Çalakiya navendî ya şermezarkirina komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya herêma Cizîrê ku li bajarê Qamişlo bi dirûşmeyên “Wê komplo vala derkeve û Efrîn wê biser keve” bi dawî bû.
NAVENDA NÛÇEYAN – Bi dûrişmeyaʺBi rihê berxwedana Efrînê em ê pergala Îmralî hilweşîninʺ bi deh hezaran şêniyên herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina komploya 15`ê Sibatê ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di saetên sibehê de, berê xwe didin gundê Hermê Şêxo yê rojavayê bajarê Qamişlo. Girse al û sembolên Bakurê Sûriyê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankêrtaʺBi rihê berxwedana Efrînê em ê pergala Îmralî hilweşîninʺvekirine.
Di çalakiyê de, Hevserokên Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif û Senherîb Bersûm axivîn. Di axaftinan de berxwedana gelê Efrînê ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyê hate silavkirin û hate gotin ku bi saya berxwedana hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê dê pergala Îmralî hilweşe û Rêber Ocalan azad bibe.
Çalakî bi dirûşmeyên”Ji komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re NA, ji biratiya gelan re ERÊ û Berxwedana Efrînê wê biserkeve.”