Li ser komploya qirêj a ku li hember Rêberê Gelan Evdillah Ocelan hatibû pêkanîn 19 sal derbas bû.
Malbatê ku wê demê ji nêz de dişopand û hîs kirin û Rêber nasdikirin, axifin û hîsên xwe hanîn ziman.
Malbat hemû di vê nêrînê de hevparin, wî rê da ber me em ê di wî riyê de işkenceya Îmralî bişkînin.
DÊRİK/QAMIŞLO – NÛÇE CIWAN
Rêberê Gelan Evdillah Ocelan, beriya 19 salan bi komployekî navneteweyî hat esîr girtin û radestî Tirkiye
kirin. Li ser komployê 19 sal derbas bû Rêberê Gelen Ocelan bi tena serê xwe li girava Îmraliyê ye. Tê
şîrove kirin ku bi berxwedaniya xwe komploya qirêj vala derxistiye. Rêberê Gelan Ocelan, demê xwe yê
dawî nêzî 20 salan li Sûriye’yê derbas kir û demê xwe piranî di nav gel de derbas kir. Dayik û bav û
malbatê ku Rêberê Gelan Ocelan nas dikir, ji perwerdeya wî derbas bûye, dema ku bi komplo hat girtin,
behsa hestiyarê yên xwe û komploya qirêj kirin.
Bavê Azad, di destpêka derketîna ser dika tekoşînê Rêberê Gelan Ocelan, nas dike, dişopîne, ji
perwerdeya wî derbas bûye û ji nêz de pêvajoya komployê kiriye. Gotinê Bavê Azad wiha ye: “Destpêka
naskirina min Serokatî re dema civîna Fîsê 1978 de kongre ya yekemin wê demê çê bû. Ji bo ku me ev
dişopand keyfa me siyasetê hinek dihat. Karekî şoreşgerî dikirin. Me zanîbû ku hêviyek Kurda li wan da
he ye. Ji bo xwendewan bûn zanebûn karê wan a yê miletî Kurd bû. Dema daketin vir me malên xwe ji
wan re wekir. Serokatî 1991 an de dawet kir em çûne kampê gel wî. Wê demî destpêka kare kampê bû,
yê şoreşgerî bû , kare leşkeri bû. Ew jî xebatê me yê wir nas bike. Ji bo wê yekî em çûn wê demê jî hevala
Sakîne Cansiz hepsa Dîyarbekirê a Amedê derketi bû. Em çûne dewre ya Doktor Baran ziyaret kir. Em li
wir man demekî Serokatî ji me re axifî. Duv re roja din hat keniya pirsî got hûn çima neçûne me go Serok
em ji te têr nebûn , ji peyvê te gotinê te ji Rêbertiya te em têr nebûn em dixwazin hinek din jî te bibinin.
Em man demekî li wir. Cara duyemîn cardin em dawet kir em çûn derbas bûn gel me rûnişt Serok
însanekî jî re zaneye em dizanin her deh saleyekî serokatîyek miletekîra derdikeve. Ji me berî çil salê
digot her însanek dikare kevirek pawêje dijmin her însan dikare darekî lêxe gotinekî beje. Dema
komployê bû min ji pirsî, ji bo meseleye cihê wî got gerek em ji xwere cihekî bibinin li wir nema ji me re
dibe. Ji bo ku devleta faşist li hemberî me sekinê ye û dinya jî hevalê wê ye dibe em ji xwere cihekî
bibînin. Pirsek din me ji bo Emerîka jê kir got Emerîka dixwaze em bikevin bin baskê wê da em qebûl
nakin bin baskê wê da kar bikin ji bo wê Emerîka li hember me derdikeve. Em wê baverîye da bûn
Serokatî nema li Şamê bisekine. Ji bo ku ji me re got dijmin dûme daye dibê em xûra cihekî bibinin. Me
zanî bû agahîya me hebû go wê komplo çêbibe li ser Serokatî, zext bê ser. Ji bo wê yekî me pir dişopan
wê pêvajoyê. Sala 1999 de ji xwe wê çaxî Serokatî hate girtin berî wê dan Ewrûpa. Em li wir derketin
serhildana, em pir xemgîn bûn. Xemgîna me ji bo gotinê wî, zanebûna wî yanî ne însaneke bikeve nava
çar dûwaran bû. Însanekê ji bo însanêyetî kar dikir ne ji bo Kurda tenê. Ji bo tevahî cîhanê ji bo miletê
bindest, karkera, jin…
Işkenca ku li Îmraliyê dibe ne karê însaniyetê ye. Li hember vê işkenceyê ji me tê xwastin ev miletekî
Kurd hemû wê Rêberê xwe bernede, Rêberekî hijaye, zaneye û xwedî felsefeye. Jiyana miletê Kurd di bin
riya wê de çareser bibe. Dibê miletê Kurd wê bernedin ji xwere bikin pêxemberek.”
Nesrîn Azad jî ji zaroktiya xwe ve vir de Rêberê Gelan Ocelan nas dike û wê jî nêrînê xwe wiha hanî ser
ziman: “ Tiştê ku min dîtiye em ji berê de Serokatî nas dikin û di riya wî dene. Perwerde da wî miletî,
riyek paqij, azadî, namus û şerefiyê de vî milletî. Malbat pê ve hat girîdan. Em bi rêya malbata xwe fêrî
wê perwerdeyê bûn. Piştre temeni min 6 salî bû ez ketim çand û hunerê. Serokatî wêneyê min dîtibû. Ez
gelekî jîhatî bûm. Xwesteka wî dîtina min bû. Dû heval hatin gotin Serokatî dixwaze te bibîne. Ez neçûm
piştre heval hatin camîra hanîbûn gotin em ê suretê te bigrin ji bo em bibin ji Serokatî re. Rojekî şehît
Sakîne Cansiz hat gel me. Destê xwe avêt ser piyê min nêrî li min û got tu nîn î ya wêneyê te li qampa me
belawbûye. Serokatî gelekî hej te kirîye. Xwesteka wê dîtnate ye. Wê deme Qamp li Libnanê bû. Ez û
bawê xwe xweşk, xaltîka xwe em çûn gel Serokatî. Serok wê derê min dît. Rastî dema ku Serok derket
heybeta wî hebû. Ji ber çi ji ber zanebûn, hêz her tiştî xûya kir. Dema wilo xûya kir milet hemû ma sekinê
lê nîrê, ez jî wilo keyfamin hat min got a ew Seroke. Dema ku komplo jî çêbû soz da xwe em bi zaroktî wî
û riya wî nas kirin, ser li wê riyê em ê zarokên xwe li ser riya Serokatî doza azadîya wî em venagerin.”
Dema ku Rêberê Gelan Ocelan li Sûriye bû yek ji şopdarî wî jî Yadê Eyşe jî hem wî hem jî dema ku
koploya qirêj pêkhatiye demê ji nêz temaşe kiriye û heta niha jî bi zarokên xwe li ser riya wî ye. Yadê
Eyşe axaftinê xwe wiha ji me re got: “Me digot Serokati we re girtin şoreş wê bi sekine. Em hemû bi wî
Serokî ve giridayê bûn. Dema carê dibêjin Serok Apo birastî jî hêza wî he ye. Îja wexta girtin hevalekî hat
got hevala Eyşe mi go çîye got Serokatî girtin min got çawa Serokatî girtine em ê xwe bikujin. Wê wextî
kurek min hebû kure min dest min da ket xware mi go çawa Serok hatiye girtin. Me go tûnebûna me ye,
Serok bê girtin em çûn. Birastî me riya Serokatî girt me karê xwe berdevam kir. Ev jî li Îmralî
berxwedaniyek pir mzin adn. Em bêtir xûrtbûn, zanebûn, pêşketin. Serok akil dame. Hêdî me kesî ser
xwede hesap nedikir. Serokê me zindan dabe em xemgîn dibin. Sê sal, çar sal me digot Serokê me berdin
em ê çibikin. Em ê zarokê xwe qurban bikin ji bo Serok, berdin me welî ji xwere digot. Me riya Serokê
xwe girt. Me xeta wî girt. Zarokê min piçûk bûn min kir şoreşger, min yek şand çîya û şehit ket. Niha jî sê
şervanêmin di YPG,YPJ da hene. Heta niha ez karê xwe berdevam dikim. Çi kar tê pêşiya min ez dikim.
Kesî ew perwerde nîşanê me nedikir. Berê nedihêştin jinek derî veke bizane. Wextê me çav civînê van
kirin tiştê Serok ji me re digotin. Perwerde Serok didan me gavên mezin hawêtin em zane bûn me her
tişt naskir. Em dibêjin heya noxtek xwîn di laşê me de hebe em pey Serokê xwe ne. Em wê rê venagerin.
Em nasekinin heya Serokê me hepsa Îmralê dernekeve. Devleta Tirkan çi ji me bike em wê rê venagerin.
Em tû car Serokî xwe bîrnakin em ê wê Îmralê derbixwin.”
Qazî Ebdî jî Rêberê Gelan Ocelan re ma ye wî û fikr û ramanîn wî ji xwe re kiriye rê. Û bi temenê xwe yê
mezin jî di nav karên eskerî cîh digire li gel zarokên xwe. Ebdî wiha axifî: “
Sala 1990 da ez çûm gel Serokatî. Demek li gel wî ma û me gelek sohbet kir me bihev re dem derbas kir.
Mirov çiqas bahsa Serok bike mirov nikare heqiyê bije. Dîsa nêzî dema komployê bû em wê demê li gel
Serokatî bûn qet bîranakim vê gotinê ji me re got: ‘Min bihezaran Serok çêkiriye. Çiyayê Kurdistan’ê
bihezaran Serok hene.’ Got bila her kes xwe berpirsyarê rêxistinê bibîne. Serok ji me re got çîyayên
Kurdistanê ne maye ku Serok tê da nemaye. Ew gotinê Serokin. Serokatî ket sala 19 an di nav neqeba çar
duvara da ye. Yanê mirov çibêje em nikarin heqê Serok bidin. pey Serokatî xwe bin û pey şehîdî xwe bin.
Dema ku ji Suriye’yê derket em li gund bûn. Me nûçeyan guhdar dikir. Derî xwistin gotin Serokatî hat
girtin. Em hemû xemgîn bûn. Hingê keçikek min çêbû me go bila navê wê Roma be yadê got bila navê wê
bila rûmet be. Dera Serokatî lê hate girtin bila navê wê lê neke me jî kir Rumet.”
Dayika duh şehîdan Yadê Naz jî bi temenê xwe yê mezin bîranînê xwe got: “Zarokê min çûn Şamê tevlî
partî yê bûn. Wextî ez çûm Şamê ez bûm dostê wan ez hatim. Ez çûm Libnanê rex Serokatî. Ez demek lê
wê derê mam. Hevala tetrîp çêkir em çûn da hemûya. Serokatî hat rexme go bila jin xwe bidin çiya ez ê ji
wan re biaxifim. Me xwe da çiya hindî milet û demek axifî. Êvar civîn çêkir. Heya xwîna davê canê me de
hebe em nahîlin Serokatî bikujin. Serokatî ser serime Ser çavême em pêrane heya saxbin.”
Eyşe Koçer jî wê demê ji nêz de hîs kiriye û di dema komplo jî di çalakiyan hatiye girtin. Û heta niha jî
komplo qebûl nekiriye. Eyşe Koçer dema ku wê demê ji me re digot hestiyar bû û got heta niha wê demê
min bi kesî re negotiye, heta Serok jî azad nebe em baş nabin. Koçer kurt wiha got: “Min bi Serokatî
Kurdbûna xwe nas kir. Em zane kirin em ketin pey riya Serokatî, me got em pey jî ve nabin. Dema ku
Serokatî hat girtin ez wê demê li Şamê bûm. Jixwe min ji nêz de pêvajo dişopand. Agahî hat gotin Serok
hatiye girtin ez dîn bûm. Em derketin kolanan em çûn Seferatî me seferat hemî şikenand, şewitand. Me
go Serokê me hatiye girtin em malê xwe da rûnediniştin me xwarin ne dixwar me xwarin ne dida zarokê
xwe me go Serokê me hatiye girtin. Çend Serok çîbûne wa dewleta de wek Serokê me nîn e. Zanebûn ji
me re anî. Ew qiymetî daye jinê ji wê gerek em malê xweda rûnenîn. Em derdiketin meşa em dihatin
girtin. Çend cara me em girtin em kirin hepsî da. Em man hepsî da tiştek nema ne gotin me. Dîsa jî me
komplo qebûl nekir. Serokê me jî qebûl nekir. Bi berxwedaniya xwe vala derxist. Em heta hebin em riya
Serokê xwe bernadin.”
https://www.youtube.com/watch?v=i0BL61EIj2g&feature=youtu.be
https://www.youtube.com/watch?v=PufcGCiWOqk&t=4s