Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM)’ê ve ji bo şermezarkirin û vala derxistina faşizma navdewleti, îro di demijmêr 20:00’an li saziya Malbatên Şehîdan sînevizyon ji bo ciwanan hat temaşekirin.
MEXMUR-Bername bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê tevahî Şehîdên şoreşê hat despêkirin. Li ser navê Tevgera Ciwanan Cîhad Güngen axaftina vekirinê hat kirin bername bi qasî dû demijmêran berdewamkir.
Di bernameya kû ji aliyê Tevgera Ciwanan ve hatî amadekirin,sinevizyonek bi qasî çil deqeyan derbarê pilan kirina kompiloya li ser Rêber Apo hati meşandin ji bo Ciwanan hat temaşe û guhdarkirin.Di dawiya sinevizyonê de nêrinên Ciwanan hatin girtin û dan xûyakirin kû wê berxwedana İmraliyê bi rihê tekoşîna serdemê ya li Efrînê serbikeve.
Ciwanê bi navê Mazlum Yaman nêrînên xwe yên derbarê komployê de wiha anî ser ziman: ” dewletên komploger yên emperyalis xwestin di kesayetiya Rêber Apo de hemû gelê Kurd tune bike,lê belê bi saya berxwedana Gel û Ciwanên Kurd xwe kirin xelekek li derdura Rêberê xwe û gotin destê kû dirêjî Rêbertiya me bibe emê wan desta qutbikin”
Di heman demê de dayika bi navê Sultan Yildiz hestên xwe ani ser ziman u wiha got: ” dewleta faşist ya turk baş bizane ku çiqasi Rêbertiya me bi awayek fîziki ne li gel meye,lê belê fikir û felseya Rêberê me her dem di dil û mejıyê medeye.”
Herî dawî bername bi sloganên ‘Biji Serok Apo,Bê Serok Jiyan Nabe û Kes Nikare Roja Me Tarî Bike’ bername bi dawî hat.