Roj bi roj ciwanên Kurdistanî li derdor Rêberê Gelên Kurdistanî Abdullah Ocelan dibin xelek û girêdana wan a bi Rêber Ocelan re her ku diçe zêde dibe. Ji bo vê yekê çalakiyên binxistina komploya navdewletî her ku diçin renge reng û zêde dibin.
QAMIŞLO- Di çarçoveya çalakiyên binxistina komploya navdewletî li ser Rêber Gelên Kurdistanî Abdullah Ocelan şagirtên zanîngeha Rojava name ji bo Rêber Ocelan nivîsanin.
Çalakî ji aliyê rêveberiya Zanîngeha Rojava ve hate lidarxistin û tevahî xwendekarên zanîngehê beşdarî vê çalakiyê bûn.
Xwendekaran diyar kirin ku ew bi fikir û ramanê Rêber Ocelan şoreşa zanistê pêk tînin û hestên xwe ji bo rewşa Rêberê Gelên Kurdistanî anîn ziman.
Di nameyan de hate gotin ku ewê tu carî li ser rêya Rêber Ocelan venegerin û heya azadiya Rêberê Gelên Kurdistanî ewê li ber xwe bidin.
Hêjayî gotinê ye ku Rêberê Gelên Kurdistanî Abdullah Ocelan di 15’ê Sibata 1999′an de li Kînya bi komployeke navdewletî hate dîl girtin.