Li DYA ji ber êrîşa li lîseyekê 14 kes mirin

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ji ber êrîşa li lîseyekê herî kêm 14 kes mirin.

NAVENDA NÛÇEYAN- Li Marjory Stoneman Douglas High School a li Parkland a eyaleta Florîdayê, kesekî gule reşand.

Hêzên ewlekariyê ku li dora dibistanê tedbîr girtin, êrîşan girtin. Rayedaran gotin, di bûyerê de herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Herî dawî li lîseyeke li Bentonê ya li eyaleta Kentûcky meha derbasbûyî êrîşek bûbû û 2 xwendekaran jiyana xwe ji dest dabûn.

Nivîsa Pêş