Ciwanên Kurdistanî ji her derê berê xwe dane Efrînê û bi rihê seferberiyê tevlî Berxwedana Serdemê bûne. Ciwan li derdor Efrînê bûne mîna xeleka ji agir ku tevahî dagirkeran dişewitînin.
EFRIN- Yekîtiya Ciwanên Êzîdî ên Şengalê bi armanca piştgiriya Berxwedana Ciwanên Serdemê berê xwe dan Efrînê.
Ciwanên Êzîdî ku ji Şengalê birêketin û ev çend roj in li Efrînê ne, bi awayekî çalak tevlî berxwedanê dibin û axa Efrînê mil bi mil bi ciwanên Efrînê re diparêzin.
Ciwanê bi navê Berzan Şengal diyar kir ku ew weke Yekîtiya Ciwanên Êzîdî YCÊ li pişta ciwanên Rojava ne û bi taybet ciwanên Efrînê û destnîşan kir ku ti ciwan ji Efrînê dernektine û got ku ew hemû ciwanên Efrînê ne.
Şengal wiha berdewam kir: Bila Erdogan baş bizanibe ku heya yek ciwanê êzîdî û rojavayî hebe, ewê nikare bostekê jî ji axa Efrînê bistîne. Çawa ku nikarîbû vîna bi hezaran şervan di Bakurê Kurdistanê de tune bike, nikare îradeya bi hezaran welatparêzên Efrînê jî tune bike.
https://www.youtube.com/watch?v=zvwhzY-FcB4&feature=youtu.be
Di berdewamiya axaftina xwe de Berzan Şengal êrîşên dewleta Tirk a faşîst li ser Serêkaniyê û Kobanê bibîrxist û diyar kir ku çawa li wir şikest ewê li Efrînê jî bişkê û dewam kir: Ciwanên Şengalê li bendê ne were û li Şengalê jî bişkê.
Şengal got ku ew bi îradeya xwe ji Şengalê birêketina Efrînê ji bo xwe fedayî Efrînê bikin û fermana 73’an a Tebaxa 2014’an bibîrxist û diyar kir ku gelê Efrînê wê demê bi her şêweyî kete seferberiyê û gelê Şengalê hembêz kir.
Di dawiya axaftina xwe de Berzan Şengal bang li tevahî ciwanan kir ku mil bidin hevûdin û nehêlin ku çete bikevin axa Efrînê.