Tevgera Xwendekarên Şoreşger çalakiyên bo Efrînê hatine kirin bi nivîsî parve kir.
NAVENDA NÛÇEYAN- Tevgera Xwendekarên Şoreşger çalakiyên bo Efrînê hatine kirin bi nivîsî parve kir. Nivîsê de bangewazî ji hemû xwendekarên welatparêz re hate kirin ku “werin em bi hev re berxwedana serdemê bilind bikin” û DÖH yê bîlançoya çalakiyan jî parve kir.
” DEWLETA TIRK LI HEMBERÎ ÎRADEYA GELÊ ME WÊ TÊK BIÇE”
Komploya navdewletî îro cardin di bin emrê Dewleta Tirk de tê domandin. Cardin dixwazin îradeya Kurdan biceribînin. Gelê Efrînê berxwedana herî bilind dide. Dewleta faşîst ya Tirk li hemberî vê destanê de wê bin bikeve. Dost û dijmin hemû kes bibînin ku Efrîn bo Kurdan wê bibe kela serfiraziyê. Dewleta Tirk tişta dixwaze bi dest naxe, wê têk biçe. Rêber APO çawa komplo vala derxistibe û rihê berxweder afirandibe li Efrînê, ev berxwedana derketiye holê wê van komployan vala derbixe.
Em wekî Tevgera Xwendekarên Şoreşger em ê li ser paradigmaya Rêbertî de bimeşin û hemû komployan têk bibin. Li ser vê esasêem bangî hemû hêzên xwe yê zaningehan dikin ku “werin em li dijî vê zordariyê berxwedana Efrînê bilind bikin”
Li ser vê esasê çalakiyên me kirî:
-4ê sibatê li navçeya Akyazi ya Sakaryayê febrîqeyeke AKPyîyekî li da agir. Febrîqe tevahî hate şewitandin û bi mîlyonan ziyan çêbû li febrîqeyê
-24ê çile li navçeya Dara Hênê ya Çewlîgê me 2 erebeyên AKPyiyan li da agir.Ev çalakî di şexşê Şehîd Barîn de bo hemû berxwederên Efrînê hate kirin
-11ê çile me navçeya Merkez Efendî ya Denîzliyê li taxa Eskî Hîsarê yek kargeha şûştina xaliyan û 2 îmalatxane li da agir. Îmalatxaneyan de ziyanên mezin derketin holê. Ev çalakî jî bo tecrîda li ser Rêbertiyê me werê şikandin hate kirin
– Li Enqereyê jî me molotof û bombeya deng avêt febrîqeyeke mobîlyayan ya AKPyiyekî.
– Li Eskîşehîrê jî me erebeyekê ya keskî bi dewleta Tirk re dixebite şewitand