dikin ev ax nadin.
Em wek ciwanên Rojhilat û Başûr’ê Kurdistan me berê xwe da Rojava û jib o parastina Efrîn’ê. Li vi em dibêjin ku dewleta Tirk a faşîst û rejîma faşîst a Îran hemû dijminan û dagirkeranên Kurdistan bizanibin em wek ciwanên Kurd k3ijan dest dirêjî axa me bibe em wî destî jêdikin.
Li vir em dibêjin ku heval û hevrê yên şoreşger em wek ciwanan şopdarên riyên Qazî Mihemmed, Kak Fûad û Hevrê Aram û hemû şehîdên şoreaşa Kurdistan’ê di Rojava’da cîhê ku dewleta Tirk çavê xwe berdaye nikare bigire. Em nahêlin çarekî din di diroka Kurdan de Helepçe û Sîne çêbibe. Em canê xwe fedayê xeyalên gelê xwe û şehîdan dikin.
Ji bona vî jî em li vir bangaziya hemû ciwanên kurd û hemû azadîxwazan dikin ku xwedî li şeref û namûsa xwe derkevin û axa xwe biparêzin. Ciwanên Rojhilat û Başûr’ê Kurdistan li Kobanê çi kirin jib o na Efrîn’ê jî bikin. Pêwîste berê xwe bidin Rojava’yê Kurdistan û bêjin em wek ciwanên Kurd hêdî dagirkerî û xwe firoşî di axa me da nayê qebûl kirin. Bila Komara Sêdare bizani be roja tola Ferzad, Hêmin, Şîrîn kêm maye. Teqez rojekî nêz de em berê çekên xwe dizivirîn we.”