Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bal kişand ser gef û hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û got, “Niha dixwazin werin. Bila bên, kesî bi destê wan negirtiye. Eger werin wê ji bo wan bibe bîra bê binî.”
BEHDİNAN – NUÇE CIWAN
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, erdheja Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, hewldana destwerdana dewleta Tirk a li Rojava û têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê ji televizyona Ronahî re axivî. Bayik, di bernameya “Nêrîna Azad” de bûyerên dawî yên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn diqewimin nirxand.
DIVÊ BI LEZ ALÎKARÎ WERE ŞANDIN
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik sersaxî ji malbatên qurbaniyên erdheja xwest û ev tişt anîn ziman: “Destpêkê yên ku di erdheja de jiyana xwe dest dane, ji bo malbatê wan tevahî gelê Kurdistanê sersaxiyê dixwazim. Ji bo birîndaran jî şifa xêrê dixwazim. Erdheja ku çêbûye bi bandor bû û gelek kesan jiyana xwe dest dane û birîndar bûne. Ligel vê jî zirara madî çebû. Ji bo vê pêwîst e gelê Kurd li her derê hemû beşan li xwe xwedî derkeve. Yên erdhejê de jiyana xwe ji dest dayî û birîndaran ji bo malbatê wan pêwîst e alîkarî bê kirin. Gelek xisara madî heye, ji bo vê jî pêwîst e gelê Kurd bi derfetên xwe alîkariya gelê me yê Rojhilat û Başûr bike. Divê bi lez li gorî derfetan çi hatibe komkirin, bigehênin mexdurên erdhejê. Ji bo ku demsal jî ber bi zivistanê ve diçe, hewa sar e gelek mirov bê mal mane. Ji ber vê pêwîst e zû xwedîderketin çebibe. Di vî milî de derengî çênebe.”
BANGA XWEDÎDERKETINÊ
Bayik bang li çar parçeyên Kurdistanê kir ku xwedî li gelê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê derkevin û wiha pêde çû: “divê gelê me, ji erdheja rû dayî encaman derxe. Tiştên dijîn li ber çavan e. Kes zêde xwedî li gelê me dernayê, zêde alîkarî nake, ligel vê jî tê gotin ku Îran ji bo alîkarî negihije gel derî girtiye. Ji bo vê pêwîst e gelê me li xwe xwedî derkeve. Derfetê xwe di nav xwe de parve bike. Yên muhtaç, xizan û derfetên xwe nîn in, dest bavêje wan û alîkariya wan bike. Di nav gel de yekîtiyeke neteweyî, parvekirina derfet û xwedîderketin hev pêwîst e.”
HIŞYARIYA LÎSTOKÊN XAPANDINÊ
Bayik anî ziman ku piştî vê erhejê jî hinek lîstokên xapandinê ketine meriyetê û xwest ku ji van tiştan bawer nekin. Bayik, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çimkî li hemû parçeyan ser gelê me siyaseta tunekirinê tê meşandin. Dibe ku bixwazin erdheja rû dayî ji bo xwe bikin mecalek. Ji vê bûyerê dibe ku sûd jê wergirin û siyaseta xwe bi vî awayî bimeşînin. Heta di bin navê erdhejê de tiştên heya niha li ser gel dayî meşandin bikarin veşêrin. Li ser gelê me gelek şewazên siyaseta înkar û tunekirinê tên meşandin. Ev siyaset bi salan e tê meşandin. Carna hinek tiştan eşkere dikin, hinekan jî veşartî dikin. Gelek şewazên weke asîmîlasyon, koçberî, qirkirina çand û fîzîkî, girtin, kuştin, zext û qedexekirin gelek herêman de ev tên meşandin. Bi erdheja ku çêbû jî, dixwazin sûd wer bigirin. Bi vê şêwazê dixwazin vê siyaseta xwe xurt bikin û bimeşînin. Tiştên ku li Kurdistanê dikin tiştên teşeyî ne. Van tiştên dikin, ji bo bixapandina dikin. Tiştên dikin gel jê sûd nagire. Avahiyên ava kirine jî bi vî rengî ne. Bi lîstokên wiha gel dixapînin, xeteriya herî mezin jî ev e. Tiştên ku çêdikin weke ji bo gel be raber dikin, lê belê rastî ne bi vî awayî ye. Bi vî rengî dixwazin çavên gel bigirin. Bi vî awayî, li hemberî derve weke navbera Kurd û gelê serdest de tu cudahî nîn e raber dikin. Dixwazin nîşan bidin ku çawa xizmeta cihê din dikin, wisa ya Kurdistanê jî dikin. Dixwazin siyaseta xwe demoratîk û hemû nasnameyan nas dikin didin diyarkirin. Hem li derve, raya giştî ya navneteweyî hem jî gelê xwe bi vî awayî dixapînin. Di vê mijarê de bi taybet jî dixwazin gelê Kurd bixapînin. Mîna ku xizmet dikin nîşan didin. Lê belê di bin wê xizmetê de berjewendiyên xwe diparêzin. Avahiyên çêdikin, qahîm nayên çêkirin, ji ber vê jî hemû hildiweşin. Lewre di erdheja çebûyî de, gelek kesan jiyana xwe ji dest da, seqet man, mercên tê de ne perîşanî ye, tiştekî wan nemaye û nahêlin kes alîkarî jî bide wan. Alîkariyên tên şandin, dest datînin ser û dibêjin me gihandiye mexdûran. Li gelek cihên Kurdistanê ku erdhej çebûyî, ev tişt hatine jiyîn. Gelek alîkariya ku hem gelê Kurd hem jî gelê cîhanê şandî, negihaşt destê gel. Ev siyaseta hezên dagirker a li dijî gelê Kurd e.”
‘CPT QANÛNÊN XWE JÎ BIN PÊ DIKE’
Bayik di derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî nirxandin kirin û got ku CPT siyaseteke serbixwe nameşîne. Bayik got ku CPT qanûnên xwe jî binpê dike û wiha axivî: “CPT niha siyasetekê dimeşîne. Ev siyaset, siyaseta hezên komploger a li dijî Rêber APO komplo pêkanîne ye. Di nav van hezan de gelek dewlet hene. Weke dewleta DYA, Konseya Ewropayê hemûyan bi hev re komplo pêş xistin. Sîstema Îmraliyê jî bi hev re pêş xistin. CPT jî çavderiya vê sîstemê dike û dimeşîne. CPT siyaseteke serbixwe nameşîne. Siyaseta Konseya Awrûpayê daye pêş dimeşîne. Dema Rêber APO anîn Îmraliyê û xistin nav wê pergalê, ne tenê dewleta Tirk, CPT jî amade bû. Nûnerên CPT’ê wê demê ji Rêber APO re gotibû ‘vê pergalê em bi hev re pêş dixin, ji bo wê em ê berdewamiya çavderiya vê pergalê bikin’. Li gorî qanûnên Konseya Awrûpa û CPT’ê dikarin bê agahiya dewleta Tirk biçin hemû girtîgehan çavderî bikin. Di derbarê girtiyan de pêşniyar û qerar bigirin. Lê belê dema mijar bû Rêber APO bala xwe bidinê CPT, Konseya Awrûpa û her kes bêdeng dibe, erka li ser milê xwe pêk naynin. Ev tê wê wateya ku li wir hiqûq û qanûn nayên meşandin. Bi temamî nezîkatiyeke siyasî tê meşandin.”
‘LI DERVEYÎ AZADIYA OCALAN TU TIŞT NAYÊ QEBÛLKIRIN’
Bayik diyar kir ku Ocalan, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û ya Rojhilata Navîn têdikoşe. Bayik, diyar kir ku tecrîd encam nagire û derveyî azadiya Ocalan tu tişt nayê qebûlkirin û banga xurtkirina çalakiyan kir. Bayik ev tişt anîn ziman: “Rêber APO şexsek nîn e û tenê weke şexsekî ku Rêbertiya PKK dike nîn e. Rêberê gelekî ye, Rêberê gelan e, Rêberê mirovahiyê ye. Rêber APO dixwaze pirsgirêka gelê Kurd, pirsgirêkên Rojhilata Navîn û yên gelan çareser bike. Pirsgirêkên mirovahiyê yên wekhevî, demokrasiyê çareser bike. Ji bo vê îdeolojî, felsefe û li ser vê bingehê jî pergalêk pêş xist. Desthilatdar vê ji bo xwe xeter dibînin. Ji ber vê jî di şexsê Rêber APO de siyaseta tê meşandin li dijî gelê Kurd, gelê Rojhilata Navîn û li dijî mirovahiyê tê meşandin. Bi vê siyasetê dibejin Rêber APO nikare xizmeta gelê Kurd, Rojhilata Navîn û mirovahiyê bike. Bi vê nezîkatiyê dibêjin tiştên Rêber APO pêş dixe, nakeve xizmeta me û zirarê dide me. Lewre li ser Rêber APO siyaseta gemar, qirêj, ne însanî, ne exlaqî dimeşînin. Li gelek cihan gelê me li ser piyan e, dostên gelê Kurd jî xwedî li Rêber APO derdikevin. Dibêjin pêwîst e Rêber APO azad be. Bi rojan e li ber CPT’ê çalakiya rûniştinê pêk tînin û bang dikin ku CPT erka xwe pêk bîne. Konseya Awrûpa erka pêk bîne û bi xwe hurmet bide qanunên xwe, bin pê neke. Pêwîst e vê nekin ev sûc e, lê belê ne CPT, ne jî Konseya Awrûpayê van qanunên xwe pêk tînin. Berdin pêkanîna wan, nabihîsîn û guhê xwe girtine. Ji van nêzîkatiyan dertê holê ku bîryarek girtine û vê bîryarê bi hev re dimeşînin. Siyaseta li ser Rêber APO tê meşandin rast dibînin û dibêjin dê ev siyaset were meşandin. Ev siyaset di şexsê Rêber APO de li dijî Kurdan, gelan û li dijî mirovahiyê tê meşandin. Ji bo vê gelê Kurd, gelê Rojhilata Navîn û mirovahî divê vê polîtîka û siyaseta gemar, qirêj û li dijî mirovahiyê bibînin, li dijî vê siyasetê zêdetir rabin ser piya. Vê siyaset û pergala Îmraliyê qebûl nekin. Ji bilî azadiya Rêber APO divê tiştekî din neyê qebûlkirin. Çalakiyên heya niha hatine pêşxistin pêwîst e xurtir û bilind bikin. Çalakî bi bandor nebe, çalakiyên hene tera ku tendûrîstî û parastina Rêber APO bixe garantiye nake. Têra pêşketina azadiya Rêber APO jî nake. Pêwîst e derveyî azadiya Rêber APO tiştekî din neyê xwestin. Derveyî vê armancê xwestin û pêşxistin tişteke din nêzîkatiyeke pir paş de ye û xizmeta azadiya Rêber APO jî nake, ya gelê Kurd, gelê Rojhilata Navîn û mirovahiyê jî nake.”
‘EGER WERIN KURDISTANÊ WÊ JI BO WAN BIBE BÎRA BÊ BINÎ’
Bayik pirsa di derbarê tifaqa navbera dagirkerên Kurdistanê yên ku hewl didin destketiyên gelê Kurd tune bikin de jî wiha bersivand: “Li dijî gelê Kurd li her derê û derveyî Rojhilata Navîn her tim operasyon hene. Operasyonên îmha û qirkirinê hene. Carina ev operasyon mezin in, carina biçûk in, carina leşkerî carina jî di milê fîkrî, siyasî, dîplomatîk, aborî hwd derdikevin. Her tim li ser Kurdan siyaseta înkar û îmhayê tê meşandin. Gelê Kurd her tim di bin vê siyasetê de dijî. Gelek her tim di bin siyaseta înkar û îmhayê de bijî ew ji bo wî gelî zehmetî û xetereyên mezin tîne. Gelê Kurd li dijî siyaseta dagirkeran bi salan e têdikoşe. Bi tu awayî vê siyasetê qebûl nake û li dijî vê siyasetê disekine. Bi berxwedanê dixwaze dawî li vê siyasetê bîne. Lê belê di zîhniyêta dewletên dagirker, hikumet û deshilatdariya wan de heta niha tu guhertin çênebûyê. Heta ku ew zîhniyêta înkar û îmhaya li dijî Kurd neyê guhertin, pirsgirêka Kurd çareser nabe. Pirsgireka Kurd di cîhanê de pirsgirêka herî mezin e. Pirsgirêkên mezin bi têkoşîneke mezin çareser dibin. Wekî din çareser nabin. Bi nêzikatiyên asayî ku welatên din bixwazin pirsgirêkê çareser bikin, nabe. Pirsgirêka gelê Kurd bi têkoşîneke mezin pêkan e. Pirsgirêka gelê Kurd ji bo ku kevnar û mezin e, li ser cîhanê bandora dike. Ji ber vê pirsgirêka dewletên dargirker tenê nîn e. Pisrgirêka Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Lewre li ser gelê Kurd siyaseta înkar û îmhayê her tim tê meşandin. Çimkî netewe-dewlet xwe li ser vê siyasetê ava dikin. Wekî din nikarin xwe bimeşînin. Bi temamî parastina jiyan, desthilatdarî, dewlet û neteweya xwe di îmhakirina Kurdan de dibînin û di vê de jî israr dikin. Niha ragihandinên xwe de şerekî dêrûnî dimeşînin. Ji bo ku vê siyaseta xwe ya înkar û îmhayê bimeşînin şerê taybet dimeşînin. Di nav vî şerî de gelek derew û xapandinan jî dikin. Di Tv, rojname û bernameyên xwe de van tiştan dikin. Ji bo ku Kurd jî, cîhan jî fêm neke; kes rastiyê nizanibe ka çi siyasetê dimeşînin, ku bikaribin vê armanca xwe pêk bînin. Hezên lewaz şerê dêrunî dimeşînin û pêwîstiya wê dibînin. Eger dewleta Tirk a faşist xurt bûya, ev şer nedimeşand. Ji bo ku lewaz e şerê leşkerî dimeşîne û Rewşa Awarte îlan dike. Lewaz nebûya, hemû derfetên xwe nedixistin xizmeta vî şerî. Niha dixwazin werin, bila werin; kesî destê wan negirtiye. Eger werin wê ji bo wan bibe bîra bêbin. Hatina wan xizmeta gelê Kurd dike. Ew dixwazin bi vî awayî gelê Kurd û şervanên azadiyê bitirsînin û vîna gel û şervanên azadiyê bişkînin. Ev ne pêkan e. Rêber APO partî, şervan û gelekî bi vî awayî amade kiriye ku di tu şeran de desthilatdar nikarin vîna wan bişkînin. Şerê Kurd ê azadiyê, di heman demê de tê wateya şerê vînê. Rêber APO vîneke pir xurt çêkir. Karekterê Kurdistan û yê dijminê Kurdan pir baş fêm kiriye.”
‘TIŞTÊ KU KURD WINDA BIKIN NÎN E’
Bayik anî ziman ku pisgirêka Kurd bi operasyonên leşkerî çareser nabe wiha pêde çû: “Pirsgirêkek pir mezine ev pirsgirêk wisa hesanî nayê çareser kirin. Tu carî rêya rehetî nede pêşiya xwe, têkoşînek mezin û zehmete. Eger tu dixwazî li Kurdistanê tevgerek azadiyê avabikî tu bizanîbî têkoşînek xurt bidî û li dijî zor û zehmetiyê bisekinî. Ji ber karekterê Kurdistanê ev e. Pergala li ser Kurdan tê meşandin naşibe pergalê li ser hinek gelê cîhanê hatiye meşandin. Ji bo vê pêwîst e li Kurdistan partî, kadro û şervanên çêdibe li gorî rastiya Kurdistanê çêbibe. Di nav zor û zehmetiyan de her tim jiyan bike û têkoşînê bide, bikaribe di her şert û mercê de têkoşîne bide û serbixe. Rêber APO li ser vê bingehê kadro, gel û şervan perwerde kir û ava kir. Ji bo vê di her şert û mercan de têkoşîn dimeşe û her tim ew têkoşîn serdikeve. Ev giredayî vê rastiyê ye. Yên ku karektere têkoşîna Kurdistan baş fêm neke nikare li Kurdistan têkoşîna azadiyê pêşbixe. Dewleta Tirk û hevalbendiyên wî (yên Kurd jî di nav de) çen caran gotin em ê dawiya PKK binîn û hemû derfetên PKK’ê tune bikin, li ser vî bingehî her awayî êrîş kirin. Li ser van gelek propaganda, şerê derunî meşandin. Xwestin herkesî bikşînin vê û herkes bi vê bawer bike û hinek bawer jî kirin. Lê belê encam çi bu, her gotin em ê PKK xelas bikin PKK ewqas xwe xurt kir. Ji bo bikaribin siyaseta xwe bimeşînin axaftinên wisa şovenî û nîjadperestî bipêşdixin . Di aliyê din de jî ji bi van axaftinan ve rastiya xwe nîşanî gelê Kurd dikin. Li Tirkiyê Erdogan û Bahçelî di bingeh de dijminê gelê Kurdin. Ne tenê li Tirkiyê li hemû beşan dijminê Kurdin, bi navê Kurda çi heye dixwazin holê rakin. Ew bi axaftinê xwe vê didin diyarkirin. Her roj xwîn di devê wande diçe. Dibejin em ê li her derê li wan bidin, bikujin, heta yêk bimîne em ê operasyona bidomînin, em ê biçin Qendîl û Şengal lê bidin. Li ku derê rêxistinek hebe em ê li wir lê bidin. Vê mafê di xwe de dibînin. Ev mafê wan be, mafê me ye jî li her derê em jî li wan bidin. Ger ku ev êrîş ji bo te maf be, ji bo me zêdetir mafê. Wê li her cihî Kurda bide bi navê Kurd û Kurdistanê çi heyê wê bixwaze tunê bike wê Kurd jî bêdeng bimînin. Ev ne mumkunê. Ev nêzîkatî siyaseta wan dide diyarkirin. Gelê me jî vê siyaset baş fêm dike. Ev nêzîkatî di gel kadro û şervanên me de kîn û hirsek mezin avakiriye. Pêwîst e herkes vê bibine û bizanibe. Ew dixwazin dijminahiya Kurd û PKK bikin, gelê Kurd û PKK jî wê dijminahiya wan bike. Li vir yê ku darbe bixwin ew bixwene. Tiştekî Kurd wenda bikin nîne. Yên ku tiştek wundakiribe wê bi têkoşînê ve bi dest bixin. Ji ber azadî û nasnema Kurdan ji dest wan hatiye derxistin Kurd jî ji bo van têkoşîn didin. Ji bervê jî tiştek Kurd wenda bikin nîne. Bi vî awayî wê ew wenda bikin. Her xwestine dawiya Kurdan bînin her tim dawiya wan hatiye. Ger ku gelê me û hezên demokrasiyê têkoşîna xwe xurtirîn bikin wê desthilatdariya erdogan û bahçelî li ser serî birûxînin.”
‘MILÊ TÊKILIYÊ RUSAYÊ Û TIRKIYÊ YÊN SIYASÎ ZEYÎF E’
Bayik di derbarê têkiliyên Tirkiyê û Rûsyayê de yên ku hesaban ser Suriyê dikin jî nirxand û got ku, siyaseta Tirkiyê ya navneteweyî îflas kiriye, ji bo vê jî xwe spartiye Rûsyayê. Bayik, anî ziman ku Rûsya di aliyê aborî de têkiliyan ligel Tirkiyê datîne, lê belê milê wê yên tekiliyê siyasî qelse û wiha axivî: “Tekîliyên Rûsya û Tirkiyê hinek pêş dikevin. Rûsya di aliyê aborî de hinek derfet dide Tirkiye yê. Lê di aliyê siyasî de derfet nadê. Tirkiye dixwaze di aliyê siyasî de jî hinek tişt ji Rûsya bigire. Ji bo bikaribe armancên xwe pêk bîne. Her diçe ne tenê di navneteweyî de di nav Tirkiyê jî tengasî jiyan dikin û pirsgirêk derdikevin. Ji ber ku siyaseta Tirkiye yê îflas kiriye. Ne tenê di nav gelê Tirk de di nav AKP jî pirsgirêk mezin dibin. Erdogan û Bahçelî ji bo desthilatdariya xwe biparêzin di aliyê siyasî dixwazin hinek tişt ji Rûsya bigirin. Lê belê Rûsya zêdetir di aliyê aborî de alîkarî dide. Ji ber lewazbûyîna Tirk dibine û ew ji çawa sûd wergire dizane. Ji bo xwe ji vê bingeh digire. Rûsya ji bo hinek daxwaziyê xwe pêk bîne di aliyê aborî de alîkarî dide Tirkiyê. Niha Rûsya taktîkî nezî wan dibin. Weke AKP di ragihandina xwe de dide nîşandan û propaganda dike nîne. Têkîliyên stratejîk nîne. Tiştên tên gotin ne rast in. AKP xwe xurt û li ser lingan dide nîşandayîn, lê ne bi vî awayî ye. AKP lewaziya xwe bi vî awayî vedişêre. Rûsya bi destê Tirkiyeyê dixwest çeteyê li îdlîb tune bike. Ji bo vê Rûsya Tirkiyê xist Îdlîb ê. Tirkiyê ne ku çetê radest dike lîstokan dike û her diçe xurt û bi rêxistin dike. Dixwaze wana li gorî armancê xwe bixe tevgerê. Li dijî Efrîn, Şehba, Lazkiyê hwd. dixe tevgerê û rêxistin dike. Rûsya ev rastiya Tirk dît. Ji Tirkiyeyê re got tu ji bo çeteya radest bike kete Îdlîb, ne ku wan rêxistin bikî û têxî tevgerê. Rûsya vê yekê qebûl nekir û Tirk dawetî erka wî dike. Rûsya ji Tirkiyeyê re ev got û ya rast jî ev yek e. Rûsya dît ku Tirk li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Ev nezîkatiya Tirkiyeyê Rûsya xeter dibîne. Ji bo xwe jî xeter dibîne û ji bo Surî jî xeter dibîne. Li Sûrî şer ber bi dawî diçe, dixwazin pirsgirêk bi şêwazên siyasî werin çareser kirin. Li Sûrî dixwazin Suriyek nû ava bikin. Ji bo vê kar tê kirin. Pêwîst e Tirk xizmetê vê bike. Lê belê dibînin Tirk xizmetê vê nake û dixwaze şer bi rengekî din berdewam bike. Tirk dixwazin tahrîbatê li Sûrî berdewam be û şer bikeve cihên cuda. Dixwaze Efrîn, Şehba û cihên mane bixe destê xwe. Şerekî nû li Sûrî bi pêş bixe. Rûsya vê rastiya Tirk dibîne.”
‘BÊ KURD LI SURIYÊ ÇARESERÎ NE GENGAZ E’
Hevpeymana di navbera Trûmp û Pûtîn ya li Vîetnamê jî Bayık wiha nirxand: “Amerîka û Rûsya vê dawiyê hevdîtin çêkirin û li hev hatin. Gotin pirsgirêka Sûrî bi siyasî çareser bikin û şer were sekinandin. Li ser vê armancê li hev kirin. Erdogan ji vê pir acîz bû. Ji ber Erdogan naxwaze Sûrî bigihêje aramî û şer bisekine. Naxwaze bi şêwaze demokratîk Sûuriyek nû çêbibe. Ji ber Sûriyeyeke nû çêbibe wê di wir de Kurd cih bigirin. Bê Kurdan Sûriyeyeke nû û di Sûriyeyê de guhartin çênabe. Suriyek nû, bi guhartin û demokratîk çênebe di surî de pirsgirêk çareser nabe. Ev guhartin jî bê Kurda çênabe. Ji bo ve Erdogan nerehet bûye. Erdogan axaftinên pir tûj ji bo Amerîka û Rûsyayê kir. Ji ber dît ku wê Suriyek nû û demokratîk pêşbixin. Wê Kurd jî di wir de cihê xwe bigirin. Erdogan jî dijî Kurdan e û dixwaze mafê Kurdan li Surî nebe. Amerîka û Rûsya bi vê pêngavê Tirkiyê tengav dike. Tirk jî vê yekê dît. Ev pêngav Tirkiyeyê lewaz dike û bê bandor dike. Tirkiye jî bi vî awayî dixwaze xwe li Surî xurt bike. Ev daxwaziya xwe jî bi herkesî dixwaze bide qabûl kirin. Lê belê daxuyaniya Amerîka û Rûsya cuda ye.”
ERDOGAN XWEST PÛTÎN BIXAPÎNE
Bayik got ku Erdogan dixwest bi civînên Astanayê ve Rûsyayê bixapîne û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Tirkiyê di tifaqa Amerîka û Rûsyayê de derketina Cenevre dît. Ev jî nebe hezên surî de dertên pêş dît. Rûsya niha kongrekî gelan dixwaze pêk bîne. Bi vê kongirê dixwaze herkes temsîla xwe ve cih bigire. Li gel vê dixwaze herkes pêşdîtinê xwe ji bo surî diyar bike. Armanç û bi pêşniyarên xwe ve tevlî bibin. Amerîka jî li dijî vê nasekine. Ev êdî bingeha surî esas girtine. Hezên li surî naskirine. Di nav van hêzan de QSD û hemû hezên Kurd hene. Ev hemû ji bo Erdogan xeterî çêdike. Erdogan dixwast bi Astana gelek gavan bavêje. Dixwast siyaseta ku li surî binketiyê careke din pêş bixe. Bi vî awayî dixwaze ji bo xwe rola xwe bilîze. Li ser ve jî naxwaze Kurd xwedî statuyekê bin. Ji bo vê kar dikir û Astana esas digirt. Civîna Astana li ser vê bingehe biryara Astana dixist xizmeta xwe. Niha li îdlîb ê jî vê dike. Ya rastî de bîryare Astana ne li ser vê bingehê debû. Tirkiyê çawa gelê xwe dixapîne xwest di Astanayê de jî Rûsya yê bixapîne. Di din navê bikeve surî çeta tune bike de berûvajî vê çetê xurt kir û rêxistin kir. Bi wan re şerêkî nû pêş bixe û herkesê re bêje bê min suriyek nû pêşnakeve. Niha Tirkiyê dibîne gavên tavêjin encam nade. Gavên heta niha pêş xistiyê dixe xetêriyê. Acîz bûyina erdogan ji ber vê ye. Dibîne ku her diçe di siyaseta surî de tê tengavkirin û tecrîd kirin. Ev xizmeta Kurdan jî dike. Tecrîd kirina Tirkan statûya Kurdan jî pêşdixe. Ji vê acîz buye. Dibîne astana jî Cenevre jî ters dizivire. Hesabên wî pêk naye. Di bîne Rûsya û Amerîka îsyatîf digire û kongira gelan pêş dixe ev yek wî tengav dike. Pirsgirêke Kurd jî yê suriyê giştî jî bi rêya siyasetê dixwazin çareser bikin. Ev jî çiye? Tirkiye her ku diçe dervayî Suriyê hiştine. Ji bo wê pir aciz dibin.”