Li Wargeha Penaberan a Ş.RÛSTEM CÛDÎ ji bo şermezar kirina salvegera 20. komploya navne a roja 15’ê Sibatê helwesta xwe dan nişan kirin
MEXMÛR- îro di demijmêr 09:00’an ya danê siharê de gelê wargeha penaberan a ş.Rustem Cudî,ji bo şermezar kirina 20. salvegera 15’ê sibatê a kû roja komploya Navdewletî ya li ser Rêberê gelan Abdullah Öcalan meşekî girseyî hat şermezar kirin. Meş li pêş şaredariya warhgeha Mexmûr hat despêkirin û heya quntara Çiyayê Qereçox berdewam kir.Meş ji aliyê Tevgera Ciwanan,Meclîsa îştar ya Jin û Meclisa Gel ve hat organizekirin û rêvebirin.
Di meşê de tevahî meşvanên wargehê ji heft salî heya heftê salî bi cil û bergên reş bi al û posterên Rêberê gelan Abdullah Öcalan û alên PKK-KCK’ê tevlî meşêbûn. Meşvanan bi afîşên ‘Azadiya Rêber Apo,Azadiya Gelane’, ‘Rêberê Me Îradeya meya Sîyasiye’ û bi sloganên ‘Bijî berxwedana Îmraliyê’ ,’Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike’ qîrkirin û bi van dirûşmeyan jî li diji komployê helwesta xwe dan nişan kirin.
Piştî meşvan gihiştin qada daxwuyani lê were dayin bername bi deqeyek jibo tevahi şehîdên şoreşê rêzgirtinê destpêkir. Piştî rêzgirtinê, li ser navê Meclîsa Gel a Demokatik Hevserok Birêz Mamosta Huseyin KARA bi boneya komploya Navdewletî a Li ser Rêberê Gelan Abdullah Öcalan hati pêkanin wiha nêrînên xwe anî ser ziman:
”Bi navê kelha berxwedanê binavê wargeha Ş. Rustem Cudî û Binavê Ocaxa Şoreşê em berxwedana Serdemê ya li Efrin’ê, silavli gelê berxwedêr yê ku di çeper û kozikan de bi bedena xwe berxwedidin û xaka xwe diparêzin. û silav li berxwedaniya heft sali heta heftê sali dikîn.
KARA cardin di berdewamiya axaftina xwede di keseyeta ş.Avesta Xabûr de û hemû şehidên Efrin’ê û şehidên şoreşê bi bîr tînin û bejnaxwe li berwan ditewînîn. Her wiha komploya 15’ê sibat’ê ya navdewletî şermezar kir.
KARA xitab li girseya çalakvanan kir û anî ziman ku di keseyetîya Rêber APO de xwestin gelê Kurd tune bikin û tevgera azadiya gelê belav bikin. planên wan ên qirêj ya hêzên navdewleti yên weke Amerika,Rusya û Ewropa u tevahi hêzên emperyalist negihan encamê u planên wan di pileya yekêminde tek çun.
Dîsa birêz KARA di dawiya axaftina xwede balkişand liser berxwedana Serdemê ya ku dijî hovitî û dagirkeriya dewleta tirk a faşist ku ev 27 rojin li dijî hemû curên êrişên dagirkeriyê berxwedane ki bê hempa dimeşe û wê sekna berxwedana İmrali yê van planên wan ên qirêj vale derbixine. çawa ku pilanên wan ên qirêj di berxwedana Koban’êde têkçun diheman demêde ji wê li Efrin’ê jî vale were derêxistin. Birêz Kara bivê boneyê carekdin 20. salvegera komploya navdewletî şermezarkir û berxwedana İmralî yê berxwedana gelê Kurd u berxwedana Efrin’ê silavdikin. serkeftin ya gelê kurde, ru reşî ya komplogerane û biji Rêber APO ”.
Heri dawi meş bi sloganên ”bimre dagirkeri” , ”Bijî Rêber Apo” çalaki hat bi dawî kirin.