EFRÎN – Bi boneya roja 25’ê Mijdarê “Roja Tekoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî” jinên Desteya Rêveberiya Herêmî ya herêma Efrînê semînerek li dar xist û piştre ji raya giştî re daxuyaniyek nivîskî dan.
Hemû jinên ku di hundir desteya rêveberiya herêmî de cih digirin beşdarî semînerê bûn. Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Semîner ji aliyê her sê endamên rêveberiya herêmî Eyşa Mehmûd , Bêrîvan Bazo û Zehrîvan Hisên hate dayîn.
Di semînerê de hat diyar kirin ku ji sedî 35 jinên cîhanê bi tundiya zayendî rû bi rû mane. Her wiha ji sedî 38 jinên cîhanê jî bi destên hevjînên xwe hatine qetilkirin. Di semînerê de hinek gotinên desthilatdaran ên bi devê mêran weke mînakên xirab hatin bilêvkirin. Hinek mînak jê ev bûn; ‘Mala pir jinî xirabe ji binî’, “Ji pişta wê zarok, ji zikê wê zar kêm neke’, ‘keça bê bav û dê êvar diçe û sibê tê’,’aqilê mirîşkekê di serê heft jinan de ye’. Her wiha hat diyarkirin ku ev gotinan weke gotinên birdoziya serdestî hat bilêvkirin û hat diyarkirin ku ev hemû derewên hişmendiya desthilatdariya mêran in.
Her wiha hat bilêvkirin ku tundiya li dijî jinê yek ji binpêkirina mafê mirovan e û bi vîna jinan wê tundî tune bibe.”
Di semînerê de daxuyanî jî bi raya giştî re hat parvekirin. Daxuyanî ji aliyê Rêvebera Beşa Jinê ya Rêveberiya Herêma Efrînê, Bêrîvan Bazo ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku tundiya li dijî jinê, tundiya li dijî mirovahiyê ye. Her wiha hat destnîşan kirin ku jin di dîrokê de xwedî asteke bilind bû lê paşê di civakê de rola wê hat sînor kirin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Tundî bingeha xwe ji zeyendperestiya civakê digire. Ev zayendperestî jî, bi destên mêran hatiye avakirin.Tundiya fizikî, fikrî, çandî, derunî hemû li ser jinê têne meşandin. Ji bo ev tundî ji holê rabe pêdivî bi têkoşîna jinan heye.”
Daxuyanî bi dirûşma “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû
Nûçê ciwan
(Dûnya Qasim)