Berxwedana Serdemê dikeve roja xwe 29’an û ciwan ji her derê berê xwe didin Efrînê.
Nûçe Ciwan- Efrîn- Ciwanên Bakurê Sûriyê bi tevahî tevlî vê berxwedanê bûne, bi taybet ciwanên El- Bab.
Ciwanê bi navê Akif Mûsa diyar kir ku çeteyên artêşa Tirk tenê cilên DA’IŞ guhertin û cilên Mertala Firatê li wan kirin.
Mûsa got ku tiştê ku DA’IŞ dikir û niha jî dewleta Tirk a dagirker dike û tenê nav hatin guhertin û wiha berdewam kir: Çete sivîlan hedef digrin. Emê axa Efrînê biparêzin. Emê heya dawî li ber xwe bidin.
Ji aliyê xwe ve ciwanê bi navê Zulfiqar Şehba dstnîşan kir ku amade ne bi mal û canê xwe tevlî berxwedanê bûne û wiha berdewam kir: Emê nesekinin, emê Cerablus, Izaz, Bab û rizgar bikin û serkeftin her dem ya me ye.
https://www.youtube.com/watch?v=NPbfp2nh2y4&feature=youtu.be