Koordînasyona YJC’ê di derbarê Barîn Kobanê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de “Bila dewleta Tirk a dagirker vî ya baş bizane di serî de berxwedaniya rêheval Barîn û hemû jinên berxwedêr mezin bikin û bi hezaran Barîn em ê tol rabikin” hat gotin.
QAMIŞLO – NÛÇE CIWAN
Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) di derbarê şervanê YPJ’yê Barîn Kobanê’ya ku çalakiya fedaî û di encam de ketîbû destê çeteyan û bi cenazeya wê işkence kiribu daxuyanî da.
Daxuyanî wiha ye:
“Dewleta Tirk a mêtînger êrîşê xwe yê li ser Efrîn’ê didomîne. Bi teknîka xwe giştî û bi destê xwe yê qirêj dest davêje Efrîn ê. Bi Tank, top û balafiran êrîşên gel dike. Bi van êrîşan dewleta Tirk dixwaze gele Kurd tune bike. Dewleta Tirk a dagirker digot em ê di heftekî de bikevin Efrîn’ê lê belê ev 16 roje li hember berxwedaniya şervanê azadiyê gavekî jî nêzî Efrîn’ê bibin. Derfetê xwe hemû yan encam nê ji şervanên QSD’ê darbeyan dixwe.
Şervanê ku rê neda dewleta Tirk a dagirker di serî de rêheval Avesta Xabûr nîşanê me dan ku di riya berxwedaniya Arîn Mîrkan de ne. Bi dehan jinên berxwedêr ên wek Avesta Xabûr berxwedaniya wan bû ronahiya jinên şoreşger. Jin dîsa di Efrîn’ê de bûn zimanê wêrekî yê.
Ên ku xwedî hîşmediyekî zayendîperestîne jin û afrînerên jînê heta roja me jî jinê tune dîtine. Tevgera Azadiya Kurd û bi Şoreşa Rojava re nîşanda ku jin kare bibe vîn û dibe pêşengê gelan.
Dewleta Tirk a dagirker li Varto Ekîn Wan (Kevser Elturk), Sûr’ê Cahîde Ozturk û Cizîrê Ferîde û ên wek wan bi dehan jinên berxwedêr işkence bi bedenên wan kiribû. Di encama vî de dewleta Tirk a dagirker bi ehlekiya xwe û tirsa xwe nîşan da, jin jî berê xwe dan çiyayên azad.
Di dema êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrîn’ê rêheval Barîn Kobanê ya ku çalakiya fedai pêk anî. Di encama çalakiyê cenazeya hevrê Barîn Kobanê ketiye destê çeteyan. Ji alî çeteyan li ser cenazê işkence hatiye kirin ev bi ehlakiya dewleta Tirk dîsa nîşanê hemû cîhanê daye.
Em soza rakirina tola hevrê Barîn wek jinên ciwan em ê di mevziyên herî pişte bin didin. Bila dewleta Tirk a dagirker vî ya baş bizane di serî de berxwedaniya rêheval Barîn û hemû jinên berxwedêr mezin bikin û bi hezaran Barîn em ê tol rabikin.”