Bi pêşengiya Yekîneyên Cîwanên Rojava(YCR) û Yekîneyên Jinên Cîwan(YJC), li bajarên Rojavayê Kurdistanê wek Dêrik, Tirbespiyê, Dirbesiyê, Amudê û Çilaxayê qomploya 15ê Sibatê bi hemwextî hat şermezarkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Bi pêşengiya Yekîneyên Cîwanên Rojava(YCR) û Yekîneyên Jinên Cîwan(YJC), li bajarên Rojavayê Kurdistanê wek Dêrik, Tirbespiyê, Dirbesiyê, Amudê û Çilaxayê qomploya 15ê Sibatê bi hemwextî hat şermezarkirin. Cîwanên ku derketine qadan, bi pêtalan ve meşiyan û ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan qêriyan.
DÊRIK
Cîwanên Dêrîkî ji navenda YCRê destpêkirin heya Qada Şehîdan bi pêtalan ve meş lidarxistin. Cîwanên ku di nava meş de ne pir caran diruşmeyên “ Bijî Serok Apo” û “ Bimire Qomploya 15ê Sibatê” avêtin. Li meşê posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û alên YJC/YCRê hat daliqandin.
DIRBESİYÊ
Li Dirbesiyê ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan sînevîzyon hate çêkirin û cîwanên Dirbesiyî tevlî sînevîzyonê bûn. Piştî sînevîzyonê cîwan herikîn qadan û meşa bi pêtal pêkanîn. Cîwanên ku di nava meş de ne pir caran diruşmeyên “ Bijî Serok Apo” û “ Bimire Qomploya 15ê Sibatê” avêtin. Li meşê posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û alên YJC/YCR û PKKê daliqandin.
AMÛDÊ
Cîwanên Amûdeyî ji navenda YCRê ber bi navenda bajêr meşa bi pêtal pêkanîn. Di meşa bi pêtal de cîwanên Amûdeyî ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan diruşme avêtin û meş temamkirin.
ÇILAXA
Cîwanên Çilaxayî, ji navenda YCR a Çilaxayê ber bi navenda bajêr meşa bi pêtal pêkanîn. Cîwanên ku tevlî meşê bûn qomploya 15ê Sibatê şermezarkirin. Cîwan diruşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bimire Qomploya 15ê Sibatê” avêtin. Li meşê cîwan posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û alên YCRê daliqandin.