Ji bo piştgiriyê bidin berxwedana serdemê ya li Efrînê, girseya gel ji bajarê Helebê diçe Efrînê.
NAVENDA NÛÇEYAN- Nûnerên gelên Kurd, Ereb, Suryanî, Tirkmen ên li Helebê, ji bo piştgiriyê bidin berxwedana serdemê ya li Efrînê ku li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAÎŞ-El Nûsrayê tê kirin, diçe Efrînê.
Girseya gel li Meydana Şehîdan a li taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê li hev civiya û ber bi Efrînê ve bi rê ket.